'Helbest giriyê min e'


Vebêjera xeman, jineke xweşik Fatma Savci. Gava behs li ser helbesta modern a kurcmancî dibe, navê wê di nav şairên şareza de tê hildan. Helbet ne belesebeb ew nav tê hildan. Ew mîna darekê ye, xwedan fêqiyên xweş e. Dareke wisa ye, qurm berdana raboriya xwe, texlît texlîf fêqiyan digihîne bo siberojê. Axek heye jê re mesken da ku mêweyên wê ji tavê têr, ne xerîbe avê, tehm miz, şîrîn bin. Lê tirşî û tehlî jî ji wan ne kêm e. Lewre ew li wê axê, li Kurdistanê lûsiye. Pal xweş daye ewran ji stêrkan ristan dirêse. Xwe ji kiteke xuricî jî nahêle. Behsa navan dike, kêliyekê ji jîyana xwe dide, bîranînekekê dibêje. Lê herî zêde êşbêjiyê dike. Helbestên wê bi dizî li dora me digerin, bi xafilî di nav xelekekê de me asê dihêlin.


  1. Ez nikarim xwe qure bikim û rabim bibêjim, wele ez filan felsefê, hestê yan jî filan tiştê didim xwendevanên xwe. Lê ez dizanim, ez ji dil dinivîsim. 

Em kêliyekê bi Fatma Savci re li ser jiyan û helbestvaniya wê axivîn.
Tu helbesta xwe dispêrî ku serpêhatiyên te çiqasî reng daye helbesta te?
Di nava keftûlefta jiyanê de tûrikek heye bi milê me ve û em vî tûrikî bi tecrûbeyên xwe dadigirin. Ez bawer dikim, hemû nivîskar ji jiyana xwe didin rê. Ji bîr û baweriyan. Helbet çavkaniya helbestên min jiyan, dîtin û bîranînê min in. Lewre ez jî ji vî tûrikî dixwim. Ez behsa xwezayê dikim, bi taybet a Kurdistanê. Bêrîkirinan, evînên nîvçê vedibêjim. Xeyal, xewnên şîn in, zadê aşê min. Ev hemû bi tişta min jiyayî re têkildar in. Heger ez ne jineke Kurd û yeke di nav têkoşînê de bi ciwanî cihgirtî bûma, belkî jî ez ê nebûma. Hebûma jî bi rengekî din minê terh bida.
Ya rastî, ev karê rexnegiran e. Belkî ew rabin bibêjin ka helbesta vê çima wilo ye. Lewma naverok û çawaniya helbestên min malzemaya rexnegiran e. Lê ez bi wê yekê re me ku helbesta min hilberîneke kolektîf e. Ne tenê helbesta min, lê çîrok û bîranînên min jî kolektîfbûnekê dihewînin. Tiştên hatî serê me ne. Pirraniya jiyana min di nav yeke kolektîf de bihurî.

Kolektîfbûneke çawa?
Ez mînak bidim. Wexta ez li çiyê, di nav refên têkoşeran de bûm, ferdiyetî kêm bû. Em bi hev re bûn. Weke kesekî diyarbûneke taybet tine bû. Bêhtirî xwe, em grûp bûn. Mangayek bi hev re em radibûn û rûdiniştin. Êrişên dijmin li ser me tevan bûn. Li nav berfê meş parek bû ji me hemûyan re. Di zindanê de hakeza, carinan em 60 jin di qawîşekê de diman. Jinek bi kabûsekê şiyar bibûya, em hemû pê re şiyar dibûn. Me dizanî ew jin çima hilçiniyaye, di xewna xwe de tirsiyaye û rabûye. Me texmîn dikir, ew çi kabûs e ji ber ku ew kabûs a her 60 jinan bû. Bi êşa hevalake xwe, me gişan ta digirt. Nûçeyek dihat carinan, xerab, em giş xemgîn dibûn. Birçîbûn bûya, em hemû bi grev bûn. Jiyaneke kolektîf bû ya me, ne weke gelek kesan jiyaneke takekesî.

Kêliya gardiyan deriyê qawîşa me vekir, da ez pê re herim, piştî xatirjihevxwestinê hevalekê bang kir got, Savci ma ne hîn civata me mabû. Bi fikire 7 sal. Lê hîn civata me mabû. 

Helbesta te van diteyisîne?
Ez dixwazim bibêjim, helbesta min ne tenê li ser bîra min şîn dibe. Carekê, di televîzyonekê de pêşkêşvanekî ji min pirsî, 'Çima tu di helbestên xwe de nabêjî ez lê em tercîh dikî' Piştî wê kêliyê hin fikar li min peyde bûn. Min jî ji xwe pirsî êdî çimaniya wê.

Ma te hay ji vê ango "Me”yê ne bû?
Na. Ez, haya min jê nebû ku 'em, me' bi kar tînim. Piştî vê îcar min hinekî hewla guherandina vê da. Ji ber ku ez lê fikirîm û min ji xwe re got, belkî ez neheqiyê dikim. Kesên ku min bi wan re kolektîfbûnek bihurand, belkî weke min ne bedbîn in. Lewma ez neheq im bi bedbîniya xwe bibêjim 'em'. Axirî, mabesta min nîşandayîna bîreweriya kolektîf e. Ez dizanim helbestvanê cihanê yan jî yên Kurd ku ji çandeke kolektîf tahm kirine, belkî cihê bin ji fikra min. Û ti gotineke min a başî yan xerabiyê li ser vê tine. Ev encamake jiyana min a ferdî ye.


  • Helbest amûreke bo min ku ez dilê xwe pê dihedinînim. Hin kes digirîn mesela bi heman xwestekê. Lê ez zû bi zû nagirîm.


Helbestên te têra xwe melankonîk in. Melankolîzm û hez a ji jiyanê çawa hev dihewînin?
Ji bo min helbest cihana min a hundurîn e. Gelek kesên ku min nas nakin, gava li rastî min tên, dibêjin, ma tu dikenî, ji hinekan hez dikî? Lê kesên ku min nas dikin, pê dizanin, bê ez çiqas qedr didim jiyanê û kenî. Ev mayîna min a li dinê ye. Lewre, ez her hewl didim ku fêrî tiştekî nû bibim. Berxwedana min a jiyanê her li ba ye. Lê helbesta min, axirî ew dinyaya min a hundurîn e ku ez didim der. Ev rastiya wê ye. Ev rengînî ye bi ya min. Ma dibe, insan tişteke tenê be. Na insan ne tenê rengek e jî. 
Helbest amûreke bo min ku ez dilê xwe pê dihedinînim. Hin kes digirîn mesela bi heman xwestekê. Lê ez zû bi zû nagirîm.


Çima tu nagirî?
Ez fêr bûme. Ez xwe radigirim ku negirîm, da lawaz nexuyim. Hîn jî têsîra van tiştan li ser min giran e. Lê gava ez helbestê dinivîsim, çiqas aciz bim jî dilê min rihet dibe. Weke xweşiya piştî girî ku gelek xwe dispêrinê.
Ne ji bo kesan jî dinivîsim. Yanî ti armanca min tine, ka ez ê çi, çawa bidim xwîner. Gava ez dinivîsim dilê min rihet dibe. Ez û helbest, hezkirina min e ew. Heta jê hez nekim jî qîma min pê naye û dilê min rehet nabe.

Bi risteke te, ez ê ji te bipirsim ji xewnên me re hîn çend demsal hene, çend mirinên din em ê rakevin?
Hest li ser rastiya jiyanê ava dibin. Qedera me tûj û dijwar e. Em ji dîroka xwe dizanin. Kêlî bi kêlî em dimirin, nexweşî diqewimin li welatê me. Rewşa bajar û gundên me li meydanê ye. Em kesan winda dikin, yên me ji wan herî zêde hez kirî. Şûna me jî êdî xera dikin, ji gundan bihurîn dora goristanên me jî anîn. Ev têsîreke giran li ser rûhiyeta mirov dike. Ez ne keseke bêhêvî me. Xwedan hêvî me ku em ê bi awayekî ji windabûnê bifilitin û hebûna xwe nemir bikin. Dizanim ne hêsan e. Ev mirina li dora me digere, wê biçike.

