Kayıtlar

Eylül, 2018 tarihine ait yayınlar gösteriliyor
Resim
'Helbest giriyê min e' Vebêjera xeman, jineke xweşik Fatma Savci. Gava behs li ser helbesta modern a kurcmancî dibe, navê wê di nav şairên şareza de tê hildan. Helbet ne belesebeb ew nav tê hildan. Ew mîna darekê ye, xwedan fêqiyên xweş e. Dareke wisa ye, qurm berdana raboriya xwe, texlît texlîf fêqiyan digihîne bo siberojê. Axek heye jê re mesken da ku mêweyên wê ji tavê têr, ne xerîbe avê, tehm miz, şîrîn bin. Lê tirşî û tehlî jî ji wan ne kêm e. Lewre ew li wê axê, li Kurdistanê lûsiye. Pal xweş daye ewran ji stêrkan ristan dirêse. Xwe ji kiteke xuricî jî nahêle. Behsa navan dike, kêliyekê ji jîyana xwe dide, bîranînekekê dibêje. Lê herî zêde êşbêjiyê dike. Helbestên wê bi dizî li dora me digerin, bi xafilî di nav xelekekê de me asê dihêlin. Ez nikarim xwe qure bikim û rabim bibêjim, wele ez filan felsefê, hestê yan jî filan tiştê didim xwendevanên xwe. Lê ez dizanim, ez ji dil dinivîsim.  Em kêliyekê bi Fatma Savci re li ser jiyan û helbestvaniya wê ax
Resim
Ji Nisêbînê efsaneyek Hozan Kilamedîn  Ez biribûm qereqolê û dawet wilo mabû li meydanê. Wele min dî Elîk hat ez jî li hundirê qereqolê bûm. Go, rabe derkeve. Min go, yaw ma dihêlin ez derkevin. Wele mi dî, pasek li derî xist, kete hindirû. Go, yaw hûn çilo hozanê me digirin. Ma qey hûnê zimanê me jêkin. Herçî Nisêbîn e, bi xweragirî û renginiya berxwedana li dijî dagirkeriyê bi nav û deng e. Ev yek helbet nî ş aneye hevgirtina xelkê li bajêr e. Ji ber jîngeheke pirr ne mezin e, mirov dikare kodên vê civakbûnê bi hesanî ji raboriya xwe yan jî ji kesên li bajêr gihayî, vere ş îne. 
 Civakbûna çak bivênevê weke kodekê bi xwe re raboriyeke hevbe ş diafirîne. Hevbe ş î jixwe hacet bi pênasekirinê nîne. Lê gava mirov ti ş teke hevbe ş a rabirdûyê texeyul dike, ji bîranînên ş exsê xwe dest pê dike. 
 Carinan ez ji xwe re li ser van kodên hevbe ş ên xelkê Nisêbînê difikirim ka çiyê kevz neg