Kayıtlar

2017 tarihine ait yayınlar gösteriliyor
Resim
  Awazeke xweşbîn a muzîkî li dijî nefretê Miço Kendeş  Di vê qonaxa hesas de min gellek pirs ji xwe dipirsîn: ‘Gelo çima zimanê me li dibistanê qedexe ye? Çima tenê erkdarên Ereb serpereştiya me dikin? Çima û çima. Xwehejandin, dîlan û sema di giyanê Kurdan de tiştên resen in. Eger hûn bal û dêhna xwe bidin dengbêjên Kurd, pirraniya wan, dema distrên, çepilên xwe li ba dikin Ji Rojavayê Kurdistanê newayeke pişt li edebiyata devkî ya Kurdî Miço Kendeş, bi awaza xwe ya xweşbîn konê xwe hîn ji zarokatiya xwe ve li guherên muzîka kurdî vegirtiye. Kendeş li warê zaroktiya xwe Kobanî xwe li stara dapîra xwe girtiye û bi şevan guhdariya çîrok, serpêhatî û destanên Kurdan kiriye. Bi vê yekê re bi şewba muzîkjeniyê ketiye. Ew ne tenê xwe disipêre muzîka Kurmanciyê û qirika xurt a gotina wê, ew di heman demê de hostekarekî teknîkên gotina strana modern a qirika wê ye jî. Ew hem di nava civaka Kurd de dengê muzîkê xwe ye û hem jî li ser dikên hunerî li derveyî Kurdistanê qasidekî
Resim
Çefîsor ê simbêl qeytan Hêvî,bawerî û Kurdbûn gurzek hêmayên helbesteke serhildêr bi xwe ye navê Arjen Arî. Helbestên wî carinan tenê serboriyên wî ne ku bi awayekî helbestçîrokê hunandine, carinan ji dil reqiya li sertara çiyayekî ne. Arî her gava pênûsa xwe livandiye, heman têgeh hildiberandiye, welatperweriyeke ji dil. Kurdîjenekî simbêl qeytan ê li hestên xwe çefiyeke sor pêçayî ku ferzên dagirkeran li ber şeka helbesteke modern tûşî têkçûnekê kir, li hember mêhtingeran awaza çok venedayî yên wêrek e, Arjen Arî. Pêr me 5'emîn salvegera koçkarina Arî li pey xwe hişt.  Sala 2012'an li welatekî bi penceşêrê ketî, xatir xwest di nav lepên penşêrê de. Beriya xwe noqî nav axa jê êş kişandî bike, milkek hest li pirtûkxaneya Kurdayetiyê zêde kir. Şêrgeleyê şîrê şêr di eyarê şêr de meyandî mixabin îsal di gora xwe de bitênê ma û ti bibîranîn li ser gora wî nehatin kirin. Mirad û inyada Arî her bibîrxistin bû lewma di gotareke xwe de gotibû: ''Min xwest ez her tim
Resim
Fuara pirtûkan a Frankfurtê bêyî rengê Kurdî li dar ket Heyf û xebîneta Kurdî! Heftaya borî li Frankfurta Elmanyayê li seranserî cîhanê fuara herî mezin a pirtûkan û weşangeriyê deriyên xwe cara 69’an vekirin. Di nava vê deryaya ziman û neteweyan de gelo rengê Kurdî û Kurdan hebûn? Mixabin tine bûn!
Resim
Roj baş Kobanî '' Belgefilm ber destê sibeheke nîv tarî, bi çûyîna Dilovan Kîko ya ber bi navenda radyoyê ve didome û bi awayekî du perdeyî dimeşe. Li aliyekî vegotina Dilovan a li ser jiyanê weke nameyeke bi deng, li aliyê din bûyerên rasteqîn ên şerê Kobanê û li gel stranên Kurdî avakirina Radyoya Kobanê.                                        '' ‘Ji bo zaroka min a hîn nehatiye dinyayê. Ez vê çîrokê ji bo te dibêjim. Çîroka Radyoya Kobanê. Ev çîrok a bajarê min e. Çîroka min û te ye û bi me re jî ya sedên din e.’  ‘ R oj baş Kobanî! Hûn bi xêr hatin bernameya Roj baş Kobanî, bi we re ye Dilovan Kîko. Ez bi hêvî me hûn rojeke xweş derbas bikin bi me re.’ Ev çend hevok in ku spîkera Radyo ya Kobanê bi dengekî zelal û gurz di destpêka belgefilma bi navê Radyo Kobanî de pêşwaziya guhdarên xwe dike. Ev belgefîlm yek ji berhemên derhênerê Kurd Rêber Doskî ye ku dîmenên wê di wan rojên giran ên şerê Kobanê de hatine girtin; ev d
Resim
Danûk bîreweriya cih û zarokatiyê Em bi muzîka folklorîk a Kurdî rabûn. Ji ber ku muzîka Kurdî ya folklorîk xwedî wize, hêz û jenîneke cihêwaz e; pirreng e, şêwazên wê cihêreng in, meqam û rîtmên wê pirr dewlemend in. Li gel vê, ziman û dîroka Kurdî ev celebê stranan ê der barê ceng, efsûn, peyamên mîran, çîrokên evînê û stranên zarokan gihand nişfên nû. Di bîreweriya komî ya zarokên Mezopotamyayê de, danûk tê wateya xemrevîniya lihevkombûna li dora agirê germ ê payîzê, çîrok, stran, bêhn û çêja danûkan. Kêfxweşî û wêneyên ji vê bîreweriya zarokatiyê hişt ku em navê ‘Danûk’ê li koma xwe bikin.”
Resim
Êdî aktorên asîmîlasyonê jî em bi xwe ne Bi giştî ji bo serketina di karekî wiha de pêwîst e berpirsên saziyên Kurd û di serî de jî ên hikûmeta başûr û Rojavayê Kurdistanê tecrûbeyên baş ji azmûnên dewletên Fransa, Elmanya û Yewnanistanê bistînin. Êdî kalîteya nûçe, belgefilm, hevpeyvîn, raport û bernameyên hunerî di TV´yên Kurdî de pir bilind û li gel TV´yên herî baş li cihanê jî dikarin bêne qiyaskirin. Sedemeke hevnegirtina me Kurdan jî ew e ku zimanekî me yê hevpar tineye. Zêdebûna diyalektên ziman dewlemendî ne û li welatekî weke Elmaniya ku heşt zaravayên wan ên sereke hene ew dewlemendî bûye sedem ku wêjeya Elmanî xwedî nasnavê ‘zimanê felsefê û helbestê’ be. Gelo lêkolîngeriya Kurdî di çi hal û ehwalê de ye, di vê mijarê de xabatên tên kirin çiqasî karîger in, lêkolînger bi çi pirsgirêkan re rû bi rû ne, rêxistin û saziyên Kurd di vê mijarê de çawa tevdigerin û hwd. em bi lêkolînger her wiha nivîskar Kakşar Oremar re ketin pey bersivên van pirsan ku Oremar rew