Wergera sê çar rûpelên ji romana Bextiyar Elî 'Bajarê Musîkjenên Spî' ku bi Elmanî hatibû çapkirin. Hêvî dikim bi kurmancî jî derbiçe.

Piştî meşeke bi saetan Celadetê Kotr û Sarhang Qasm bi Ishakê Lewzerîn re gihan xaniyekî spî yî mîna zinarên stêrkeke dûr spî û li pêşiyê dergeheke bi temamî ji siyên daran nixumandî. Xaniyekî di nîvê bexçeyekî mezin de, bi aramiyeke bi sêhr, bi bêhna xwezayê û bi qudreta darên qedîm pêçayî. Paceyên mezin î ber bi derve vedibûn, hemû ode bi rengê spî boyaxkirîbûn û li xênî tenê hin firax û çend ocaxên muezam hebûn. Erzaqa lê dikarîbû têra înzîwayeke bi salan bikira.
Îshakê Lewzerîn hîn di serî de ji wan re hin qaîde bi nav kirin. Diviyabû her sêyan xwe rojane bi ava cemidî bişûşta û bi hev re taştê bixwarana. Û divê her du her wextî ji wî re amade bûna.
Di çend rojên pêşîn de Ishakê Lewzerîn qet tiştek nekir. Gava tavik derdiket wî xwe dida ber û tenê digot:“ Bihêlin bila tav xwe ber de nav giyanê we.“ Gava baran dibarî, wî xwe dida ber barana mîna şirikê û got:“ Bihêlin bila baran we şilûpil bike, xwe berde nava we. Belayên  herî mezin ji bo laşî û rihî; tengezarî û hişkî ne, ew dijminên çavsor ên muzîkê ne.“
„Her dilopeke baranê pejneke xwe heye, her dengek yekî bi awayê xwe dilerizîne.“ digot Ishak. „Muzîka pêşî melodiya vî dengî ye, divê hûn pêşî fêrî lêguhdarîkirinê bibin ku baran li her derî ciyawaz deng dide. Pêwîst e hûn cudahiya deng bibihîzin û newekheviya wî tehm bikin.“
Ev rojên destpêkê pirr zehmet bûn. Diviyabû her du xort bi sebreke tîr li hêviyê bûna da ku baran dilop dilop hîs bikirana, hemû roniya dinyayê di nava xwe de bihewandana. Ishak li wan dinerî û digot: „ Hîn pirr zû ye ku em li ser muzîkê biaxivin. Ewê paşî werê…Piştî her tiştî. Ma wateya muzîkê çi ye gava we maneya hemû tiştên din fêhm nekir?“
„Muzîk beşek ji lêgerîneke edebî ye“ gotibû wî di şeva pêşî de, gava wan bi hev re xwarin dixwar. Beşek ji geşteke xwedayî ya ber bi dawiya her tiştî ve li ser rûyê edebî yê jiyanê ye.
Sisê geştên dûrûdirêj erkên mirovî ne. Geşta nav xwezayê, ya ber bi asîmanî ve û geşta navxweyî bixwe. Ji bo yek bibe mirov miheqeq divê mirov herî kêm bide pey yekê ji van rêyan. Û di vê lêpeyçûyînê de mirov bi tenê ye, di geşta navxweyî, ya nav xwezayê û ya ber bi xwedê ve, ti kesek nikare alîkariya mirov bike. Enceq em bi çavên xwe dikarin wî mirovê xwe di nav me de veşartî bibînin. Herkesek divê bi tena serê xwe ferî axaftina bi xwezayê re û bihîstina wê bibe. Bi tenê divê em xweda bibînin, ne wî xwedayê oldar û kesên di înzîwayê de, ewê ku wê were nasîn gava lêgerîna we bi ser ket.
Sibehan Ishak bi şewq dixuya, ciwantir li gor halê xwe yê êwarî yan jî yê şevê. Bi avabûna rojê re dixuya ku pîr dibe û kêlîkek berî razanê dişiba extiyarekî êşoyî. Ew pirr zû radibû sibehan. Gava Celadet û Sarhang çavên xwe vedikirin, ew ji gerekê vedigeriya. Rojinan ew diçû nav bajarokekî nêzîk û bi avabûna rojê re vedigeriya. Carinan wî ji şagirtên xwe re xeberên nû ji kolanên biçûk û bazaran bi xwe re dianîn. Celadet û Sarhang bi kelecaniyeke bêhuzur li nûçeyên li ser şerî guhdarî dikirin ku hedî hedî ber bi wan ve dihat. Ishakê Lewzerîn digot xebero şer li dûr e û nûçe tenê ji bo wê yekê li vir in ku li ser hebûna tiştan agahdar bikin.
