Dengê mêtiya muzîka Kurdî Eyşe Şan


Bihîstina dengê Eyşe Şanê her dem dayîka min bi bîra min tîne ku digot, “Di dengê Eyşe Şanê de xerîbî û xwelîseriya jiyana Kurd a hezar salan heye...” Peyama herî girîng û bihagiran a hunerî ew e ku guhdaran bibe nava fikirîn û ramanên kûr. 

Doh 21’emîn salvegera mirina xweşbêja Kurd Eyşe Şan li pey me ma. Ew rêwiyeke bi inyad a li dijî zor û zehmetiyên jiyanê bûye ku di nav Kurdan weke Eyşana Kurdan tê naskirin. Eyşe Şan hîna di zarokatiya xwe de, di 15 saliya xwe de diçe ser hewiyê û berê wê dikeve Dêrika Çiyayê Mazî. Bi wî emrê xwe yê piçûk dibe dayik. Lê, gelekî li wir namîne, vedigere mala diya xwe û piştre berê jiyana wê dikeve Stenbolê, ji wir jî Elmanyayê heta bi Radyoya dengê Bexdayê diçe. Ew her tûşî zehmetiyan dibe, bi tena serê xwe dimîne, nexweş dikeve lê qet çongan venade. Newayên wê ne ji bo guhan, lê belê ji bo dilan in. Eyşe Şan li nav civakeke zêhn mêrane, bi jinbûna xwe awazake Kurdî her geş dike ta ku li Izmîrê penceşêr zora wê dibe.
Bi minasebeta salvegera wefata Eyşe Şanê, em bi lêkolîner Kakşar Oremar re axivîn ku Oremar li ser jiyan û hunerê Eyşe Şanê berhemeke hêja li bîra Kurdan zêdekiriye.

  1. Sala 1972’yan Eyşe Şan a ku li Stenbolê careke din zewiciye, ji hevalê xwe vediqete û navê xwe di lîsteya karkarên ji bo Elmanyayê de dinivîse. Heman salê diçe Elmanyayê û li bajarê Munîxê bi cih dibe û di kargehekê de dixebite. Piştre bi alîkariya hin hevalên xwe li bajarên Ewrûpayê ji bo karkerên ji Tirkiyeyê li lokalan stranan dibêje. Li Berlîn, Koln, Awusturya û heta li Holandayê konseran li dar dixe. Piştî vê tecrûbeya Ewrûpayê careke din vedigere Stenbolê û plakan derdixe. Lê bextreşî ji pey nabe, lewma ji ber gefên hêzên Tirk neçar dimîne ku berê xwe bide stareke din. Di wan çaxan de jî ji Radyoya Dengê Bexdeyê vexwendinname jê re tê.

Gelo prensesek bê tac û text dibe ?
Eyşe Şan di karê xwe de xanimeke pispor, hoste û pirr jî dengxweş bû. Hemû êşên wê di dengê wê yê nazik de xûyan e, lê ji bo zelalbûna vê rastiyê jî gere mirov li rex dengê wê yê şilk û nazik naveroka stranên wê baş şîrove bike. Herwiha destnivîsên ku wê li pey xwe hiştine sewiya rewşenbîriya wê ya bilind ji me re diselimîne. Wê bi destê xwe otobiyografiya xwe nivîsiye ku di pirtûka min de xwedî cihekî taybetî ye. Eyşe Şan jineke pirr dûrbîn bûye û qîmeta hunerê xwe baş zaniye, lê mixabin hêşta jî pirraniya hunermendên me heta rûpelek jî li ser jiyana xwe nenivîsîne. Peyamên balkêş di stranên Eyşe xanimê de hene. Ji kilamên mêraniyê û destanên klasîk heta bi stranên ku xwedî peyamên siyasî-civakî ne.
Li ser navê pirtûkê jî, li vira min xwest rastiyeke tehl a dîrokî bi bîra her kesî bînim. Tac û text li vir yanî welat û Kurdistana ku hê jî em tê de xwedî jiyaneke erzan in. Ger di salên destpêka sedsala bihûrî de stratejiyeke Kurdan ya hevgirtî û heta bêhêz jî hebûya, Ingilîz, Fransî, Rûs û yên din wiha erzan daxwazên me nedixistin pişt guhê xwe. Deng û hunerê Qemer El-Moluk Wezîrî, Merziye, Hayedeh û Dilkeş ji deng û hunerê Meryem Xan, Nesrîn Şêrwan û Eyşe Şan zêdetir nîne. Di hemû jiyana xwe a tije êş û keder de Eyşe Şanê heta carekê jî nehate teqdîr kirin. Ji ber bextreşî, êşa bindestî û bêparbûna Eyşe Şanê ye ku ez wê wek “ Prensesa bêtac û text ” bi nav dikim. Heger li Tirkiye û Kurdistanê jî ew rastî gelek nerihetiyan hat, belê Kurdbûn û strîna kilamên Kirmancî sûçê wê yê mezin bû, lê ew heta roja mirinê poşmanî rêvîtiya rêbazeke wiha nebû.

Te di xebata xwe de cih daye nihêrînên gelek kesên cihê. Gava mirov li encama vê xebatê dinihêre di nava civaka Kurd de cihê Eyşe Şanê çi ye, bi kîjan maneyê bi gewde dibe?
Bi wan niherînên ku li ser Eyşe Şan û hunerê wê di pirtûkê de hatine belavkirin, min xwest binihêrim ka di hiş û bala civakê de haydariya ji ked û navê Eyşe Şanê çiqas e. Bi wan pirsên ku min ji xelkê dikirin yan jî nameyên ku li ser projeya xwe ji hunermend, rewşenbîr û siyasetvanên Kurd re dişandin, nihêrînên dewlemend û balkêş digehane destê min. Cihê Eyşe Şanê û rûmeta wê di nava hemû çînên civakê de zêde û ew qedirzanîna keda wê hêşta jî pirr bilind e. Min hingî zanî ku hafize yan jî bîra me ya dîrokî ewqas jî bêhêz nîne.

Dengê hişyarker ê ji bo hêviyê
Eyşe Şanê bi gotina hinek kilamên taybetî peyamên girîng yan jî evîna ji ziman û hunerê Kurdî di dil û mejiyê gel de zindî hiştine. Dawiya salên 1950´î demek bû ku li bakurê Kurdistanê bêdengîyekê civak ber bi fetisandinê ve dibir. Xulamokên weke Celal Gûzelses ku bi nirxê rojê dijiyan û weke gulberojê rûyê xwe digûherandin, ji hêla dewleta şovenîst û înkarker ve dihatin bipêşxistin ku mîrasa Kurdan ya hunerî hemû bidizin. Di şertên wiha de Eyşe Şan bi dengê xwe xeteke îbtalê bi ser wê planê de dikişîne. Hingî bihîstina kilameke Kurdî weke ayeteke îlahî a hişyariyê hêz û moral jî dida civakê. Hingî bi rêya radyoyên Yêrîvan û Bexdayê ew deng digihane xelkê. Di vê navê de di civakeke xwedî desthilatdariya feodalî, bihîstina dengê xanimeke weke Eyşe Şanê, weke bangê mûezinên mizgeftê bû ku sibehê zû xelk ji xewê şiyar dikirin ku bi hêviyên mezin dest bi jiyaneke nû bikin.

Bi serê xwe şoreşek bû
Eyşe Şan xwendevaneke jîr a dîwana dengbêjên dîwanxaneya babê xwe Osmanê dengxweş bû. Keça Amedê ye û di karê xwe de hoste û şahreza ye. Hostatî bi wê wateyê ku peyvên wê dewlemend, qirka wê û awayê strîna wê Kurdî ne. Ji qada nasnameya hunerê Kurdî dernakeve û wan strana dibêje ku ruhê guhdaran bêxe nava liv û lebatê û wan birecifîne. Kî dikare bi bihîstina strana Gidî lolo û çîroka Seyranê neçe nava kûrahiya derya xemên jiyanê? Bi strîna, “Derdê hewiyê, welatê min Diyarbekir, Heywax dayê, Ez Xezal im” û hwd daxwazên wê ji civakê çi ne?!
Eyşe Şanê di tevahiya jiyana xwe de nefesekê jî nesekinî. Hemû armanca wê bilindmayîna nav û dengê Kurdan bû. Li ba wê stran di wan şert û mercan de ku siyaseta reş a asîmîlayonê bi çar gavan ber bi pêşve diçû, ji îbadet û nimêjê jî pîroztir bû. Çimkî ew ji malbateke oldar bû û baweriyê bi îslamê pirr bilind bû. Xweşiya dengê wê berê bi xwendina Qûran û mewlûdnameya Mela Hesenê Bateyî ve ji hêla xelkê ve hatibû hezkirin.
Ji ber deng, kesayetî, rewşenbîrî û esaleta  wê, zû hemû çînên civakê hez jê kir, lê hem dewleta Tirk, hem şêx û axayên feodal û heta hem jî malbatê ji ber karekî wiha jê hez nekirin.
Dengê ku heza ji doza Kurdistan, ziman û hunerê Kurdî gihande asteke cuda ya beriya salên 1950´î. Ev kar jî bi serê xwe şoreşek bû û divê ew bîr û ramanên Eyşe Şanê li gorî şertên dema xwe bêne analîzkirin.

Gava mirov bala xwe dide awaza Eyşe Şanê, mirov li rastî çi newayê tê?
Newayên wê xem û êşên Kurdan, jinên bextreş û vegotina derdên wê bi xwe ne.
Bihîstina dengê Eyşe Şanê her dem dayîka min bi bîra min tîne ku digot, “Di dengê Eyşe Şanê de xerîbî û xwelîseriya jiyana Kurd a hezar salan heye...”
Peyama herî girîng û bihagiran a hunerî ew e ku guhdaran bibe nava fikirîn û ramanên kûr. Dema hûn bêsaz û sazbend guhdariya dengê wê bikin, dengê wê bêtir resenatî û xweşiya xwe dide diyarkirin. Wê dabû ser şopa babê xwe û hesreta wê parastina mîraseke bihagiran bû ku nedixwest di bazara taciran de bihayê xwe yê giran ji dest bide. Ew bi newa û awazan klasîk û nûjen hatibû wê qadê ku beriya wê Meryem Xan tê de hebû.
Li gorî hevpeyvîna ku min sala 2007´an bi hunermend Husno (muzîkjenê orkestraya Celal Gûzelses) re li ser Eyşe Şanê çêkir, bihîstina dengê wê hê li sala 1957´an ji hêla Celal Gûzelses (1899-1959 ) ve hatibû ecibandin û heyran mabû: “Ev keçka han a deng zelal çima li Diyarberkirê nema ku tevî min stranên dudengî bibêje...”

Di civakake feodal de Eyşe Şan çawa kariye bi dengbêjiyê rabe? Ew li rastî çi zehmetiyan hatiye
Bersiva vê pirsê her kes dikare bi guhdarîkirina stranên Eyşe Şan û dengê wê xemgîn peyde bike. Ji hêlekê civaka feodal, ji hêla din qanûnên dewleta Tirk ên li dijî naskirina realîteya Kurd û ji van jî girîngtir atmosfera mêrsalarî li dijî dengbêjiya jinê ne. Ji hêla din jî dînê Îslamê û mirovên oldar dengê jinê ji bo strînê heram dizanin. Eyşe Şan tevî ku hemû malbat li dijî karekî wiha ye, lê bi ya xwe dike û dibêje, “Yê ku xwedî dilê şêr nebe, nikare bibe rêvînê/a evînê”. Dengê wê yê xweş wisa ji hêla xelkê ve rastî pêşwaziyeke germ tê ku qedexe kirinên dewelta Tirk jî nikarin sînorên hunerê wê asteng bikin. êdî Eyşe Şan bêyî ku bixwe zanibe di nava Kurdan de weke “Eyşana Kurd” xwedî navekî Kurdistanî ye. Ew salên dirêj ji dîtina dayîk, bajar, war, gund, xwîşk, bira û hevalên xwe bêpar dimîne, lê evîna ji ziman û kilamên Kurdî ew niqomî nava oqyanoseke bêbinî kirine.
Dengê Eyşe Şanê şilk û nazik e. Ji dil distire û dengê wê zû li ser dilan hêlîna xwe vedike. Wê di wan salên giran de nûnertiya sedanhezar jinên welatê xwe dikir ku nedikarîn dengê xwe li dijî zordariyên civakê bilind bikin. Di salên 1970´yî de Eyşe Şan kilama “Derdê hewiyê” dibêje. Naveroka wê stranê bi serê xwe şoreşek li dijî qanûnên dînê Îslamê ye. Derdê hewiyê peyameke dîrokî û ji jinan re jî banga hişyariyê ye.
Hunermend ew kesin yên ku di dema xwe de cesareta beyankirin rastiyên civakê di berhemên xwe de bi zelalî vebêjin.
Eyşe Şan li gorî mercên wan salên jiyana xwe şoreşgereke mezin ku li dijî nerindiyên civakê serî hil dide û dibêje, ne û êdî nabe. Berdêlên vê bizavê jî jê re giran lê ji civakê re mîraseke bêmirin e.

Di pêvajoya lêkolîna xwe de tu li rastî çi zehmetiyê hatî?
Zehmetîyên herî mezin ew bûn ku di nava Kurdan de ti sazî û rêxistin nebûn ku ji bo ger û lêkolînê piştgiriyê bidine mirovî. Bi qasî deh salan ez li ser projeya Eyşe Şanê sekinîm. Berê min di Mezopotamiya TV de jiyan û hunerê wê kire mijara bernameya Navdarên Kurd. Belgefilmeke ku xelkê pirr pêşwazî lê kir û ev karê han bû sedem ku ez êdî bi her awayî wê pirtûkê bi dawî bînim. Ji Hewlêr û Izmîrê heta bi Amed, Entab, Wan, Enqere, Dihok, Zaxo û Bexdayê der bi der geriyam. Carinan peydekirina wêneyekî Eyşe Şanê 4-5 rojên min digirtin. Dema min ew wêneyên orjînal jî peyda dikirin xwediyê wêneyan perekî zêde ji min dixwest. Ji malbata Eyşe Şanê tenê kurê wê Mirad hevkariya min kir, lê xwîşkeke wê got, heta tu pere nedî min ez li ser Eyşê naaxivim!
Dema ji hêla şaredariya mezin a Amedê, çapkirina pirtûkên min bi germî hate pêşwazîkirin, êdî hemû mandîbûn û zirar ji bîra min çûn. Rêzdar Osman Baydemîr û hevalên weke Mem Mîrxan û Amed Çeko hemû cûre hevkarî ji bo çapkirina kitêban dane min.
Serfirazîya herî mezin ji min re ew bû ku dema birêveberên HDPê diçine seredana rayedarên başûrê Kurdistanê pirtûkên min ji hêla kesayetiyên karîzmatîk ên weke Selahettin Demîrtaş û Osman Baydemîr ve weke xelat ji kesayetiyên weke rêzdar Mesûd Barzanî û Hêro Îbrahîm Ehmed re dihatin pêşkêş dikin. Pirtûk heta niha du caran hatiye weşandin û ji hêla gel ve jî bi başî hatiye pêşwazîkirin.
Pêwîst e sazî, enstîtû, rêxistin û dewlemendên Kurd piştgiriyê bidin nivîskarên Kurd. Bawer bikin, ew êşa ku Eyşe Şan û Mihemed Arifê Cizîrî kişandine, kesên weke min jî dikişînin, lê qet nebe me nanek heye ji bo xwarinê.
Ez ê ji navdarên me re karên mezintir bikim. Bila nifşên îro û paşerojê zanibin ku hebûn û mayîna me deyndarî keda wan navên nemir e. Divê şopa wan wenda nebe.



Eyşe Şan kî ye?

Eyşe Şan ku di nava civata Kurdan da bi navên mina Eyşana Kurd, Eyşe Şan, Eyşe Xan, Eyşana Osman, Eyşana Eli û Ayşa Şan tê nasîn di Mijdara sala 1938’an li bajarê Diyarbekirê hat dinê. Ji aliyê bav û dê ve, xwedî malbateke mezin û navdar e. Navê diya wê Heciye Xanim û ji êla Hacî Mistefa Begên Erziromê ye, navê bavê wê jî Osman e û ji eşîreta mezin a Cibriyan e. Bavê Eyşe Şanê, Osman bi xwe ji dengbêjekî navdar û her wiha mirovekî gelek dîndar bûye.

Destpêka stranbêjiyê
Dema sala 1947’an bavê Eyşe Şanê dimire, ew keçikeke 9 salî bûye. Piştî vê bûyerê jiyana malbatê diguhere ku êdî bi tena serê xwe mane. Sala 1958’an keça Kurd Eyşana dengnazik ji bo yekemîn car di nava civata jinan de stranên ku ji dengbêjên mîna bavê xwe hîn dûye, distire. Her kesê dengê wê dibihîze, ji guhdarîkirina dengê wê hez dike. Bi vî awayî ew dest bi strîna kilaman dike. Lê di despêkê de rastî nerazîbûnên nasên xwe di serî de yên birayên xwe tê.

Êş û elemên dinê
Eyşe Şan hîna di 15 saliya xwe de bi Şewket Tûran re dizewice, berê wê bi Dêrika Çiyayê Mazî dikeve, weke hewiyekê. Li Dêrikê dibe dayîka keçikekê. Her çendî ew xwediyê keçekê jî bûne, lê Şewket û Eyşe Şan li hev nakin û Eyşe Şan radihêje keça xwe û berê xwe dide mala xwe li Amedê. Piştî wextekî, ji Amedê jî bi saya hin nasan berê xwe dide Entabê û li vir bi karê pînekirin û dirûtina kincên qetiyayî debara xwe dike. Eyşe Şan, bi alîkariya Naîl Bayşû du salan li Radyoya Entabê bi Tirkî stranan dibêje. Lê ji ber ku ya dilê wê gotina strana Kurdî ye, wê ji radyoya derdixin. Piştre Eyşe Şan diçe Stenbolê û cara yekemîn bi Kurdî û Tirkî stranên xwe tomar dike ku plak jî derdikevin piyasê.

Weke karker diçe Elmanyayê
Sala 1972’yan Eyşe Şan a ku li Stenbolê careke din zewiciye, ji hevalê xwe vediqete û navê xwe di lîsteya karkarên ji bo Elmanyayê de dinivîse. Heman salê diçe Elmanyayê û li bajarê Munîxê bi cih dibe û di kargehekê de dixebite. Piştre bi alîkariya hin hevalên xwe li bajarên Ewrûpayê ji bo karkerên ji Tirkiyeyê li lokalan stranan dibêje. Li Berlîn, Koln, Awusturya û heta li Holandayê konseran li dar dixe. Piştî vê tecrûbeya Ewrûpayê careke din vedigere Stenbolê û plakan derdixe. Lê bextreşî ji pey nabe, lewma ji ber gefên hêzên Tirk neçar dimîne ku berê xwe bide stareke din. Di wan çaxan de jî ji Radyoya Dengê Bexdeyê vexwendinname jê re tê.

Başûrê Kurdistanê û Iraq
Sala 1979’an Eyşe Şan diçe Başûrê Kurdistanê. Li Dihok, Kerkûk, Hewlêr û Bexdayê bi hunermendên mîna Mihemed Arifê Cizrawî, Îsa Berwarî, Gulbihar, Tehsîn Taha, Nesrîn Şêrwan û yên din re derdikeve ser dikê. Her wiha bi gelek kesayetî û hunermendên Kurd re, yên mîna Segvan Ebddulhekîm, Ebdulrehman Mizorî, Dr. Bedirxan Sindî, Resûl Gerdî û yên din re hevdîtinan pêk tîne. Li aliyekî din jî di Radyoya Dengê Bexdayê de li gel navdarên Kurd stranan dibêje. Gava muhleta paseporta wê hindik dimîne berê xwe careke din dide Tirkiyeyê.

Penceşêr û mirina sar
Piştî ku Eyşe Şan vedigere Tirkiyeyê bi stranbêjiyê re elaqedar nabe û weke karker di saziyeke dewletê de dixebite. Lê ji ber ku carekê li Izmîrê derdikeve ser dikê, ber bi Kutahyayê ve tê sirgûnkirin. Hingê bi tena serê xwe ye, ne kur ne jî keça wê lê xwedî derdikevin. Piştî diçe Kutahyayê li wir nexweş dikeve. Bi hewldanên xwe dike ku tayîna wê bidin Izmîrê. Lê li wir jî bi kanserê dikeve û Eyşe Şan 18’ê Kanûna 1996’an li nexweşxaneya Izmîrê, jiyana xwe ji dest dide. Dema Eyşe Şan li xerîbiyê mir, kêmtir ji deh kesan beşdarî li merasima veşartina cenazeyê wê dikin.
Ji sala 1979’an heta geşbûna şoreşa li bakur, Eyşe Şan pirr kêm xuya dibe û ji bo debara xwe jî di îdareya postxaneya bajarê Izmîrê de dest bi kar dike. Sala 1991´ê, piştî reva Kurdên Başûr a ji destê Beesiyan, kasetekê derdixe û careke din bêdengiya salên dûr û dirêj dişikîne. Eyşe Şanê jî gelek stranên klasîk ji mirinê rizgar kirine. Wekî strana Cembeliyê Mîrê Hekariyê, Strana Mem û Zinê, Lê Lê Bêmal, Zerî Heyran, Cemîle, Bêrîvanê, Koçerê, Lawikê Metînî, Meyro, Hesenîko û gelekên din. Stranên ku Eyşe Şanê di çaxê jiyana xwe de afirandine û gotine, navdar bûne: “Derdê Hêwiyê”, “Qederê Yar” û “Xerîb im Dayê”
Her wiha Eyşe Şanê piştî salên 90’î stranên sîyasî yên mîna “Werin Werin Pêşmergeno” û “Newroz û Diyarbekir.” gotine. Ayşe Şanê gelek stran tomar kirine: Wekî stranên Lê lê Bêmal, Lorkê Lorkê, Dayikê Qurban, Qederê Yar, Cemîle Here Were, Xezal, Lê Lê Dînê, Memir Memir, Xivşê, Kirasê Te Meles e, Yar Meyro, Derdê Hewiyê, Hepsiyo, Min tu Dîbû, Memê Alan, Nazliyê, Wey Saliho Kurmam û gelekên din.
Beşek ji Wey Saliho Kurmam ku ev kilam xwedî çirokeke rasteqîn e wiha ye:
Nûrê digo, Saliho çûme Diyarbekira şewitî berî dêr e
Min dî hakim hat û ceza reysî pê re
Ez ê herim pêşiya vana devê xwe têxim saqa di gîzmê re
Ez ê bêjim Salihê min ê kurmam emir piçûk e, çardeh sal e
We çima sed û salek îdam dane jê re...


Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar