Jaro Elo şûr geheşte Elo Dino
- Mihemed Begê Mîr ku heta wê demê ti xeman naxwe, dikevê mitalan û tatêlan ka çawa dikare çareyekê ji Elo re bibîne ku ketiye kelehê li ber wî serî hildaye û mîrîtiya wî bi tiştekî nahesibîne.
Ewê seri li ber Mîrê
Bota, Mihemed Beg rakirî, Elo ye, Eloyê Dîn, Elo Dino ye. Kesên ku ev
mêrxas sipartine bîra xwe ji xwe dizanin bê kî ye. Yên jê ne haydar in
jî werin em tevde Elo, Eloyê Dîn li bîra xwe zêde bikin.
Elo Dîno, Elo Dîno, Elo Dîno, Elî axawo
Simbêl reşo, xwîn şêrino, Elo Dîno, Eli axawo
Qesra Elê mermer gişte, Elo Dîno, Elî axawo
Birca Elê mermer gişte Elo Dîno, Elî axawo
Elo
Dino an ewê ku bi çerxa felekê re di nav gel de bûye Elo Dîno li goma
Dinowaya gundê Bafa Hezex a Şirnexê di mala Emer Begê de di nav
belengaziyekê de tê dinê. Navê wî yê bi rastî Eledîn e. Lê nîştecihên
Mîrekiya Botan bi kurtayî jê re dibêjin Elo û ji ber ku li goma Dinowa
çêbûye li navê wî Dino jî zede dikin. Biqasî ku tê zanîn Elo, di sedsala
16’emîn de jiya ye. Di wan salan de Mîrekiya Bota di bin
desthilatdariya Osmaniyan de ye. Xelkê Bota jî ji ber bac û tehda
Osmaniyan belengaz û birçî ye.
Wî
çaxî li ser textê Mîrekiyê Mîr Mihemed Beg heye û bi zext û zora xwe ne
kêmî walî û paşayên mêtingera ye. Hal û hewalê xelkê Bota ji bilî
bazirgan û ehle Mîrekiyê bi keser û axîn e. Di demeke wiha de Eloyê kurê
Emer li dora Ava Mezin ango Çemê Dicleyê dibe ciwanekî simbêlreşî
zîrek. Bi jêhatîbûna xwe nahêle ku yeka wî bibe dido. Ew jî wek gelek
şeniyên Bota ji neçariya xwe û xelkê xwe re li dermanekî digere.
Ew şûrê beran pişte, jaro Elo, Elî axawo
Qesra Elê nava rêyo, birca Elê nava rêwo
Dengê du şêran we têyo, jaro Elo bi şûr çuyêwo
Dengê du şêran wê xweş tê, jaro Elo bi şûr geheşte
Serhatiya rêbirê adil
Axir
Elo rojekê hevalên xwe li dor xwe kom dike. Ji wan re dibêje, “Birano
ev çi hal e çi zewal e. Em ji ber baca Osmaniyan nîv têr in. Xelkê me
gezek nanê germ nexwar. Di bin vê bindestiyê de ji jiyanê para me jan û
gizîrî ye. Kêf û dîlan jî ya paşa, mîr û xizmên wan e. Bi xulamtiya me
dixwin û vedixwin.” Elo kêm û zede bi van gotinan biryara xwe ya
serhildanê dide û bi hevalên xwe re berê xwe dide keleha Bafê ya di
malzaroka Dîcleyê de. Kelehê bi dest dixin û wir ji xwe re dikin wargeh.
Piştre zincîrekê tavêjin kevirê li hember kelehê û rêya keştî, kelek û
qayikên bazirganan digirin heta bacê ji wan nesitînin jî rê nadin wan.
Elo, baca ji bazirganan distîne bi xelkê Bota re parve dike û her ku
diçe di dilê gel de cih digire.
Ne çerxa felekê, dolaba xurtan lê digere
Piştî
vê yekê, Mihemed Begê Mîr ku heta wê demê ti xeman naxwe, dikevê
mitalan û tatêlan ka çawa dikare çareyekê ji Elo re bibîne ku ketiye
kelehê li ber wî serî hildaye û mîrîtiya wî bi tiştekî nahesibîne.
Bazirgan jî bi gilî û gazinan xwe tavêjin bextê Mîr û dibêjin, “Elo bayê
berî bahozê ye. Ew bûye serê duyemîn li warê te û me ji ber daye
yemanê. Mîrê me ji me re çareseriyekê bibîne.” Bazirganê kedxwar û Beg
li hev dikin û pilaneke bi dek û dolap çêdikin.
Bi
ser serrakirinê re bihar tên, zivistan diçin Elo û hogirên wî li keleha
xwe bi hêz û şehrezatir dibin. Rojekê ji rojan Ava xopana Dîcleya har
keştiyekê li milê xwe dike û wê bi xwe re tîne ber bi zincîra Elo ku
bûye xezeb li ser bazirganan. Elo dibîne, li ser pişta avê keştiyeke
xemilandî ku bi dengê dahol û zirnê re çîk çîka jinan jê olan dide tê.
Zincira xwe wek her carî tavêjin pêşiya keştiyê. Lê keçiçek ciwan bi
dengekî nerm dibeje, “Em ne bazirgan in. Tu mêr jî li cem me nînin. Em
xelata Mîr Mihemed Beg in, wî em ji bo Elo Beg şandine. Begê me bi Elo
serbilind e.”
Ev gotin bi xweşiya Elo tên û hevalên wî jî dibêjin, “Li gor edetên Botiya vegerandina xelatan nabe.”
Elo jî piştî van gotinan xwe di berde nav keştiyê û bi wan keçikan re dikeve nav kêf û xweşiyê ta ku sermest dibe.
Dûvre
sîxurên Mîr, ku ew ji nav hevrêyên Elo bi bertîlan xapandibûn, keştiyê
dibin ber qesra Mîr û Elo dibin dîwana wî. Elo piştî wextekî dirêj tê
ser hişê xwe dibîne gava li ber Mîr e û dest û ling zincîr kirine. Wî
çaxî fêhm dike ku hatiye xapandin. Mîr dibîne ku hatiye ser hişê xwe jê
dipirse:
“Elo ma tiştek ji vî halê te nexweştir heye?”
Elo bersiv didê: “Belê ji vî halî gelek nexweştir jî heye.”
Mîr dipirse: “Ew çi ye gelo ji vî halê te kembaxtir Elo?”
Bi kotek Elo bersiv dide, ji ber ku Mîr ferman dabû ku herdu milê wî bên kolan û di wan de find werin vexistin.
“Tişta
ji vê rewşê nexweştir ew e ku dema mêhvanek werê mala mirov, tutişt di
mal de nebe ku mirov deynê ber mêhvan. Aha ev e begê min.”
Bi
hesana van gotinên Elo, Mihemed Beg bi lez dibêje xulamên xwe, “Wey
xweliya Bota li serê me, Elo ne mêrê kuştinê ye. Gidi zu wî vekin û agir
ji milên wî derxin.”
Lê heta
Mîr van fermana dide agirê sor laşê Elo hembêz dike û bêhna goştê wî bi
hewayê re dike heval û dilê Elo careke din nalebite.
Eloyê serhildêr ku ji neçaran re bûbû çare bi vî awayî tê xapandin û tê kuştin. Li pey wî bi gelek formên cuda çiroka wî gih bi dengê dengbêjekî/ê gih bi yê çîrokbêjekê/î re tê heta vê roja me. Her wiha bi navê Elo Dîno govendeke gelêrî ya herêma Bota heta îro jî tê gerandin.
Yorumlar
Yorum Gönder