Bi Kêzxatûnê kêfxweşiya zarokan
Weke grupeke çalakiyên ji bo zarokan em nikarin şer li dora herêmên ku zarok li wan dijîn, rawestînin. Lê dibe ku em karibin piçekî jî be wî şerê di hundirê wan de vemirînin û xweşiyeke demkî ya xwedî şûn di wan dilan de biçînin.Vegotina çîrokan di nav Kurdan de xwedî cihekî taybet e. Beriya televîzyon û alavên teknolojîk, nexasim li gundan cihê ku Kurd lê bûn, zarok li derûdora kesekî/e dinyadîtî û pîr diciviya û bi baldarî li çîrokên wî/ê guhdarî dikir. Niha ev çanda hanê, hema hema hatiye ber nemanê. Li Rojavayê Kurdistanê, hin ciwanên Kurd hem ji bo dewamkirina vê çandê, hem jî ji bo têsîra şerî ya li ser zarokan hinekî bişkînin, komeke bi navê „Kezxatûn“ ava kirin û dest bi karê xwe kirin.
Koma Kêzxatûnê, li Qamişloyê bi serkêşiya keç û xortên herêmê bi rêve diçe. Komê seyemîn çalakiya xwe 1´ê Çile li Qamişlo bi rê ve bir. Em bi yek ji xebatkar û vebêjerên komê, Simav Hesen re li ser awayê lidarxistina çalakiyên wan, avakirina komê û rewşa zarokên li herêmê, peyivîn. Simav dibêje malbat ji zarokan bêhtir kêfxweş dibin ji ber ku gelek malbat ji ber mijûlîya xwe ya rojane çanda çîrokxwendinê ji bîr kirine.
1
Tovên siberojeke geş bireşînin
Simav Hesen li ser avakirin û armanca koma Kêzxatûnê diyar kir ku kom dixwaze çandeke çîrokxwendinê ava bike û Simav Hesenê got, “Kêzxatûn grupeke çalakîyên zarokan e û di rêya sazkirin û birêvebirina çalakîyên cûr bi cûr ên zarokan re dê hewl bide ku xebatên pedagojîk ên ji bo zarokan li herêmê bike bingeha bipêşvebirina perwerdehîya zarokan û kêfxweşkirina wan di nava mercên zîyandêr ên şer de.
Biryara damezrandina grupa Kêzxatûnê dawîya sala 2017’an bû. Grupa me berî niha bi saziyên çandî yên herêmî re di warê çalakiyên zarokan de xebatên xwe dimeşandin. Piştî van xebatên xwe, me xwest êdî karê me berfirehtir bibe. Lewre me ev grup damezrand û me navê Kêzxatûnê lê kir, ji ber ku navê çîrokekê herî navdar e li herêmê.
Sedema sereke ya avakirina grupa me ew e ku karê çandî li herêmê bi awayekî berfireh ji bo zarokan were bipêşxistin. Her wiha, weke endam bawerîya me bi wê yekê tê ku bi rêya avakirina çandeke dirust mirov dikare zarokên xwe di hemû waran de bi serketin mezin bike. Ji ber ku ev çand dê bihêle zarok nasnameya xwe nas bike û xwe bi xwe di siberojê de xwebûnekê ji xwe re ava bike. Li aliyekî din, her dem li herêmê behsa siberojê tê kirin. Li ser vê yekê, em weke nifşê ciwan ku xweşiya siberojê armanceke me ye, me xwest bi rêya zarokan em tovên siberojeke geş bireşînin.“
- Bêguman zarokên ku tevlî xebatên me dibin weke hemû zarokên ku li herêmên şer, doza ronahiyekê dûrî dîmenên nûçeyên televizyonan ên tarî dikin. Ew doza naskirinê dikin da ku rewşa herêma wan a awarte bi wan ne zehmet be û doza jiyîna zaroktiya xwe dikin, ew daxwaza rûniştina li dora sobê bi dengê dapîr û bapîran bihîstina çîrokên zimanê xwe dixwazin. Van daxwazan jî hezkirina lidarxistina van çalakiyan di dilê me de çand. Bi vê hezkirinê, me bi Kêzxatûnê xwest ku em rûniştina çarmêrkî li ser cilik û doşekan bikin adeteke xwe ya grupî. Ev cûre wext bihurandin dike ku parek ji hestên xweş bibe behra zarokan.
Xebat û armancên cûr bi cûr
Simavê bal li ser cihêrengiya çalakiyên grupa Kêzxatûnê kişand û wiha pê de çû: “Weke endamên grupa Kêzxatûnê em dixwazin hemû alîyên girêdayî zarokan di warê çand û folklore de li xwe bigirin.” Ji bilî van û çalakiyên çîrokxwendinê ji zarokên Kurd û Ereb re Kêzxatûn bi van karên hanê jî radibe; ji bo zarokên xwedî pêdiviyên taybet, ji bo zarokên penaber û yên li kampan çalakiyên taybet, vejiyandina folklora zarokan bi rêya lîstik, stran û vîdeoyan, wergerandin û amadekirina çîrokên zarokan, amadekirina berhemên dîtbar û bihîstbar ji bo zarokan, perwerdekirina zarokan di warên ziman û beşên hunerê de. „
Simav Hesenê diyar kir ku ew heta niha tenê li Qamişlo bi zarokan re civiyane û got “Heta niha grûpa Kêzxatûnê 3 çalakiyên çîrokxwendinê bi Kurdî û çalakiyeke bi Erebî li Qamişloyê li dar xistiye, her weha di demên pêş de ji bilî herêmên Kurdî em dixwazin berê xwe bidin herêmên rizgarkirî û çalakîyên xwe yên çîrokxwendinê bi zimanê zarokên herêmê li dar bixin.”
Zarok dixwazin li çîrokan guhdarî bikin
Li ser rewş û halê dêrûnî yê zarokan Simav Hesenê îşaret bi xwestekên zarokan kir û lê zêde kir: “Bêguman zarokên ku tevlî xebatên me dibin weke hemû zarokên ku li herêmên şer, doza ronahiyekê dûrî dîmenên nûçeyên televizyonan ên tarî dikin. Ew doza naskirinê dikin da ku rewşa herêma wan a awarte bi wan ne zehmet be û doza jiyîna zaroktiya xwe dikin, ew daxwaza rûniştina li dora sobê bi dengê dapîr û bapîran bihîstina çîrokên zimanê xwe dixwazin. Van daxwazan jî hezkirina lidarxistina van çalakiyan di dilê me de çand. Bi vê hezkirinê, me bi Kêzxatûnê xwest ku em rûniştina çarmêrkî li ser cilik û doşekan bikin adeteke xwe ya grupî. Ev cûre wext bihurandin dike ku parek ji hestên xweş bibe behra zarokan.
Ji bilî çîrokên gelêrî yên Kurdî, em çîrokên ji wêjeya cîhanê jî di çalakiyên xwe de dixwînin.”
Malbat ji zarokan bêhtir kêfxweş dibin
Simav Hesenê bal kişand ser elaqeya zarok û malbatên wan û got: “Weke grupeke çalakiyên ji bo zarokan em nikarin şer li dora herêmên ku zarok li wan dijîn rawestînin. Lê dibe ku em karibin piçekî jî be wî şerê di hundirê wan de vemirînin û xweşiyeke demkî ya xwedî şûn di wan dilan de biçînin. Malbat ji zarokan bêhtir kêfxweş dibin. Ji ber ku gelek malbat ji ber mijûlîya xwe ya rojane çanda çîrokxwendinê ji bîr kirine. „
Rêveberiya herêmî piştgiriya van gavan dike
Simavê anî zimên ku ew herçendî li rastî zehmetiyan bên jî dixwazin çalakiyan li dibistanan jî li dar bixin û wiha pê de çû: “Tenê hin astengiyên li ser cihêrengiya şêwazên perwerdekirina zarokan hene. Zarokên li malên xwe derfet nedîtine bi xweşiyê rabin nikarin li nav zarokên din çalak bin. Bi nêzîkatiya endamên Kêzxatûnê ev girêk di dawîya çalakiyan de nerm dibe. Her wiha pirsgirêk li ser asta piştgirî û guhdana bi projeyên çandî ji bo zarokan hene.
Rêveberiya herêmî piştgiriya van gavan dike û di demên pêş de heke derfet hebe em ê hewl bidin ku bi alîkariya desteya perwerdeyê hin çalakiyan li dibistanan li dar bixin.”
Yorumlar
Yorum Gönder