Muzîka alternatîf jixwe nerazîbûnek e

  • Ev stran berî her tiştî serpêhatiyek û bîranînek trawmatîk e. Ya dudoyê jî Strana ‘berxik’ bi metaforekê dibêje ‘ez va me!’.
Muzîka Kurdî her ku diçe bi şêwaz û sewtên rengîn û nûwaz dewlemend dibe. Yek ji wan jî Xalit Tarî ye ku par bi albuma xwe ya ‘Sar’ re rê û rehekê bedew û cuda berda nav muzîka Kurdî. Di stranên wî de forma teatral jî hebû, tehma helbestê jî. Carna dibe ‘Berxik’ û tirs û xofa berxikeke ku di nav tariyê de wenda bûyî dide der, carna dibe ‘Pêpûkê’  û dibêje; “Li wê newalê çi bûbe pêpûkê bi me bû…”, carna jî dibe  ‘Xorto‘ û hişyar dike: “Evîn ne heneko yî xorto rastgo yî”Hunermend Xalit Tarî dibêje divê gotinê stranan zimanê ku bêesil û bêçand e û bi lîteratûrek siyasî ku xwe naspêre lîteratûra edebî pak bibe û vê yekê lê zêde dike: “Muzîka Kurdî a nûjen zimanê helbestê bikarbîne ez bawerim wê bi giştî muzîka Kurdî bibe xwedî giyanek û xwe ji vê belengazî û lêwazîyê xelas bike.”
Her wiha Xalit Tarî ji bo hin gazincên wekî “muzîka Kurdî ya alternatîf ne darîçav û berbelav e jî dibêje: “ Baweriya min muzîka alternatîf dema xwe gihand girseyên mezin wê rojê wê bimire.”
Me bi Xalit Tarî re ku ji bo albuma xwe ya duyem dest bi xebatan kiriye li ser albuma wî ‘SAR’ û li ser rewşa muzîka Kurd hevpeyvînek çêkir.

Em ji albuma te dest pê bikin… SAR çawa hilberî… Çima SAR?
Albuma ‘Sar’ di Berfanbara 2016’an de ji Ahenk Muzîkê derket. Di rastiyê de xebateke dûvdirêj e ku digihîje deh salan, lê amadekirin û tomarkirina stranan herdem taloq dibû. Bi navê ‘sar’ tu stran nînin lê belê çarçove û konsepta albumê ya giştî bi teatral û bi formeke cuda hatiye avakirin. Di mijarê stranan de tevna derûniya mirov û giyanê wan tê ristin. Evîn, serpêhatî wendahî, têkçûyîn, aloziya şer û a soxî çingîniyeke xwe dighîne guh û dilê me. Berî herkesî dayiyeke şikestî diponije û di ber xwe de dinihurîne. Lehengên vê çîrokê jin in û em ji jan û kûrahiya giyanê wan û ji bextreşiya wan dicemidin. Paşê di ‘sar’ de  keç û xortên Kurdan ên leheng, bi ceng û evîn û cefaya xwe ya kurdewarî hene ku pevşabûn nebûye para wan, hêvî û reşbîniya wan her dem bi hev re, di rêçekê de, û di qirika hev de… Di giyanê wan de, hest, evîn tevçûn,pevçûn pevçinîn û aloziyeke derûnî li devderiyê wan in. Û trajedîyeke bi xwîn e… Lê xewneke rengîn e jî… Ji ber wê jî ‘sar’ sar e…    

Babetên stranan bi melodî û rîtma xwe ji muzîka Kurdî ya belav cihê ye gelo bi newaya enstrûmanên Ewropî çi di bin çêkirina muzîkek wiha de he ye?
Di nerîna min ya hunerî de sînor tiştekî bê wate ye. Ruhê mirov tenê ne li beledekî ne li bajarekî ye. Digere, dide û distîne. Di hunerê de danûstan, guherîn, bandora çandên biyanî her dem li çandeke din diqewime û bi dîyelektîkeke asê hebûna xwe di nava wext de digindirîne. Di hunerê de û bi taybetî jî di muzîkê de lêgerîn girîng û tiştekî rasteqîn e. Her wiha ne dûrî xwezaya hunerê ye. Lêbelê divê mirov bi ziman û  motifên xwe yên çandî û etnik formên hunerî yên gerdûnî biezimîne û bike mêvan. Wan ji bandorên xerab û bê esil biparêze. Divê hunermend dewlemendiya wêjeyê çandê û helbestê bi xwe re bike heval û li ser van nirxan asta muzîkê bilind û berz çêbike û nehêle ev hilberîn li sînorên axa xwe bialiqe. Divê muzîka dinyayê ji muzika Kurdî bêpar nemîne her wiha muzîka Kurdî jî divê ji muzîka dunyayê ya hemdem bêpar nemîne.

 Gotinên staranan bi melodiyên xwe re sewteke melankonîk li ser rihê mirov dide der. Gelo tişta ku vê dike û me nedîtiye çi ye?                     
Bê guman melankoniyek heye û xwe dide der. Ji xwe mirov di derbarê guhdarkirina stranekê de hest û çavdêriyên xwe bi şîroveyên wek; ‘straneke melankolîk e!’ an jî: ‘çiqas hestên tîr û kûr in!, hişmiraze!’ bi vî rengî hevok û bicihkirinekê de em fehm dikin ku naverok, mijara stranê çîrok û serpêhatiyên wê jî eşkere dike. Ji ber ku li rastî hest û giyanê xwe hatiye û lê baniya bûye. Lê tiştê ku em fehm nakin an jî nabînin, bi tenê di bîr û deryaya mirov ku tê de diqilqile û bi berbi jiyanê ve dibeze û destê xwe digihîne ser birîna çîroka xwe. Em jî xwedî çîrok û serpêhatî ne. Lê em hemû eş û elemê dinyayê bi vebûna guleke bedew jibîr dikin da ku biçilmise..

Strana “Berxik” bi rastî jî ceribandinek nû ye. Mirov cara ewil lê guhdar dike bi denê “mee… me….” piçekî ecêbmayî dibe. 
Ev stran berî her tiştî serpêhatiyek û bîranînek trawmatîk e. Ya duda jî strana ‘berxik’ bi metaforekê dibêje ‘ez vaa me!’. Bi baweriya min tu tişt bi qasî berxikan pakbûyîn û delalîbûnê heq nake. (Bê gûman hemû ajal bêguneh in dilsoziya wan bi xwezayê re heye û ji me çêtir zanin bijîn.) Bi her awayî ew bêhempa ye. Min xwest di jiyana mirov de wendahî, çûyîn, bêçaretî, tirs û mirinê ango hemû tiştê ku derûniya mirov dihejîne bi metafora berxikê bidim.

Navê albûma we ‘Sar‘ paşnavê we ‘Tarî‘ gelo hûn hunermendekî reşbîn û bêhêvî ne? An ev nerazîbûnek li dij pergalê ye?
Rasthatiniyeke balkêş e bi rastî. Lê bi tu mebestê û bi tu zanebûn nehatiye kirin. Peyamek di vê tiştî de nîne. Lê dîsa jî diyardeyeke (fenomenek) lihevhatî û estetîk e. Lê albuma ‘Sar’ bi hemû rengî politik û xwedî peyamek e. Bi her awayî li dijî pergalê ye. Ne bi tenê dijberiyeke sîyasî her wiha li dijî çanda populîst, rêbaz û termînolojî  û zimanê vê pergalê ye jî.

Di albûma te de tesîr û giyana Arjen Arî gelek beloq e. Berê jî hin mûzisyenên Kurd helbestên wî kiribûn stran. Mirov dikare bêje ku helbestên Arjen Arî gelek li rûhiyeta muzîka Kurdî tê?
Arjen Arî piştî Celadet, Qedrîcan, Baba Tahir Ûryan di helbesta Kurdî ya nûjen de ji bo min xwedî cîhekî taybet in. Di wêjeya Kurdî de serbilindî ye. Her wiha Rojen Barnas jî di heman nirx û qîmetê de ye. Û wekî wan gelek kesayetên mezin...
Ku muzîka Kurdî a nûjen û ya etnîk û gelemperî jî li wê lezetê hayil bibe, û zimanê helbestê bikarbîne ez bawerim wê bi giştî muzîka Kurdî bibe xwedî giyanek û xwe ji vê belengazî û lêwazîyê xelas bike. Divê gotinê stranan teqez bên guhertin û ji zimanê bêesil û bêçand, rojane, bi lîteratûrek siyasî ku xwe naspêre lîteratûra edebî û bi temamî ajîtatif û propagandatîf pak bibe. Teqez gotinên strana ku xwe spartine çanda dureh xwe ji vê dûr bixin û bi helbesta Kurdî şa bibe wê bibe xwedî çandeke bilind. Netewebûn û giyanê kurdewarî wê bi vî rengî şîn bibe û ala wê bilind bibe. Divê nêviyên medîyan êdî li ziman û çanda bapîr û dapîrê xwe bibanin û his bikin. Her wiha van nirxên hunerî bigihînin hemû gelên dinyayê. Her wiha ji bo min helbestê dilovan Arjen Arî ji bo binavkirin veçirandina hemû hestên di dilê mirov de tiştekî qelender e.

 Di demên dawî de nîqaşa ne darîçavbûna muzîka Kurdî ya alternatîf çêbû. Gelo muzîka Kurdî ya alternatîf bi rastî jî nikare xwe darîçavtir û berbelavir bike an jixwe mûzîka alternatîf divê ne berbelav be?
‘Muzîka Kurdî ya alternetif’ binavkirina xwe ji xwe eşkere dike. Berî her tiştî muzîka alternatîf muzîka ‘yê din’ e. Muzîka berbelav û berçav xwe digihîne girseyên mezin. Ev tê wateya ku piraniya guhdarvanan xwe ji ser heman normatif û heman hestên demê bi heman pîvanên estetîk û bi reflekseke hissî ya civakî xwe aş dikin. Girseyên mezin dikarin stranê bi heman hestî bi heman kêf û xemgîniyê bi heman çêjê koroyeke bikin û bi hevre bigirîn. Di vê mijarê de em dibînin ku nerîn, hest û pîvanên wan ê hunerî hevbeş in. Ev jî pirsgirêka muzîka populer derdixe holê. Ji ber wê jî muzîka alternatîf weke rexneyekê weke reaksîyonekê derdikeve holê û serî radike. Nerazîbûna xwe nîşan dide. Li dijî îddaya ku ‘mirov bi hemû rastiyên xwe dişibin hev’ ev nerîn bi her awayî şaş e. Ev tişt ji bo kesayetên serbixwe mirinek e. Baweriya min muzîka alternatîf dema xwe gihand girseyên mezin wê rojê wê bimire.

 Heta demekê di muzîka Kurdî de modeya “Koman” berbelav bû, lê êdî em dibînin ku her diçe ev tişt kêm dibe, li gorî we sedemên vê yekê çi ne?
Rast e di salên borî de gelemperîya komên muzîkê gelekî populer bû. Xebatên muzîkal bi awayekî kolektîf dihate kirin. Di wê demê de damezrandina saziyên çandî-hunerî bi kelecan hate pêşwazîkirin. Bê gûman di destpêkê de gelek hewldanên hunerî-çandî çêbûn. Ceribandinên muzîkal di wan salan de dest pê kir. Birastî jî gelek serkeftî bûn û ji pêşeroja muzîka Kurdî re hêviyeke mezin bûn. Her wiha wan jî nesibê xwe ji bandora çanda populist sitand. Ji ber vê bandora populizme, koman rûhiyeta xwe wenda kir û piraniya wan belav bûn.

Hin kesan mijara “muzîka Kurdî di krîzê de ye” minaqeşe kir? Gelo wekî behsa wê tê kirin, krîzek ango li xwe dubarekirinek heye?
Belê… Ez jî di heman fikrê de me. Aloziyek heye, xwe dubarekirinek heye. Ev jî xetere ne li ber deriyê huner û muzîka Kurdî. Xwe dubarekirin formên smilatif di navenda muzîka Kurdî de cîh girtiye. Firotina hestên mirov jî edî di rojevê de ye. Mêtingerîyeke ku ketiye nava muzîka Kurdî. Mixabin tu deman muzîk Kurdî ewqasî bê esalet û bê kesayet nebibû. Di van hevokan de bila herkes bizanibe ku ez behsa muzîka Kurdî ya populer dikim. Ev gelemperî smîlasyoneke xerab a salên borî ye. Sê nifş sê dest guhertiyê û hatiye vê qonaxê. Ango şibandina taqlîtek dinê ye mixabin. Ku em gelemperiya dengbêjiyê bidin aliyekî, bi tenê kurtedîrokeke muzîka Kurdî ya gelemperî dimîne. Lê îro ew jî nîne. Giyanê Mihemed Şexo, M.Arif Cizrawî, Aram Tîgran, Xarabetê Xaco, Miradê Kinê, Meryemxan, Ayşe Şan hwd. edî di nava muzîka Kurdî de nîne, vî giyanî koç kir ji nava muzîka Kurdî ya îro. Ango tiştê ku ez dixwazim bêjim; kesên ku dibên ‘em muzîka Kurdî ya gelemperî dikin’ û muzîka Kurdî ya nûjen rexne û sucdar dikin, bila zanîbin ku ew ji muzîka Kurdî dur in. Ya herî xerab ew ji muzîkê û ji çandê jî dur in. Her weha hin ceribandinên muzîka Kurdî ya nûjen jî di heman rewşê de ne. Lê tevî van hemû tiştan jî ez gumana xwe ji muzîka Kurdî ya nûjen nabirim û bi hêvî me. Ji ber ku hişmendî û feraseta nûjen zane ku huner ne girtîgehek e. Çolbeyareke ku divê bi helbest çand û ziman bi giyanekî kurdperwer bê avdan…
Min berê jî gotibû; divê di muzîka Kurdî de pîvanên estetîk bêne guhertin. Ya dudoyê, divê hunera Kurdî ji hemû tiştên dûrî hunerê azad bibe û navenda xwe ava bike. Ya sisîyan jî teqez lîteratura muzîkê bê guhertin, û edî bi ferasetek û pîvaneke hunerî xwe ji nû ve bivejîne.

 Aloziya ji bo guherînê
Xwebatên nû hene wê çawa bin?
Belê. Ji bo albuma duyemîn min dest bi xebatan kiriye. Di vê albuma hanê de dîsa bi konsepteke cuda, bi ceribandinên nû, ji alî cureyên amûrên muzîkê ve dewlemend û dîsa bi form û xwezayeke din dixwazim ev xebat bigihê ber destê guhdarvanan. Her wiha bo zimanekî bi ekl yê gotinê stranan bi helbesta Kurdî ezê hewl bidim.
Di ferasata min î hunerî de ya herî grîng guherîn e. Nêrîn û nirxandin perspektîfek dinamîk ya hunerî, wê hêstê mirov kûr û fikara wî hê bêtir bilind bike. Wê mirov ji egoyên biçûk dûr bixe her weha wê xwe bighîne çand û şaristaniyekê.
Ji bo muzîkeke çak û serkeftî ez ne xwedî îddaa me; qet!!Lê divê model û prototîpên guhdarên muzîka Kurdî û guhdariya wan werin guhertin û guhê xwe bo muzîkeke dewlemend bel bikin. Divê ‘muzîkjenên Kurd’ dev ji bazirganiya dan û firotina hestên civakê û vexwarina vê şerbetê  berdin.
Bi kurtasî hemû projeyê min ê hunerî wê bi vê bîr û baweriyê pêk wirin.
Armanca min di muzîka Kurdî de ji ‘guhdarvanên xerab’ ne dilşakirineke ne diltêrkirineke; ya rastîn, ‘aloziyek e’ bo guherînê ye…
Hêvî dikim albuma min ya duyemîn wê bo vê guherînê hewl bide.

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar