Kayıtlar

Nisan, 2017 tarihine ait yayınlar gösteriliyor
Resim
Li şûna ku em wergerînin em werdigerin! Li bakur, çi kesê ku Kurdî-Tirkî bizanibe, xwe li wergerandinê radikişîne. Qaydeyên gramatîk li hêlekê; di gelekan de, şikestineke mantiqa zimanî derdikeve holê. Û em bêhay dibêjin qey bera jî ew awa gotin di Kurdî de heye û mantiqa zimanekî dîtir di zimanê xwe de bi cî dikin û ev yek bi rêya wergerê li nav xelkê berbelav dibe. Werger; ji bo dan û sitandina di navbera du ziman, çand, têkiliyên neteweyan de rêya herî têsîrdar e. Ev rê di roja me de xwe digihîne her parçeyek erdê li ser dinê û dibe sedem ku gelên ji xwe re li serê rawestgeh danîne bibin xwedî zanîn, têgihiştin, biyanînasîn û hwd. Ji ber vê yekê miletên li gor qayîdeyên derbasbar pêşketî tên hesibandin xwe bi xurtî dispêrin wergera wêjeyî û hewl didin li kîjan quncika dinyayê berhemeke wêjeyî heye li zimanê xwe zêde bikin.  Bêguman ev hewldan ji bo wêjeya Kurdî jî tên kirin. Lê belê gelo ev yek di wêjeya Kurdî de gihaştiyê kîjan merhelê? Kesên wergerê ji bo Kurdî nexasim