Xwendevanên te çawa qedrê te digirin? Tu çi didî xwendevanên xwe?
Ya rastî, gava ez dinivîsim bêhtir bi xwe û birînên xwe re mijûl im. Helbet gava ez van gotinan dibihîzim, pirr kêfxweş dibim. Mesela carekê min bihîst, hin ciwanan carekê li cafeyeke li Mêrdînê weke navê gelek kesan navê min jî li ser darekê nivîsîbûn. Da ku nîşan bidin, em qedr didin we. 
Rojekê ez li vir, li Ewrûpayê pirr êşiyam û min berê xwe da Stenbolê, xwe li kitêbxaneyekê girt. Ez gelekî êşiyabûm. Tenêbûn, dûrbûna ji her tiştî, nûçeyên bi şewat gişa, tevde dabû ser min. Axir ez li wir, li rastî du ciwanan hatim, min jî ji xwe re li kitêban dinihêrî. Ji xwediyê pirtûkxaneyê re got, ma vêga ev ne Fatma ye. Hatibû da ji hevala xwe re pirtûka min bikire. Min li wir ew hezkirin baş hîs kir. Çiqas kêfa min hat. 
Lê ez bi vê yekê jî dizanim ku hejmara xwendevanên Kurmancî mixabin hindik e. Pirtûka min a herî zêde tê xwendin bi hezar nûsxeyî keys li çapê aniye. Mixabin, em dizanin ku xwedîderketina li edebiyata Kurdî lawaz e. Helbet tiştên baş ên dibin û heyî, ez tine nahesibînim. Lê rewş xeter e. Ev rastî, kêfxweşiya li jorî min qala wê kirî nîvçe dihêle. Yanî em dişibin cemaatekê. Diyardeyek tine ku bi awayekî şênber nîşanî me bide, ka Kurdî çiqasî li rastî elaqeyê tê. Heyf e, em hîn ne xwediyê wan saziyan in ku bi vî karî radibin. 
Li aliyê din, ya rastî, ez nizanim çi didim xwendevanên xwe. Ez nikarim xwe qure bikim û rabim bibêjim, wele ez filan felsefê, hestê yan jî filan tiştê didim xwendevanên xwe. Lê ez dizanim, ez ji dil dinivîsim. Belkî pişka vê yekê di nav têsîra li wan dibe de, heye. Ti kula min tine, ez hin hevokên bi xeml binivîsim.

Mirov pêrgî ‘bîr’ê tê di helbestên te de. Bi awayekî ji awayan hewleke te heye, tu berê mirovî bidî rabihuriyê?
Belkî mesele ez bim. Ez bi xwe diçime rabihuriyê ji ber ku pêdiviya min pê heye ku ez biçime bîra xwe. Lê ez ne bi wê qenaetê re me, hinekan bibim rabihuriyê. Yanî ti niyeta min tine ku ez dersekê bidim hinan, berê wan bidim derekê, fikrekê û hwd. Tişta ez bi serê min de tê, bîr, xewn, xeyal û xweziyên xwe tenê parve dikim. Lê belê heke ji destê min bihata, min tenê dixwest hêviyê bidim xwendevanan. Minê ti carî dewsek ji xemê li ti cihekî nehişta. Min ê ti carî bi xemgîniya xwe ti kesek bedbîn nekira. Heke min bikariya, ez ê bextewar jî bibûma. Lê di wê kêliyê de ku ez bextewar im, ez helbestan nanivîsim. Helbest giriyê min e. Ez ji bo bextewariyê nagirîm.


Tu gerîlaya 16 saliya xwe, 12 sal hepsî, niha jî li xerîbiyê yî. Dilê te bi kîjan çaxî xweş e? 
Tevî ku ez behsa xeman, êşan, mirinan, çûyînan dikim jî ez ji her wexta jiyana xwe hez dikim. Ez ne poşman im ji yek wexta xwe. Lê bila xelet neyê fêhmkirin. Ne ku ez ji qedera Kurdbûnê yan jî ji ya Kurdan razî me ku jin, xort û mêrên Kurd mecbûr in, rabin berxwedanê. Na. Ez dizanim ev rastiyek e. Lê di nav vê rastiyê de heger heps be, heger penaberî be jî wexta mirov kir, bi dilê xwe kir, ez pê tenê serbilind im. Lê ez bi wê yekê re me jî ku çi dibe bila bibe, divê mirov afirîner be. Gava ez li zindanê bûm, hewla min hebû ku ji hevalên xwe fêrî tiştekî bibim. Hevalên gihayî, ji zaningehan hebûn. Li ser sosyolojiyê li ser gramatîka zimên min ji wan alîkarî dixwest. Bi min re gelekî betilîn. Ji ber ku min tenê 5 sal dibistan xwendibû. Civata me bêdawî bû. 
Ez ê ji te re bibîranînekê bibêjim. Li girtîgeha li Stenbolê, Sağmacılar, 7 salan ez ragirtî mam. Carinan greva birçîbûnê çêdibû. Ji ber ku ez lawaz bûm, zû nexweş diketim. Carinan serûm li herdu destên min didan. Lê hevalan bi çengê min digirt, diketin milê min û digotin; rabe em voltayekê biavêjin. Ka were Savci em çîrokan ji hev re bibêjin. Piştî mayîna li wir bi heft salan, operasyonek çêbû, sewqa min derket da ku ez herim girtîgeha li Mêrdînê. Kêliya gardiyan deriyê qawîşa me vekir, da ez pê re herim, piştî xatirjihevxwestinê hevalekê bang kir got, Savci ma ne hîn civata me mabû. Bi fikire 7 sal. Lê hîn civata me mabû. Ev yek ji bo min bextewariyeke pirr mezin û bi qedr e. Ev yek paşê ji min re bû bangeke jiyanî.
Hakeza li gerîla. Ti rêyeke din ji me re tine bû. Çûyîna min a nav gerîla ji min re tekane rêya xelasbûnê bû, ez vê ne weke sloganekê dibêjim, yan ez ê bimirama yan jî ez ê biçûma. Di 16 saliya xwe de, bi zanîn û bi bîrewerî jiyana ku ez mecbûr bûm bidim ber xwe, min qebûl nekir û berê xwe da çiyayan.
Niha li Ewrûpayê jî ez fêrî gelek tiştên din dibim. Ez têdigihim ka ev welat çawa bi zanistê radibin. Rêbaza hevqebûlkirinê, toleransê ez dibînim li vir. Ev jî ji bo min xweş in.

Tercîha awayê nivîsandina te ya helbestan ne sabît e, sedemeke taybet heye gelo? 
Carinan, hestin hene ku ez nikarim di nava teknîkekê de bifetisînim. Lewre mirov dikare vê yekê weke pexşana helbestî bi nav bike. Lê dilê min ne bi wê yekê re ye ku ez hin sînorên teknîkî ji xwe re ava bikim. Ji berdêla di nav golekê de ez soba bikim, hez dikim li nav okyanûsekê de bim.

  • Di kitêbeke Sameran de li ser rûpelekî nivîsîne, "Ma hûn dizanin ku welatê Kurdan jî weke yê me Sameran bûye çar parçe. Zimanê wan qedexe bûye." Îcar ez bi pey wan ketim û dixwazim weke pirtûk vê xebatê biweşînim.
Baş e îcar tu hez dikî kê bixwînî?
Ez hewl didim, hemû berhemên ku bi Kurmancî derdikevin bixwînim. Helbet yên ji Bakur bêhtir dikarim bi dest bixim. Lê yên ji Başûr û Rojava jî ez bi qasî ku bi dest dixim, dişopînim û dixwînim.

Niha tu çi dikî?
Berê di radyoya Swêd de min raport çêdikirin. Lê ez mamostetiya zimanê Kurdî dikim. Û ev 7 sal in zarokan fêrî Kurdî dikim. Ji wan re behsa çand, huner û dîroka Kurdan dikim. Helbet ji wan jî fêrî tiştan dibim.
Helbestên min ên min neweşandî, vêga bûne tibabek. Lê dilê min niha ne pê re ye ez wan weke dosyayekê biweşînim. Lê bêguman, gava bi dilê min kamil hatin, ez ê wan biweşînim.

Lê projeyeke min a din heye. Ez çûbûm nav gelê Samer. Ew xelkê li Swêdê dijî ku welatê wan weke yê me Kurdan bûye çar parçe. Ew jî belav bûne, pirraniya wan li Norwêc, Swêd, Fînlandiya û Rûsyayê dijîn. Wexta min dest bi vê projeyê kir, di kitêbeke wan de li ser rûpelekî nivîsîne, "Ma hûn dizanin ku welatê Kurdan jî weke yê me Sameran bûye çar parçe. Zimanê wan qedexe bûye." Îcar ez bi pey wan ketim û dixwazim weke pirtûk vê xebatê biweşînim.





Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar