Kayıtlar

Mayıs, 2017 tarihine ait yayınlar gösteriliyor
Resim
Hunermendekî liv û ahenga bedena wî li êrîşên dewleta Tirk naşike    Serhat Kural    Em dixwazin komeke profesyonel ya xwe dispêre çand û hûnerê Kurdî bikemilînin. Bi vê yekê jî bi rêya dansê berhemên bi mijarên ji kelepora Kurdî bigihînin gelên cîhanê.   Dans yek ji hunerên modern e ku a di nava civaka Kurd de li gel xebatên din ên hunerî kêm rastî elaqeyê tê. Her çendî ji bo çand û hunerê gelek festîval û xebatên cihêreng tên kirin jî kêmbûna elaqeyê, vê yekê hîn jî darîçav dike. Lê belê kesên bi vî hunerî re mijûl dibin jî hene. Wek Serhat Kural ê ku 18 salan di bin sîwana Navenda Çanda Mezopotamyê de bi dansa xwe bala gelek derûdoran dikişîne ser xwe. Bêguman Kural ne tenê danseke xwerû dike. Ew hêmayên Kurdî dixe nav motîfên dansa modern û bi kareografiyên tîhn-kurdî derdikeve pêşberî hunerhezan. Em carinan Kural li ser dikeke li bajarekî Ewrûpayê dibînin, carinan li Kurdistan û Tirkiyeyê ku her bi sekneke Kurdî bedana xwe d
Resim
Bi Hinarokê çîrokxwendin Di nava çalakiya çîrokxwendinê de pêşbazî, yarî, stranbêjî û şahî hene. Armanc ew e ku em çîrokxwendina bi zimanê Kurdî bi zarokên xwe bidin hezkirin û bikin adeteke jiyanê.  Projeya HINARê ya Çandî li Rojavayê Kurdistanê ji roja hatî damezirandin ve bi xebatên cihêreng di nav gund û bajarên Rojava da liv û tevgera xwe zêde dike. Projeya ku ji Mijdara 2016´an ve dest bi xebatên xwe kir, heta niha ji wêjeya cihanê gelek pirtûk wergerandin Kurmacî. Herî dawî jî van xemxurên Kurdî ji bo zarokên Rojava bi navê Koma HINAROKê ya Çîrokxwendinê xebatek da destpêkirin. Bi vê xebata xwe ya nû armanc dikin ku gund bi gund, gundik bi gundik û bajar bi bajar bigerin û bi zarokan re çalakiyên çîrokxwendinê li dar bixin. Piştî diyarkirina projeya xwe van ciwanên çîrokbidest li çar cihan tevî elaqeyeke hêja xwe gihand zarokan ku dema mirov li dîmenên zarokên beşdar dinihêre şanazî û kêfxweşî ya li ser rûyê wan bişirînekê dide mirovî jî. Ji kedkarê projejê Evdo Ş
Resim
Da ku dinya bizanibe Kurd çawa hez dikin Mebesta min ew e ku ez karibim sînorên muzîka Kurdî bêwate bikim û bigihînim her derê. Bêguman divê her kesê/a ji bo welatê me bixwaze tiştekî biwate bihêle, divê vê yekê ji xwe re bike armanc. *** Bablîsokên vî bajarî êşên xemgîniya min nêzîkî min dikin dîsa… Di bajarên çavên te de me Li sikakan bê te digerim… Min veşêre deştan Min di şikeftên çavê xwe deee… Şox û şengê zuhrerengê  Dil ji min bir dil ji min Belê Hîvron ê ji Cizîra Botan ku guhên me bi van ristên xweş tahmijandin, li Frankfurt a Elmanyayê hefteya borî ji bo piştgiriya rojnameya me Yeni Ozgur Politikayê hate gel me û di şahiya piştgiriyê de perfermanseke bilind nîşan da. Lewra me jî derfet dît ku civatekê li ser kar û barên Hîvron û muzîka Kurdî bikin. Civata me li cihê rojnameya me dest pê kir û bi geşta me ye li Frankfurtê re her ku çû germ bû. Di vê sohbeta ku bi dilnizmiya Hîvronî re me kir em bêhtir li ser hal û ehwalê muzîka Kurdî sekinîn û Hîvron ras