Kayıtlar

Eylül, 2017 tarihine ait yayınlar gösteriliyor
Resim
Roj baş Kobanî '' Belgefilm ber destê sibeheke nîv tarî, bi çûyîna Dilovan Kîko ya ber bi navenda radyoyê ve didome û bi awayekî du perdeyî dimeşe. Li aliyekî vegotina Dilovan a li ser jiyanê weke nameyeke bi deng, li aliyê din bûyerên rasteqîn ên şerê Kobanê û li gel stranên Kurdî avakirina Radyoya Kobanê.                                        '' ‘Ji bo zaroka min a hîn nehatiye dinyayê. Ez vê çîrokê ji bo te dibêjim. Çîroka Radyoya Kobanê. Ev çîrok a bajarê min e. Çîroka min û te ye û bi me re jî ya sedên din e.’  ‘ R oj baş Kobanî! Hûn bi xêr hatin bernameya Roj baş Kobanî, bi we re ye Dilovan Kîko. Ez bi hêvî me hûn rojeke xweş derbas bikin bi me re.’ Ev çend hevok in ku spîkera Radyo ya Kobanê bi dengekî zelal û gurz di destpêka belgefilma bi navê Radyo Kobanî de pêşwaziya guhdarên xwe dike. Ev belgefîlm yek ji berhemên derhênerê Kurd Rêber Doskî ye ku dîmenên wê di wan rojên giran ên şerê Kobanê de hatine girtin; ev d