Çîrokên ‘Bişirîna Şermînî’

Xwelî li serê te be jinê ku te seba vê yekê “Agirê Şermê” berda bedena xwe.

Pirtûka çîrokan a Dilawer Zeraq ‘Bişirîna Şermê’ di Çiriya Pêşîn a 2003’an de ji weşanên Lîs derçûye. (Çapa 2'yemîn jî di 2016'de) Pirtûk li gel 6 çîrokan bi zimanekî teswîrker li ser babetên ku mirov hinekî bi wan diêşe, hatiye nivîsîn. Bi hûrgiliyên vegotina mijarên xwe yên li ser jinan her çikas mirov hinekê biêşîne jî, bi xwendina xwe tehmeke xweş li dilê mirov vedide. Lewma xwînerên Kurmancî xwe ji tehma çîrokên Bişirîna Şermîn kêm nehêlin.
Ji bo danasîna pirtûkê derbarê du çîrokên di vê pirtûkê de wek danasînê ev nivîs li pêşberî we ye.

Agirê Şermê
Di pestpêka çîrokê de jinek li ber diwarê goristanêkê tê teswîrkirin. Bûyer serpêhatiya vê kesê ye ku ev kes bi tevgereke giran berê xwe dide nav goran, lê berî ku bikeve nav cebên, çavê wê li lewhaya “gorkol” dikeve. Bi vê yekê kesê ku di dûmahiya çîrokê de wê raza kesa çîrokê bi me bide zanîn, wek detayeke piçûk tê bicihkirin. Bi vê yekê Zeraq diyar dike ku tenê ji bo xemlê ti detayên kelevajî li çîrokan zêde nake. Vegotin bi hûrgiliyên derûdor û tevgeran mirovî dike bin têsîra xwe; bi xwendina her hevokê kakuniyek digire bedena mirovî, mirov ji xwe dipirse ka gelo ev jin çi dike li vî cihê ku di destpêka çîrokê de wek qonaxa dawîn a jiyanên payîz li wan bihurî, hatiye danasîn. Di tevayiya çîrokê de jin di nav diltengiyêkê de soberiyê dike. Berî ku di nav tengesariyê de bixeniqe, dinya li ber tarî dibe û dixwaze ku jiyana wê bê ber çavên wê. Lê tenê bûyerek tê ber çavên wê ku ew jî bi awayekî nîvçe tê dayîn. Ev yek meraqa mirov li ser çîrokê zêdetir dike, mirov dixwaze tavilê çîrokê bi dawî bike da ku têbigihîje ka ev çi mesele ye. Lê çîrok didome jin ji nav goristanê derdikeve û piştî ku xwe ji xetereyekê xilas dike, diçe li ber devê leşkergehekê disekine. Di vê beşa çîrokê de ji nişka jin agir berdide bedana xwe û xwe dişewitîne ku di vegotina vê kêliyê de dilê mirov diêşe,
“Di gavê de pêt û agirekî geş ji bedena wê bilind bû. Porên reş î hilû li ber pelên êgir kirin qijeqij û di kurtedemekê de bêhna goştê şewitî û porên kizirandî pêl bi pêl fûriya...”
Li ber vê şewatê kesên li derûdorê bi awayekî balkêş tu reaksiyonê nîşan nadin. Ta ku jin diperite û çok dide erdê, ji nû zilamek di dest te sîtilek sor ber bi leşkeşgehê ve dibeze lê ew jî bi berika tifinga G3’ê ku di destê leşkerekî de ye, li erdê dizîzike. Ev mirin jî bi metaforên mîna leşker û G3 bîra mirov dixwirînin ku ji bo Kurdekê/î her têgehên êşê ne. Em dikarin bibêjin, çîrok du perdeyî ye. Perda yekem li vir bi dawî dibe û perda dûyem dest pê dike ku di wir de raza jina çîrokê zelal dibe. Ji bo vegotina sirrê gorkol derdikeve ser dikê ku di destpêka çîrokê de wek detayekê behsa wê hatibû kirin. Gorkol berî ku ji goristanê derkeve li wir dikeve nav lêgerînekê û pê dixwaze tiştên xelkê ser tirban jibîrkirî bibîne. “Bi hilfirîna doxên genimokan re qayîşa çenteyekî reş li pêyê wî lefiya. Zûzika çente ji erdê hilda. Ji heyecan û peroşiyê bêyî ku lê binihêrê, destê xwe avêt qumçika fermuarê…” Gorkol di çente de li gel hinek tişt zerfeke spî dibîne ku bi xwendina nameya di nav zerfê de em têdigihîjin ku heylo jina gewr xwe ji bo çi şewitandiye. Xwelî li serê te be jinê ku te seba vê yekê “Agirê Şermê” berda bedena xwe.

Mirinek Nermijî Di Mesîla Evînê De
Ev çîrok di pirtûkê de cihê duyemîn digire û ev jî wek çîrokên din vediguhere kaniyeke kesera jinan. Çîrok bi du vegotinan tê dayîn. Ya pêşî bi devê hemşîrekyekê tê gotin ku jinek anîne nexweşxaneya ku ew lê dixebite. Jin ji mêj ve li nexweşxanê ye, lê ji roja ew anîne ve kesî lênepirsiye. Di nava birînên giran de ye ku bi keviran li laşê wê hatine vekirin. Her roja ku diçe hemşîreya pê re dilebike, kêlî bi kêlî birînên wê derman dike, dixwaze xwe nêzî wê bike. Lê dike û nake, peyvek ji nav lêvên jina nexweş dernakeve. Piştî wextekî birînên li ser laşê wê bi tavayî baş dibin. Lê êşa dilê wê nakewe…
Vegotinan duyemîn jî bîra serpêhatiya jina neweş e ku nivîskar sedema birînan diyar dike. Di vir de em têdigihîjin ku jinê dil daye mêrekî bi navê Adem ku heta niha hestên bi vî rengî re bila nebûye. Piştî ku hestên wê di şerê nava wê de bi ser dikevin bi Adem re li cihekî têne cem hev.
“Her du bedenan baweriya saf û xwerû a ji evîn û hezkirinê kifş kirin…Behra evînê bi pêlên mezin çoş bû, rabû ser; wan jî li gorî dilê xwe, xwe tê de şûşt…”
Xwîna hemşîreya vebêj roj bi roj li nexweşa wê ditevize, lewma bi eleqeyeke mezin nêzî wê dibe. Lê dike û nake, nikare wê bi axivîne. Tenê carekê dibîne ku dibişire. Piştî vê yekê hêviyek germ li ser başbûna nexweşê di dilê wê de vedide. Lê…
Lê cihê jinê lê dijê tînegermiya hestan qedexe ye. Mêtiya bi lîv gunehê herî mezin e. Divê jin bi ‘namûsa’ xwe re bimîne, mêtiya xwe di dilê xwe de veşere. Lê wê ev qedexe bi tiştekî nehesibandibû, lewma,
“Ên ku tu av nîn e wan bişo, ji bo rakirina cenabeta şeva dî, bi axa ku ew ê bihata binaxkirin, teyemmum kirin. Ên ku tu tiştekî wan tune ye ku xwe bidin ber oxira wê û ji xwîna mirovan tehmeke erotîk hilbidin, ji bo ku şeytanê di nava gîyanê xwe de derînin, car dî ricimandin pêk anîn…”
Ev çîrok berî ku bi dawî bibe mirovî dixapîne. Ji ber ku li ser hemşîreyê hêviyeke baş dike dilê mirovî lê li gel tînegermiya vê hêviyê di dawiyê de nivîskar tiştekê tîne serê jina nexweş ku mirov dîsa şaşwaz dibe.

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar