Kayıtlar

Ocak, 2019 tarihine ait yayınlar gösteriliyor
Resim
 Em ji mala xwe hez nakin Ez di romanên xwe de dihêlim ku karakter karibin hest û ramanên xwe bi serbestî bibêjin, ev romanê senfonîk dike. Karakterên di “Di Tuwaletê De” û di “Spîtama” de ji bo vê yekê mînakên baş in. Ez şexsên di pirtûkên xwe de azad dihêlim, lê gelek nivîskar wan dikin hêsîrên xwe. Bi romana xwe ya nû, Stranên Sor Niviştên Mor, Rênas Jiyan beriya bi çendekê silaveke xweş li xwendevanên xwe kir. Ev berhem xwe dide xwendin û pê re jî xwe ava dike. Çawa? Ji ber ku xwendevan pel bi pel bi ser efsûnan ve dibe û bi deşîfrekirina sirra romanê re êdî pê dihese ku di destê xwe de romanekê hildigere. Bi zimanê xwe yê herikbar û ji biwêjên Kurmancî têr, ev roman topiskan li bîra xwîner dide û haya wî jê tîne bê ka ew di çi hal û hewalî de ye. Lê belê ne tenê bi vê rolê radibe, di heman demê de bi şûrekî tûj erka parastinê jî girtiye ser xwe. Lewma, Rênas Jiyan dibêje‚ “Ev roman niviştek e, ji bo ku Kurdî û Kurdan ji derd û belayan