Ji Nisêbînê efsaneyek Hozan Kilamedîn 

  1. Ez biribûm qereqolê û dawet wilo mabû li meydanê. Wele min dî Elîk hat ez jî li hundirê qereqolê bûm. Go, rabe derkeve. Min go, yaw ma dihêlin ez derkevin. Wele mi dî, pasek li derî xist, kete hindirû. Go, yaw hûn çilo hozanê me digirin. Ma qey hûnê zimanê me jêkin.

Herçî Nisêbîn e, bi xweragirî û renginiya berxwedana li dijî dagirkeriyê bi nav û deng e. Ev yek helbet nîaneye hevgirtina xelkê li bajêr e. Ji ber jîngeheke pirr ne mezin e, mirov dikare kodên vê civakbûnê bi hesanî ji raboriya xwe yan jî ji kesên li bajêr gihayî, vereîne. Civakbûna çak bivênevê weke kodekê bi xwe re raboriyeke hevbediafirîne. Hevbeî jixwe hacet bi pênasekirinê nîne. Lê gava mirov titeke hevbea rabirdûyê texeyul dike, ji bîranînên exsê xwe dest pê dike.Carinan ez ji xwe re li ser van kodên hevbeên xelkê Nisêbînê difikirim ka çiyê kevz negirtî li bîra min e. Bi vê re gelekî li stranbêjên dawetên li kolanên qîrnekirî yên di salên 2000'î de rast têm. Nexasim jî yekî ji kezaba Nisêbînê tê bîra min. Hozan Kilamedîn. Efsaneyeke Nisêbînê. Helbet ew ne tenê sazbendê salên 2000'î ye, lê belê beriya salên 80'yî jî ew her, di destê wî de tembûra wî li dawet û xêlan bûye. Gava ez kesên ji Nisêbînê dibînim, raste rast çêl li Hozan Kilamedîn dikim ji wan re û dibînim ku Hozan Kilamedîn yek ji van kodên têsîrker ê di nava raboriya me ya hevbede li cihekî ênber lûsiye. Lewre, ew yek ji wan kesên li heman mekanî ye ku ji me re bûye cihê rêvekirina li ber sohbeteke ji bo hevgirtineke qewîntir.

Di navbera berê û îro de leylanek
Li wan dawetên hîn di nav çar dîwarên salonan de nefetisî, hozan Kilamedîn hema hema li her dawetê sazbend bû. Ew li pit cihazên xwe, dest bi saz, li kêlekê teblikvanek ji bo xêlvanî û govendkêan bi awaz bû. Helbet dawetên hingî ji yên roja îro bêhtir tehb divîn, pêwîst bû mirov pî li axê bixista, li bin tavê govend bigeranda. Wî heqê wêqas kêferatê dida. Stran digotin, bi behs evîn. abaî didan, xemrevîn. Diqîriya, li zaran miqate bin. Behsa Keçika Nisêbînê ji me re dikir, strana çaxekî li ser zimanan. Hinan diçû yekî din dikir, ewî çêl li wan xayînan dikir. Gava behs dibû dawet, xelkê wesfê xwe dida ku wê wî bînin ji bo daweta xwe.
Hozan Kilamedîn bi navê xwe yê xelkê behs dikir, Kilamedîno. Pirranî wî li dawetan cihê kolika sazbendan nedida kesî. Lê bi çerxa zemên re êdî xelkê berê xwe da komên nû, lewre popûlerîteya Kilamedîno hinekî kêm bû.


Keçika Nisêbînê pirr bi nav û deng e 
Dilê min ketiyê li ser serê min ceng e
Min dî ji wê de tê We'z çûm pêiya wê 
Bi dîtinek tenê
Min dil dabû wê


Hozan Kilamedîn bi eslê xwe ji gundê ikefta yê Kerboran a Mêrdînê ye. Lê bavûkalên wî beriya bi 70 salî li Nisêbînê bi cih bûne. Ji malbateke sazbend e. Ew, çaxê hîn zarok e, ji bavê xwe fêrî sazê dibe. Di 15 saliya xwe de êdî bi tena serê xwe diçe li dawetan stranan dibêje. Niha 56 salî ye û ev 12 sal in ji Nisêbînê bar kiriye, li Stenbolê bi cih bûye.
Xwetê bîra min gava digotin, Kilamedîno anîne dawetê, me dest ji diziya hinaran berdida û em diçûn da ku lê guhdarî bikin. Hingî ez zarok bûm lewma min xwe dida kêleka cihazên wî û xwe bi dengê wî re berdida. Wî bi hemû laê xwe distira. Bi çav, lêv dest, ling û serê xwe... Pêî bi xwe hîs dikir, paê ew hîs li me belav dikir. Pirr xwebû bi zindî, li ber tîna bayêkî hînîk guhdarîkirina li wî. Û ew dest hejîna wî çiqas lê dihat.
Beriya bi çendekê dîsa wisa ji nika ve kete bîra min û min telefonî wî kir, me hinek sohbet kir.

Ne yek û du 13 kaset
Ew xwediyê 13 kasetan e. Hin ji wan 13, hin 17 stranan dihewînin.
Gotinên gelekan ji wan jî yên wî bi xwe ne. Helbet derfetên wî wan çaxan kêm bûn. Hetta bi nanoziko bûye
ahiya dawetan. Lê xwe ji çêkirina videoklîban nehitiye. Çendek kilîbên wî jî hene ku bi tena serê xwe bi
heft zor û bela wî ew ki
andine. Di van de mirov wî li nav erdekî pembû bi tevrikvanan re dibîne. Li ber ava Dicleyê stû bi kefî dibîne. Ez ê niha dorê bidime wî û bila ew ya xwe bibêje:
"Me ne bi serê xwe dest pê kir, ji bav û kalan tê. Ev karê me bû. Her malê îdara xwe pê dikir. Yanî ne go ji ber kêfekê, eqekê. Zêdeyî 40 salî ye ku ez vî karî dikim. Çavên me di nav vî karî de vebûn. Wan çaxan ez û rehmetiyê Zeynî Koro hebûn. Ew diçû dawetên Ereban. Em jî diçûn yên Kurmancan. Di wê atmosfera hingî de titekî milet xwe pê mijûl bike nebû. Ne konser, dawet hebûn lewma bitûnê bajêr ji xwe re lê diciviya. Vêca
niha qiymetê wê jî nemaye. Nihakê, tenê stranên evîniyê em karin bibêjin, yê din qedexe ne."


Yaw îmkan tine bûn
Herçî ew klîbên wî ne, ew galegala xwe li ser wan wiha dewam dike: "Yaw îmkan tine bûn. Heta me ew kiandin, mala me xera dibû. Divê te kamerayeciyek û erebeyek kirê bikira. Hinek hevalan alîkariya me dikir. Yanî wî hesabî bike xwarzê, me her tit hazir dikir. Her tit lê carinan teyb tine bû ku em qeyd bikin."

Dawet, Kurmancî û zilma dewleta Tirk
Bi bext reiya Kurdbûna xwe ew yekî ji me ye. Ji ber ku bi Kurdî gotiye, ma Roma Redisekine, li wî dibihure! Na helbet. Gelek tehde lê kirine. Gava min jê pirsî ka serboriyeke nexweli cem te heye. Bi israr digot:
"Erê gelek tehde li ser me hebû, lê, de ka dev ji wan berde xwarzê."
Bi awayekî wisa digot, mirov digot qey dibêje, ma ne em Kurd in, heqê me ye tehdê li me bikin. Lê hew xwe li ber inyada min girt û got, "5 salan li min dawet qedexe kirin. Di salên 80yî de nehitin bi Kurmancî bibêjim. Gelek caran di dawetan de eqam diavêtin min, tif dikirine min, ez dibirime qereqolê. Rojekê, em li pit xaniyê Elîkê Betê, me li dawetê dida. Polîs hatin û ez birim. Bi qasî tê bîra min reîstiya belediyê di destê wan de bû. (Behsa cûntaya lekerî ya 80'yî dike) Ez biribûm qereqolê û dawet wilo mabû li meydanê. Wele min dî Elîk hat ez jî li hundirê qereqolê bûm. Go, tu çi dikî li vir. Min go, ez girtî me xalo. Go, rabe derkeve. Min go, yaw derkeve, ma dihêlin ez derkevin. Go, ka deriyê amir kîjan e? Mi go ez dibê qey ha evê ha ye. Wele mi dî, pasek li derî xist, kete hindirû. Bi wa de kire qerebalix, go, yaw hûn çilo hozanê me digirin. Ma qey hûnê zimanê me jêkin. Û rahite destê min, bêyî izna wa, careke din ez anîm dawetê. Zilmiya wilo gelekî li me kirin."

Mi dilê xwe da te
Mi li ber te tobe kir
Te digo ez ya te me
Te çû yekî xwe kir
Hey gidî xayînê dosta yekî diyê 

Bêbext xayînê dosta yekî diyê 
Yarê ji min xeyidî naîne silava

Me jî dixwest ji mezinan bielimin
Gava mirov bengiyê titekî be tebat bi mirov nakeve. Heman tit hatiye serê Kilamedîno jî. Wî ji ber kasetên bi Kurdî peyda bike, lê daye çûye Baûr: "Me ji Kurdistana Iraqê kaset dianîn. Bi mehan nedihatin. Hinek di rêyan de xera dibûn. Kaseteke Tehsîn Teha jî hebû bi min re. Ez çûme Iraqê min ji wir gelek kaset anîn. Min beriya hingî di radyoyê de li wî guhdarî kiribû. Di radyoya Bexdayê û ya Êrîwanê de. Me ji xwe re li malê li wan dihisand, xwebû, titek nebû. Me dixwest, em jî ji wanê mezin bielimin.
Ev 12 sal in ji bo ku debara xwe bike li Stenbolê dimîne. Hejmareke baya kesên ji Nisêbîne, li cihê lê dimîne, heye. "Miletê me hi ́j me dike, qiymet dide me. Me jî xerabiyek li hember wan nekir.
Wek zemanê berê em ji xwe re li wan sikakan bûn. Berê meydan vekirîbûn, xwe
bû, milet kêfa xwe dikir. Hingî milet dihat carina xwediyê dawetan digot ka bibêje herçî nexwestiye bila newê. Niha ne ewqasî xwee. Lê heta ez karim, ezê herim daweta."









Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar