Kayıtlar

Kasım, 2017 tarihine ait yayınlar gösteriliyor
Resim
  Awazeke xweşbîn a muzîkî li dijî nefretê Miço Kendeş  Di vê qonaxa hesas de min gellek pirs ji xwe dipirsîn: ‘Gelo çima zimanê me li dibistanê qedexe ye? Çima tenê erkdarên Ereb serpereştiya me dikin? Çima û çima. Xwehejandin, dîlan û sema di giyanê Kurdan de tiştên resen in. Eger hûn bal û dêhna xwe bidin dengbêjên Kurd, pirraniya wan, dema distrên, çepilên xwe li ba dikin Ji Rojavayê Kurdistanê newayeke pişt li edebiyata devkî ya Kurdî Miço Kendeş, bi awaza xwe ya xweşbîn konê xwe hîn ji zarokatiya xwe ve li guherên muzîka kurdî vegirtiye. Kendeş li warê zaroktiya xwe Kobanî xwe li stara dapîra xwe girtiye û bi şevan guhdariya çîrok, serpêhatî û destanên Kurdan kiriye. Bi vê yekê re bi şewba muzîkjeniyê ketiye. Ew ne tenê xwe disipêre muzîka Kurmanciyê û qirika xurt a gotina wê, ew di heman demê de hostekarekî teknîkên gotina strana modern a qirika wê ye jî. Ew hem di nava civaka Kurd de dengê muzîkê xwe ye û hem jî li ser dikên hunerî li derveyî Kurdistanê qasidekî
Resim
Çefîsor ê simbêl qeytan Hêvî,bawerî û Kurdbûn gurzek hêmayên helbesteke serhildêr bi xwe ye navê Arjen Arî. Helbestên wî carinan tenê serboriyên wî ne ku bi awayekî helbestçîrokê hunandine, carinan ji dil reqiya li sertara çiyayekî ne. Arî her gava pênûsa xwe livandiye, heman têgeh hildiberandiye, welatperweriyeke ji dil. Kurdîjenekî simbêl qeytan ê li hestên xwe çefiyeke sor pêçayî ku ferzên dagirkeran li ber şeka helbesteke modern tûşî têkçûnekê kir, li hember mêhtingeran awaza çok venedayî yên wêrek e, Arjen Arî. Pêr me 5'emîn salvegera koçkarina Arî li pey xwe hişt.  Sala 2012'an li welatekî bi penceşêrê ketî, xatir xwest di nav lepên penşêrê de. Beriya xwe noqî nav axa jê êş kişandî bike, milkek hest li pirtûkxaneya Kurdayetiyê zêde kir. Şêrgeleyê şîrê şêr di eyarê şêr de meyandî mixabin îsal di gora xwe de bitênê ma û ti bibîranîn li ser gora wî nehatin kirin. Mirad û inyada Arî her bibîrxistin bû lewma di gotareke xwe de gotibû: ''Min xwest ez her tim