„Lê ji bo rih ev hemû bêqîmet in. Muzîkjen divê nebin mehkumê bûyer, qewimîn û tiştên tesadifî. Muzîk di cîhana we bixwe ya edebî de dijî û bi zimanê xwe yî taybet diaxive. Ti şer nikare wê wêran bike. Muzîk awayekî hebûnê ye ku ji hemû awayên din cihê ye û qet temasî wan nake.“
Sarhang û Celadet şermokî ji mamosteyê xwe rica kiribûn ku ew bi wan re bi zimanekî hesanî biaxive. Wan gelek ji peyvên wî nas nedikirin. Li pişt her hevokê wan siyên fikirnên din hîs dikirin. Dawiya heftaya pêşî Celadet gotibû: „ Hosta her axaftina tu bi me re dikî, pêwîstî bi axaftinên din dibîne. Her tişta tu li ser diaxivî divê bi berdewamî were vegotin. Em gelek caran meseleyê fêhm nakin.“
„Ez av im“ digot Ishak û bi aramî li çavên şagirtên xwe dinerî. Rojek ji rojan hûnê jî bibin av. Ji bilî bi xuş xuşa xwe bi ti awayê din av nikare biaxive. Ez ba me, rojek ji rojan hûnê jî bibin ba. Hûn li vir in, da ku bibin dengên bê, şevê, keviran û kêzikan. Ti kêzik ti bilbil ji dengê xwe pê ve bi dengekî din naaxive. Divê hûn xwe ji bedenên xwe azad bikin; hemû dengan, melodiyan, peyvan weke wan bixwe, hîs û qebûl bikin. Her tiştê ku maneyeke xwe heye Muzîkeke xwe jî heye… Ti bilbil ji ber me dengê xwe naguherîne û ti têgihiştin ji ber we tişta ku pê dizane venaşêre. Herçî dixwaze bibe muzîkjen pêwîst e bi zimanê dinyaye têbihige. Musîk ne tenê fêhmkirina tiştên ku dikarin biaxivin û bikin qîjeqîj e. Musik herwiha bihîstina tiştên bêdeng e, ew geşteke di nav bêdengiyê re ber bi axîreta dengî ve ye.“
Piştî taştê ew diçûn nav bexçe. Ishakê Lewzerîn qederekê awirên xwe gerandin û piştî kêlîkekê qerar da bê divê ew çi bikin. Îro tavik dibiriqîne, loma diviya ew çavên xwe bigirin û bihêlin, tîrêjên rojê hêdî hêdî di nav bedenên wan re xwe bigihîne rihê wan. Herduyan nedizanîn çi bikin, cavên xwe girtibûn û li wir mîna biyaniyan ji pê sekinî bûn, du bedenên bêkes.
„Şagirtên min ên delal, di nava mirovî de bi hezaran çavên veşartî hene. Insan tije çav e lê ew razayî ne. Divê em xwe lê bi ceribînîn ku wan şiyar bikin. Her yek ji van çavan dinyayekê dibîne ku ne bi çavên normal ji bo dîtinê ne… Divê hûn rihên xwe bi ronî bikin. Roj û şevên rihî ne mîna yên bedenî ne. Carinan rih noqî xeweke kur dibe ku jê ranabe. Ew diçe nav şeveke durûdirêj, ku jê dernakeve. Geh mirovek tê ser rûyê dinê û bêyî ku rihê wî were, vê dinê diterikîne û jê diçe. Ji bo ku em rih şiyar bikin, çavên di tariyê de bi xew ve çûyî, guhên ji mêj ve tiştek nebihîstî rakin; divê em careke din ji xwezaya xerîbê pîrbûn û mirinê dest pê bikin. Pêwîst e em têkiliyên xwe yên bi bê, baran û rojê re careke din hilberînin. Laşê me cokike ku her tişt tê de diherike ye. Heke hûn bi sebir bin, heke we xwe da hev û vekir wê tîrêjên rojê roj bi roj xwe ber din nava we, baran wê we şilopilo bike û; wê roj û baran ji nava we bi we re biaxivin. Ba wê di nav we de li ba bibe û deriyan veke… Delalîno divê em bixwe xwe di nav muzîkê re ronî bikin, bi zimanekî din biaxivin, deriyên din vekin. Heke mirov bixwe deriyên di nav xwe de veneke, ewê çawa karibe deriyan ber bi derve veke? Kesê dengê xwe bixwe neke, wê çawa karibe dengên din bike?

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar