Kayıtlar

Şubat, 2019 tarihine ait yayınlar gösteriliyor
Resim
Wergera sê çar rûpelên ji romana Bextiyar Elî 'Bajarê Musîkjenên Spî' ku bi Elmanî hatibû çapkirin. Hêvî dikim bi kurmancî jî derbiçe. Piştî meşeke bi saetan Celadetê Kotr û Sarhang Qasm bi Ishakê Lewzerîn re gihan xaniyekî spî yî mîna zinarên stêrkeke dûr spî û li pêşiyê dergeheke bi temamî ji siyên daran nixumandî. Xaniyekî di nîvê bexçeyekî mezin de, bi aramiyeke bi sêhr, bi bêhna xwezayê û bi qudreta darên qedîm pêçayî. Paceyên mezin î ber bi derve vedibûn, hemû ode bi rengê spî boyaxkirîbûn û li xênî tenê hin firax û çend ocaxên muezam hebûn. Erzaqa lê dikarîbû têra înzîwayeke bi salan bikira. Îshakê Lewzerîn hîn di serî de ji wan re hin qaîde bi nav kirin. Diviyabû her sêyan xwe rojane bi ava cemidî bişûşta û bi hev re taştê bixwarana. Û divê her du her wextî ji wî re amade bûna. Di çend rojên pêşîn de Ishakê Lewzerîn qet tiştek nekir. Gava tavik derdiket wî xwe dida ber û tenê digot:“ Bihêlin bila tav xwe ber de nav giyanê we.“ Gava baran dibarî, wî xwe dida ber ba