Dixwazin nifşek Kurdîhez biafirînin

  • Her zarokeke ku zimanê xwe ye zikmakî bizanibe ewqasî di kare baştir hînî zimanên biyanî jî bibe. Ji ber vê yeke jî Swêd pergala xwe ya perwerdê bi vî esasî damezirandiye. Yanî dewleta Swêdê bi awayekî zanistî nêzî vê mijare dibê. Ev jî întegrasyona kesên biyanî hesanî dike. Armanca Swedê jî ev e.  

  1. Pirsgireka Kurdî girêdayî welêt e. Di salên 80 û 90’î de heta destpêka 2000’î de kesên ku ji welêt hatine bi teybetî jî yên ji Bakur hatine bila zarokên xwe bişînîn dersên Kurdî. Bila ne kevin di nav tu xof û tirsê de. Li welêt jî di salên dawî de bi pêvajoya aşitiye ev tirs ji ser gelê me yên li Bakur rabû. Ev jî pêşketinek mezin e. J

Raboriya perwerdehiya Kurdî helbet bi serdemên modern dest pê nake. Ji ber ku medrese di vî warî de bi roleke mezin rabûye. Lê li gorî dema xwe dibistanên modern ji ber ku mîna medreseyan ji bo Kurdî nebûye hêlîn, bûye cihê kambaxî ye. Mirov dikare bêje Kurdî ti xêr ji serdema modern nedît, her ku modernîzm pêşdiket, Kurdî heliya û tune bû. Lê di vî warî de mînakek heye ku mirov dikare bêje di pêşketin û geşedena Kurdî de roleke karîger û erênî lîstiye, ev jî Swed e. Swêd ne tenê ji bo perwerdehiyê, ji bo geşbûna wêjeya Kurdî jî bûye navendeke sereke. Ev bû 41 sal e, li Swedê bi Kurdî perwerde tê dayîn û di van 41 salan de bi deh hezaran xwendekar û bi hezaran mamoste bi Kurdî re mijûl bûn, li ser xebitîn. 
Em bi mamosteyê Kurdî Behzad Pîrmusa re li ser raborî û rewşa niha ya Kurdî axivîn. Mamoste Behzad li gel pêşketinên heyî gilî ji hin malbatan dike ku dewsa Kurdî zarokên xwe dişînin dersên Tirkî an Erebî. Mamoste Behzad dibêje ku her zarokeke ku zimanê xwe ye zikmakî bizanibe ewqasî di kare baştir hînî zimanên biyanî jî bibe, ji ber vê yeke jî Swêd pergala xwe ya perwerdê bi vî esasî damezirandiye. 
Pirsên me û bersivên mamoste Behzad Pîrmûsa ku ev 20 sal e mamostetiya Kurmancî û Soranî dike, wiha ne.           

We kengî dest bi perwerdê kir?
Yasaya perwerdekirina bi zimanê zikmakî li Swêdê di sala 1970’yî de dest pê kir. Lê wek tê zanîn li Swêdê ne tenê em xelkê Rojhilata Navîn hene. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn gelek xelkên Rûsyayê jî hatibûn vir. Wekî din Cihûyên ji ber faşîzma Hîtler reviyan jî hatibûn Swêdê. Yanî hîn di 1945’an de hewldan ji bo entegrasyona xelkên biyanî hatibûn destpêkirin. Lê di 1970’yî de perwerdeya du zimanî hate dayîn. Ez bawerim di vê demî de li Swedê Kurd jî hebûn. Zimanê Kurdî di wê deme de wek zimanekî zikmakî hat qebûlkirin û xwendin. Ji hingî heta vêga mafê her Kurdekî heye ku di dibistanan de dersên Kurdî bi esasî bibîne.

Li kîjan bajaran behtir Kurdî tê dayîn? Kîjan şaredarî alîkar dibe?
Li Swêdê li gorî qanûna ku li ser tevayî Swedê hatiye qebûlkirin, her şeradarî li gorî vê qanûnê bernameya xwe amade dike. Yanî nêzîkatiya her bajarî wek hev e ji bo dayîna dersên Kurdî. Ev mijar girêdayî hejmara kesên Kurd e. Mînak li Stockholm, Malmo, Goteborg ji ber ku kesên biyanî gelek in li van bajaran bêhtir ev xebat tên meşandin. Lê li hin bajarên ku partiya Moderate li ser hikûm dike girîngî naye dayîn ji bo perwerdeyê. Bêguman her şaredarî mecbûr e ku li gor qanûna Swed a perwerdeyê tevbigere. Lê wek ku min got li hin cihan ev diguhere ji ber nêzîkatiya rayedarên şarederiyan.

Kesek li Swedê heta pola çendan dikare bi zimanê zikmakî perwerde bibîne? 
Dema ku zarokek here bexçeyê zarokan dikare bi zimane xwe ye zikmakî dersan, lîstikan hwd. bibîne. Piştî ku dibistana esasî ya ji 9 salan pêktê, dest pê dike, her kesek dikarê dersên bi zimanê xwe bibînê. Piştî vê jî lîse ya ku 3 sala didome dest pê dike. Di van sê salan de jî bi awayekî modern dersên zimanê dayike tên dayîn. Li gorî yasayê pêwist e ku 5 kes daxwaz bikin, ku li dibistanê xwe dersên zimanê xwe bi bînîn. Em bêjin 2 kesan daxwaz kir. Ji ber van du kesan bi taybetî mamosteyek nayê şandin. Lê ev nayê vê wateyê ku ev her du kes bi zimanê xwe nikarin ders bibînîn. Heger ku malbat yan jî kesê ku daxwaz kirî di helwesta xwe de bi israr be reveberên disbistanan mamosteyeke peyda dikin da ku dersan bidin. Yanî hinekî jî girêdayî daxwazkaran e. Mînakên bi vî rengî jî hene. Lê wekî ku min got yasa şert daye ku 5 kes daxwazkar bin.

Zarokên xwe dişînîn dersên Tirkî!
Nêzîkatiya malbatan jî girêdayî rewşenbîriya wan e. Malbatên ku ji zû ve li Swedê nin bi piranî zarokên xwe dişînin dersên Kurdî. Lê mixabin beşek ji milete me ye ji Bakur ji ber ku hestên wan ên neteweyî qels mane zarokên xwe dişînîn dersên Tirkî. Wekî din hin kesên ji Rojava jî wisa ne. Ew jî zarokên xwe rêdikin dersên Erebî. Ev jî dimîne ser asta zanîna malbatên Kurd. Wekî din li her dibistanê cihê agahdarkirinê heye di derbare mafê sitandina zimanê zikmakî  de. Lê mixabin meyla malbatên me hîn li ser zimanê serdestan e. Di destpêka salên 80’yî de Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê hatibû avakirin. Hina jî Komaleye Masmosteyan heye. Ji bilî van jî Komaleya Momosteyên Zikmakî heye û Komaleya Mamosteyên Zimanê Kurdî jî heye. Ev parçebûyîn jî ji ber fikrên siyasî ye. Em ji bo malbatan xebatên agahdarkirinê dikin. Ji bo malbat zarokên xwe bişînîn dersên Kurdî. Lê bêhtir ev girêdayî malbatên me yen Kurd e û em nikarin zorê bidin kesî ji bo zarokên xwe rêkin dersên Kurdî. Lê di programa me ya Komaleya Mamosteyan de heye ku ji agahdarkirina malbatan em xebatan bikin û em dikin.
Her zarokeke ku zimanê xwe ye zikmakî bizanibe ewqasî di kare baştir hînî zimanên biyanî jî bibe. Ji ber vê yeke jî Swêd pergala xwe ya perwerdê bi vî esasî damezirandiye. Yanî dewleta Swêdê bi awayekî zanistî nêzî vê mijare dibê. Ev jî întegrasyona kesên biyanî hesanî dike. Armanca Swedê jî ev e.

Çend zarok tevlî perwerdeya Kurdî dibin?
Li Swêdê perwerdeya Kurmancî û Soranî tê dayîn. Kêm zêde em dikarin bêjin 3 hezar zarok dersên Kurdî dibînin. Li gor nêrînên min li Swedê Kurmancî xurttir e ji Soranî. Yanî xebateke me bi xwe nîne di derbarê ka çend kes Kurmancî çend bi Soranî perwerde dibin. Lê em dikarin bêjin grupên mamosteyan yên Kurmancî ji yên Soranî pirtir in. Lê hin kesên wekî İhsan Espar hene ku li ser Kirmanckî dixebitin. Nêzî 150-200 mamosteyî jî hene ku dersên Kurdî didin.

Li Komaleya mamosteyan hûn xebatên çawa dikin?
Pêşî em li Komaleya Mamosteyên Kurdistanê diciviyan. Lê dema ku li şerê birakujiyê qewimî em ji wir derketin. Ji ber ku mamoste gelek ji Başûr bûn û nêzîkatiya me û wan ji hev cuda bû. Komaleya Mamosteyan ku ez endam û rêveber im di tê de peywendî yên me hene. Her heyvê carekê em kesên rêveber dicivin û li ser xebatên xwe nîqaşan dikin û biryaran distênin. Wekî din jî em salê carekê konferans û kongreya xwe çêdikin. Rêveber û xebatên xwe yên nû eşkere dikin. Ji bo zarokan bernameyen amade dikin, pêwistiyên mamosteyan diyar dikin û li gor biryarên xwe tevdigerin. Em konferansên xwe bi piranî li Stockholmê saz dikin wekî din semîner, civîn li cihên cihê çêdikin. 

Di vê mijarê de berpirsiyariyeke çawa dikeve ser milê malbatan?
Pirsgireka Kurdî girêdayî welêt e. Di salên 80 û 90’î de heta destpêka 2000’î de kesên ku ji welêt hatine bi teybetî jî yên ji Bakur hatine bila zarokên xwe bişînîn dersên Kurdî. Bila ne kevin di nav tu xof û tirsê de. Li welêt jî di salên dawî de bi pêvajoya aşitiye ev tirs ji ser gelê me yên li Bakur rabû. Ev jî pêşketinek mezin e. Ji ber vê yekê jî em hêvîdar in ku em ê karibin li Ewrûpayê nifşek Kurdîhez biafirînin. Em bangî her Kurdê li dîasporayê dikin zarokên xwe rêkin dersên Kurdî. Ji xwe ders bê pere ji aliye dewletan vê tê dayîn.


Kêmasiya meteryalan heye
Ji bo Kurdî materyal pirsgirêkeke mihûm e. Ji ber ku Kurdî hîn di nav qedexeyeke mezin de ye. Mînak em bêjin mamosteyekî zimanê Tirkî, Erebî, Polonî hwd. xwedî gelek çavkaniya ne. Lê ji bo me Kurdan ev gelek kêm e. Ji zaravayê Soranî re ev gelek ne pirsgireke ji ber ku li Başûrê Kurdistanê perwerde bi vî zaravayî tê dayîn. Ji bo zaravayê Kurmancî jî di despêke de me çavkanî ji Celadet Bedîrxan digirtin. Piştre mamosteyan hin pirtûk çêkirin. Lê kêmasiya wan  meteryalan jî heye,  ji ber ku Kurmancî hîn jî nebûye tam zimanêkî standart. Ev pirsgirek a tevayî Kurdî ye. Misal em bêjin kesekî ji Hewlêrê ji kesekî Silêmanî sedî sed fêhm nake. Di nav zaravayan bi xwe de jî cihêtî hene. Lê herî dawî pirtûkên ji aliyê Înstûtiya Kurdî ya Stenbol û Amedê ve hatî amadekirin li her alî tên bi kar anîn û armanca vî karî ew e ku em karibin Kurdî standart bikin.

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar