Bextê Kurdan yê domdar: Gerîneka Guernicayê

  1. “Têkçûn” bo me Kurdan carinan bû berxwedan, carinan bo me bû serhildan, carinan jî bû qehr, merez… Ne tenê bo nifşekî, heta şer bi dawî nebe, Kurd nebe xwedî nasnameyekê fermî, her wê “têkçûn” di jiyana me de hebe, wê her koçberî, sirgun, qetlîam ji me kêm nebe.


Bi her roja em li pey xwe dihêlin re deryaya romannûsiya Kurdî nexasim jî ya Kurmancî bi reng û têhnên nû dewlemend dibe. Ji van rengên yek jî bi romana xwe ya yekemîn a bi Kurmancî “Gerîneka Guernîcayê“ Yildiz Çakar e ku me di wêjeya Kurdî de ew bi helbestên wê nas dikir.  Roman li Baxlar a Amedê dest pê dike û bi koçkirina karektera sereke Lîsa re li xerîbiyê digere. Naveroka romanê bi ‘bîr-hafiza’ ya Kurdan hatiye dagirtin ku di nav de ji kuştinên li nava kolanan, Newroza Cizîrê ya sala 1992’an bigere ta kuştina Ceylan Onkol a ku hîn pîtika dayika xwe bû, hene. Her çiqas ev bûyerên gelemper hebin jî roman qet di bin têsîra wan de nemayê û bi hûrgiliyên xwe tevneke nû afirandiye ku mirov carinan xwe di nav dînamîzm a serpêhatiyên Lîsa de xwe ji bîr dike. Çakar a ku bi hostatiyeke mezin gerîneka Lîsayê ji mala dayika wê dide meşandin herî dawî jî li wir bidawî dike; vê yekê wek vegera li ser koka xwe dide pênasekirin. Roman ji destpêkê heta rûpelê dawî xwedî razekê ye. Ev nepenî ya di nav gelek beşên romanê de bi awayekî domdar hatiye hûnandin, destûr nade ku xwendevan dev ji pirtûkê berdê û herî dawî jî wan di nav şaşwaziyekê de dihêle ku ew pirsa ji bêhna pêşî ve di serê mirovî de çêbûye bersiva xwe dibîne. Bi vê bersivdayînê mirov cardin xwe li mala dayika Lîsayê dibîne ku evder destpêka despêkê bû.

Rûhê Kurdan ê birîndar
Nivîskar Çakarê bi vê romana xwe ruhê Kurdan yê birîndar bi me dide bibîranîn ku ev birîndarkirina ruh hîn roja me ya îro jî didome. Çakar li ser ruxandin bajarên Kurdan û birîndarkirina ruhê Kurdan hestên xwe wiha anîn ziman: “Heta kewên li ser banan yeko yeko kuştin. Xaniyên hezar salî jî kuştin, dar û deriyên kevnare yên sembola çanda vê axê, ziman û hişê vî bajarî jî kuştin.” Ev yek jî diyar dike ku Çakar ji kesên xwe wek ‘rewşenbîr’ ên civaka Kurd dihesibinîn û qet vê travmaya nabînin, cihê ye û di nav civaka xwe de, kesek ji civaka xwe bixwe ye.

Mîna çîrokeke mîtolojîk e
Aliyekî din yê Gerîneka Guernîcayê ew e ku di rastiya xwe de Lîsa tenê wek sembolekê ye ku bi herikîna rûpelan re xwendevan li cihê Lîsayê xwe dibîne. Çakar vê yekê jî wiha diyar dike: “Bûyerên ku Lîsa dîbîne, dijî û şahidiyê dike, ne mimkune xwe ji reşbiniyê bêpar bihêle. Ji ber ku tiştên tên sere Lîsayê, li gor civakên dinyayê wek çîrokeke mîtolojîke. Lê çîroka Lîsa yê li Amedê di paxila hema hema her Kurdekî/ê de ye.”
Me bi Yildiz Çakar re li ser Gerîneka Guernîcayê, travmayên civaka Kurd, rola jinê ya di romannûsiya Kurdî de hevpeyvînek çêkir ku Çakar dibêje “wê her di romanên Kurdî de emê ‘bêrîkên bajarê xwe, li gundê xwe yê bi aram bigerin, binivîsin’.

Salên 90’î û Baxlar a Amedê, di romanê de wekî zeman û mekan diyarker e. Ji bo nivîskarê ew zeman û mekan çi îfade dike?
Salên 90’î ji bo min nasnameyeke. Amed jî mekana vê nasnamê ye. Her çiqas di salên 1990’an de ez zarok bûm û temenê min biçûk bû jî xeyalên min mezin bûn. Ev nasnama ku ez behs dikim ne nasnameyeke ku bixwe çêbûye an bi hêsanî derketiye holê. Amed bajarekî pîroz e. Her bihosteke axa wê bi xwînê hatiye avdan. Di bin her kevirê wê de temenekî bêgoristan, goriçeyeke bênivîs heye. Û helbet gelek tiştên din. Şahidiya xwînê, talanê, zilmê heye. Her wiha çiqas barê vî bajarî girane û bi êş e jî di heman demê de ax û xwediyê axê gelek zexm in. Kokên wan kûr in. Di romanê de zeman her çiqas weke ku biherike jî ji sembolan tê dîtin ku bi giştî salê 90’î ye û qet naherikin û mekan her çiqas weke ku biguhere jî binhişê lehenga romanê her dizîvire mekana pêşî, Amedê. Ji ber ku roman behsa travmaya kes ango kesên di şer de dike.

Çavkaniyeke bingehîn a êş, azar û trawmayên Kurdan koçberî ye. Mirov dikere bêje romana Kurdî bi gelek aliyên xwe ‘koçber’ e an encama koçberiyê ye..
Bûyerên ku bi sere Kurdan hatine ji trawmayê wê de ye. Heta belkî rojek li ser vê yekê jî gelek tiştên nû, peyv û gotinên nû derkevin holê (di warê zanistîyê de). Di nava ewqas xwîn, kuştin, qetlîam, sirgun, feqîrî, belengaziyê de jî dîsa Kurd hîn li ser linge xwe ne -Newroza îsal ya Amedê bersiveke mezin e, ji gelek aliyan ve- û hîn jî berxwedana Kurdan didome. Bo romana Kurdî jî dikarim vê yeke bêjim; destpêka romana Kurdî û derketina wê siyasî ye. Peyva “siyasî” di xwe de gelek tiştan dihewîne.

Karakterê sereke Lîsa bi êş û trawmayên mezin re rû bi rû ye. Bawer dikim Lîsa neynika jina Kurd e..
Gerîneka Guernîcayê ne karekter roman e. Gerînek romana “bîr-hafiza” ye. Loma jî esasen romanê li ser “bîra-hafiza” Lîsayê û li ser şahidiya bûyeran ve hatiye avakirin. Bûyerên ku Lîsa dîbîne, dijî û şahidîyê dike, ne mimkune xwe ji reşbiniyê bêpar bihêle. Ji ber ku tiştên tên sere Lîsa yê, li gor civakên dinyayê wek çîrokeke mîtolojîke. Lê çîroka Lîsa yê li Amedê di paxila hema hema her Kurdekî/ê de ye. Ne tene li Amedê, li seranserî Kurdistanê. Her çiqas zimanê romanê surreal be jî, bi mantiqê xwe pir û pir zêde realist e. Heta dibe ku kêm be ne zêde ye. Loma jî jinek, keçek, dayikek ewqas bûyerên xerab bijî herhal ne tene reşbînî, belkî qet bawerî bi jiyanê jî neyîne. Lê çîroka me ya mitolojik di vir de dest pê dike. -wek Simurg ji ariya xwe dixuliqe, dîsa bi ser lingan dikeve- û Lîsa piştî ewqas koçberî, êş û eleman vedigere rastiya xwe. Vedigere “bîra” xwe. Ev “bîr” cihê ku Lîsa lê têk çûye. Û Lîsa vê yeke bi me dide zanîn, me cihê xwe li ku winda kiribe divê dîsa em vegerin -wê mekanê û zemanê- û li wir lê bigerin.

Ji bilî êş û azaran tiştekî din ê Kurdan îfade bike tune ye gelo; lehengî, merdî, dilsozî û hwd.! 
Ez wiha nafikirim. Çima? Pirsa te bi du hevokên di romanê de derbas dibin, dixwazim bibersivînim.“Xaltika Şemsê, televizyon dibêje, Çiya daketiye Cizîrê!!!” “... jineke bi emir (bi temen), her du tilîkên xwe rakirine jor, jora herî jor, mirov dibê qey dike çavên ezmên birijîne.” Gelek hevokên wiha hene ku, behsa berxwedan û serhildana Kurdan dikin. Bi giştî roman li ser hafizaya Lîsayê ye loma jî derûniya wê û reşbiniya wê pirtir xwe nişan dide. Bi giştî Gerîneka Guernicayê behsa bûyerekê nake jixwe. Weke min di serî de jî go ev ya binhiş e. Loma jî herçiqas Lîsa bere me dide bûyeran jî ne tene ji paceyekê an jî deriyekî dinêre. Ji her alî ve dixwaze mijarê bide ber çavan. Û lehenga min mixabin nikare çavê xwe li rastiyan bigire. Ger sê gotin ji zilmê re kiribe, gotinek ji nasnameya xwe re jî kiriye. Ji ber ku şer di hemû zemanan de pir bi qilêr e. Loma jî ezê nikaribim çavê pênûsa xwe kor bikim. Wek min di helbestekê xwe de jî gotibû: “Mineta min ji çavên min re; ez baran im, li axa xwe dibarim.”

Bi koçkirina mirovan re bi bajarên kesên ji xwe xerîp re nifşekî metroplît bişkivî. Gelek alî vî nifşî wek ‘kesên bênasname’ pênase dikin. Ev nifş hebûna xwe li kû dibîne, an nifşekî têkçûyî ye?
Koçberiyê -bi şikl- gelek tişt ji me Kurdan xwar. Kesên ji gundên xwe bûn di bajaran de asê man. Ne bûn gundî ne bajarî. (lê ne bi giştî) Vê yekê birînên mezin di ruhê Kurdan de vekir. Gelek trawmayên mezin çêkirin. “Têkçûn” bo me Kurdan carinan bû berxwedan, carinan bo me bû serhildan, carinan bû qehr, merez… Ne tene bo nifşekî, heta şer bi dawî nebe, Kurd nebe xwedî nasnameyekê fermî her wê “têkçûn” di jiyana me de hebe, wê her koçberî, sirgun, qetlîam ji me kêm nebe. Û wê her di romanên Kurdî de emê “bêrîkên bajarê xwe, gundê xwe yê bi aram bigerin, binivîsin…

Evîna Lîsa û Abraham, neçarî ye gelo. Tişta dilê Lîsayê ango mirovî bênasîn bi kesekê/î ve tînegerm dike û xapandina evînê ye ya dike mirov evînê wek tişteke kirêt bihesibîne an ya evîna xwebexş e?
Evîna Lîsa û Abraham tineye di eslê xwe de. Ji ber ku Lîsa “têkçûye”. Abraham jî mêrekî “modela pergalê” temsil dike. Ango çi? Derew, lîstîkên qilêr, hezar maske û hwd. Lîsa him ji canê xwe him jî ji ruhê xwe birîndar e. Nikare vegere Amedê. Li stargehekê digere. Deriyê Abraham perdeyek dikşîne ser çavên Lîsa yê. Ji tekçûna xwe dixwaze xwe ji nû ve ava bike. Loma jî Lîsa di vê beşe de pir halusînasyon dibîne. Qedera xwe û ya axê wek hev dibîne. Di tekçûna xwe de naxwaze winda bibe. Ev yek dibe sedem ku Lîsa vedigere destpêka tekçûna xwe. Ev gerînekeke din e. Vedigere riya mala xwe, xeyalên zarokatiya xwe, rastiya xwe û ya dara xûrmê ku, Lîsa dema ji diya xwe re dibêje “her dar li ser axa xwe şîn dibe” û bi sembola dara xûrmê ya ku di qûtika runê vîtayê de ye ku diya Lîsa yê bendê ye ku dara xûrmê mezin bibe, lê Lîsa di wê herikîna “bîra” xwe de bi me dide zanîn ku dara xûrmê bihustek jî mezin nebû ye.

Metafora jina lêv mor ji destpêka romanê heta dawiyê tê taswirkirin, Lîsa mezin dibe, demsal derbas dibin û hwd. lê teswira jinê her bi heman awayî tê dayîn. 
Spîkera lêv mor û por zer semboleke. Di romanê de dewletê temsil dike. Di salên 80’ê de hew qanalek hebu û di tv’yê de spîkerê wan hemû wek hev bûn. Porên wan, makyaja wan, gotinên wan, sekna wan. Loma jî di bin hişê Lîsa yê de sembola dewletê ku her carê wê di her qûncika jiyanê de digire û dike nava gerînekê ev jina lêv mor e. Di her bûyerekê de reng û cilê wê diguhere, spîkên çavên wê jî.

Lîsa li Stenbolê dibe xwedî kar lê qet behsa karê Lîsa nayê kirin. Ev mînak ji bo romanê hurgiliyên zêde ne an em dikarin bêjin ev yek romanê qels dikin?
Kar û barê Lîsa yê di vê romanê de tenê fon e. Hinek cihan de jî siye. Çiqas qels dike an çiqas xûrt dike nizanim. Bo teknika romanê bo çêkirina atmosfere hin alavên wiha lazim in…

Mizgînînên te hene ji bo me xwendevanên te?
Romana duduya niha bo çapê amade dikim. Ger astengiyek dernekeve payiza 2017’an wê li ber deste xwîneran be. Helbest hene, lê ez naxwazim çap bikim.


Mirov, dîrok û xweza jî kuştin
Civaka Kurd di sala bihûrî de neçar ma li çend bajarên xwe Guernicayê bijî. Bi vê yekê bi travmeya salên bûyî mijara romana te re bi awayekî tundtir careke din rû bi rû ma. Vê yekê bi te çi li derûniya civaka Kurd zêde ango kêm kir?
Gelê Kurd bi sedan sal e gelek qetlîamên mezin dît, jiyan, bûn mexdûr, bûn şahid, ji warên xwe bûn, gundê wan hatin şewitandin, malen wan hatin talankirin. Bi sedan Kurd li Helebceyê bi bombeyên kimyewî hatin qetilkirin, li Zîlanê zarok, jin, mêr, îxtiyar, hatin qetilkirin. Jinên ducanî li ber çavê kesên ku şahidiya vê qetlîamê dikirin, zikê wan hatin qelaştin, zarokên bê nav yên di dinyayeke din de bûn gog li ber lingê leşkerên Tirk. Di qetlîama Dersimê de serê Kurdan jêkirin, wêneyên xwe bi vê kirinê re girtin û pêşkeşî dinyayê kirin. Li cih û warên Kurdan kesên ji miletên cihê bi cih kirin. Xwestin koka Kurdan hişk bikin û ji dîroka wan tiştekê ji bo pêşerojê re nehêlin. Xwestin “Bîra-hafiza” Kurdan ji holê rakin. Wan tine bikin. Bi sedan sal e vê zilmê, xwe dubare kiriye. Îro li Cizîrê, li Sûrê, li Şirnexê, li Nisêbînê dîroka xwînê ya ku li ser Kurdan hatiye ferzkirin xwe cardin dubare kir. Di vê dubareyê de tiştên ku heta niha nehatibû kirin hebûn ew jî xerakirina bajaran bû. Minakên vê gelek hene. Heta niha bi dehan artêş, împaratoriyên dagirker, hatinê Amed bi dest xistine lê ji van împaratoriyan, ji van arteşan yên herî barbar jî piştî ji deriye Amedê ketine hundir, dest nedane bajêr. Lê tabloya niha ya Sûrê, ya Cizîrê pir bi xof e. Li ber çavê dinyayê arteşa Tirk li navenda Amedê berê tanq û topên xwe dan Sûrê. Zarok kuştin, ciwanên Kurdan kuştin, dayik, îxtîyar heta kewên li ser bana yeko yeko kuştin. Xaniyên hezar salî jî kuştin, dar û deriyên kevnare yên sembola çanda vê axê, ziman û hişê vî bajarê jî kuştin. Deng ji dinyayê nehat. Lê çav û dile min vê tebîniyê dinivîse li defterê, ji vê komkujiya li ser Kurdan, ji vê tunekirina bîra Kurdan ne tene dewleta Tirkiyeyê dinya jî sûcdar e. Ji ber ku çavê xwe ji kuştinê re, ji vê qetlîamê re girt.
Niha ruhê Kurdan birîndar e. Îro bandora nivîsên li ser qetlîaman an bîra van bûyerên bi xwîn pir xwedî bandor nine. Ji ber ku Kurd hîn di nava wî agirê de ne. Bo ku bandora romanên şer, nivîs, û hwd. bibe divê civaka Kurd ewil ji nava êgir derkevî û bibînî ka çiqas birîn di laşe wan de di ruhê wan de çêbûne. Lê dawiya dawî nivîskar nikare li benda zemên bisekine. Ew mecbûre bi zeman re qayişa bikşîne. Ji ber ku berpirsiyariya nivîskar “bîra-hafiza” civakê, “bîra-hafiza” dîrokê, “bîra-hafiza” axê bigîhîne nifşeke din, civakeke din…


Feraseta mêranî astengiya mezin e
Di edebiyata Kurdî de jin bêhtir xwe bi helbestê digirin. Lê ji bo roman û çîrok mirov nikare heman tiştî bêje, gelo helbest û jin zêdetir li hev tên an ji romanê tirsek heye?
Bo min helbest li ser her tiştî ye. Lê bele çima jin bêhtir bere xwe didin helbestê divê wek pirsek ji wan were kirin. Bo min vegotina  herî xweş ev e ku cilê herî xweşik li helbestê tê. Pirtir monolog e, anarşîst e, bêqalib e helbest. Lê roman ne wiha ye. Bo romanê ewil zanînek lazim e. Tevnek, vegotinek û girêdana wan hemûyan bi hev re pêwîst e. Ango ferqeke mezin di nava metnên roman û helbestê de heye. Metnên romanê agahiyan radigîhîne, niqaşên mezin dide destpêkirin, dîalogan çêdike. Ji monologê dialog pirtir muhîm e di nava civakên weke me de. Ji ber ku çêkirina nasnameyan, hilgirtina “bîrê” ji bo nifşan, metnên dûz pêşketina gelek tiştan e. Feraseta serdest ya mêran, baweriyek çêkiriye. Dibêje jin nikare romanan binivîse û vê baweriya qilêr pif dike guhê civakê. Zimanê xwe yê hişk, yê mêrane pir serkeftî dibîne û jin çi bike dibêje “na ji min îlham girtiye”. Sala çû dema romana min çap bû tiştên min nebîstî û nedîtî neman. Ez bawer im evan tiştên ku min dî, min bihîst bi serê xwe mijara romanekê ye. Belkî rojek ez behsa van kesên ku xwe di neynikên derewîn de dibinin û aqilê xwe li ser aqilê jinan digirin û xwe ferz dikin, li ser deftera xwe wan hûrhûrî bikim. Fedî nekin wê otobiyografiya we, ew birînên di laşe we de jî bikin tûrika xwe û wê navê rewşenbiriyê li xwe bikin. Divê ev pergala qilêr têk biçe û riya jinan baştir vebe. Divê jin jî van êrişan, ji vê qebûlditîna bi deste mêran xelas bibe.

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar