Kayıtlar

Mart, 2017 tarihine ait yayınlar gösteriliyor
Resim
Spîtama “Bîr”a me ye "Ger mîtos an jî Bîreke hevbeş tune be em ê wek pelên daran piştî demekê zer bibin û ber bi bayê demê bikevin û winda bibin. Ji bo em winda nebin û hevdu winda nekin divê em Bîra xwe baş bikolin û binasin."   R omana Rênas Jiyan “Spîtama”, piştî derçûbû li rastî elaqayek mezin hatibû û di demeke kin de çapa xwe ya duyemin jî kiribû. Rênas bi ramanên pêxemberê Kurd Zerduşt me di axa Medyayê de li keştiyekê siwar dike û serpêhatiyên Zerduşt bi me dide temaşekirin. Kesên ku dibin rêwiyên ve keştiyê xwe di nav sahneyên şerekî de dibînin ku şer şerê li dij tarîtiyê ye. Her wiha li cem vî şerî rêwî dadikevin “Bîra Kurdan” û kûrahiya ruhê kurdan jî ku Rênas helweste xwe ya bi vê kirinê wiha nîşan dide: “Bi vê romanê min xwest ku ferqa do û îro derxim holê û kurdê/a ku îro ji xwe û nirxên xwe fedî dike bê do çiqasî serbilind bû û bi vî awayî karibim derûniya bindestiyê destnîşan û xera bikim.” Medya ya ku demê civaka ku Spîtama tê de dijiya di bin zextê d
Resim
Ji tinebûnê avakirin: Perwerdeya li Mexmûrê   K ampa Mexmûr, ji bo Kurdên ku ji Bakurê Kurdistanê ji ber zilma dewlata Tirk koçber bûn, bû stargehek. Şeniyên wê ku sala 1994'an ji herêma Botanê nexasim ji Qileban û Colemergê koçî Mexmûrê kirin, di rê de gellek zehmetî kişandin heta xwe bigihînin Mexmûrê. Li Mexmûrê ji tinebûnê jiyanek, bajarek ava kirin ku niha tê de her tiştî heye. Helbet çîroka avakirina Mexmûrê ne bi hevpeyvîneke tê vegotin, li ser vê çend roman bên nivîsandin, çend fîlm bên kişandin, hindik e. Perwerdehiya Mexmûrê ji bo zaravaya Kurmancî devera herî zindî ye, ji ber ku li wir tecrûbeyek demdirêj heye ku dikare ji bo parçe û cihên Kurmancîaxêver jî bibe mînak. Mamoste Hisên Kara ku ji roja ewilî ve li Mexmurê ye û di warê perwerdê de kedkarekî dilsoz e, Li ser avabûna perwerdeya Kurdî ya li Maxmûrê serpêhatiyên xwe bi me re parve kirin. " Wî çaxî UNİCEF'ê jî li qampê hebû lê tu alîkarî li me nekir. Saziyeke ku ji hemû zarokên cîhanê re a