Li dijî taritiyê şûrê azadiyê: Rênas Jiyan

  • Afirînere van ristan helbestkar, nivîskar û ramangerê Kurd Rênas Jiyan di sibeha 1´ê Cotmehe de ji aliyê polîsên dewlata Tirk ve bi serdegirtina mala wî ya li Amedê hate binçavkirin.  

Ey Kurdistan
Ey agir
Ji bo ku te bikin perçe û dagir
Hov in, êriş dikin di dest wan de bivir
Me li dijî dijminên te yên kafir
Li jêr û li jor şerr kir 
(Ji helbesta “Sirûda Kurdistanê”)

Afirînere van ristan helbestkar, nivîskar û ramangerê Kurd Rênas Jiyan di sibeha 1´ê Cotmehe de ji aliyê polîsên dewlata Tirk ve bi serdegirtina mala wî ya li Amedê hate binçavkirin.
Helbestvan û niviskare Kurd ê ku li Amede dijî û bavê du zarokan e îro roja 5’an e ku li qereqola Baglar a Amedê di bin çavan de ye. Ji ber Rewşa Awerte ya li Tirkiyê jî dewlata Tirk heya 5 rojan jî nahêle bi parêzerê xwe re hevdîtinek pêk bîne. Li gor daxuyaniya Esma Avci ya hevjîna Rênas Jiyan, ew di çarçoveya ‘mamosteyên ji kar hatine dûrxistin´ de hatiye binçavkirin. Lê wek ku di van demên dawî de ji zext û zorên dewlata Tirk ku li hember Kurdan tund kirine tê zanîn ku ev bûyer jî ji bê tehamûlkirina hebûna nivîskarên Kurdî ye. Li aliyê din li ser dosyeya dozê biryara nependîtî hatiye dayîn.

Ên ku ji “hibr”ê bitirsin “ronî” nabin
Rênasê ku her wextî bi hibra xwe mijarên bindestî û serdestiya di navbera Kurdan û desthilatdarê wan de dinivîsî ev ne cara yekem e ku li rastî van nebaşiyan tê. Dîsa di 7´ê Gulana 2002’de bi tevî 11 hevalên xwe li Mêrdînê hat girtin. Di vê girtinê de rastî êşkenceyan jî tê û polîsên Tirk dest dideynin ser helbestên wî. Ji wê rojê heta îro hûnera Rênas Jiyan ji berhemên wî diyar e ku her û her geş bûye. Li aliyê din jî nêzîkahiya serdastan a ku her dem bi heman awayî didome diyar e ku neguheriye. Ev jî vê heqîqetê pişterast dike ku ên ku ji “hibr”ê ditirsin “ronî” nabin.

Brûskek bo Rênas û hevalên wî 
Dema ku di sala 2002’an de bi tevî 11 hevalên xwe li Mêrdînê ji ber xebatên xwe yên edebî Rênas Jiyan hat girtin, helbestvanê Kurd Ehmed Huseynî ji bo wan bi navê “Brûskek bo helbestvanê kurd Rênas Jiyan û hevalên wî yên di zindana Mêrdînê de” helbestekê dinivîse. Di vê helbestê de wiha tîne ser ziman hestên xwe;

(…)
Li paş wan dîwarên asê, 
çendîn bask li ba dibin 
û çendîn sorgulên hesretê 
li ber keviyên dilên we yên ji axê, diçelmisin? 

Ma evîna (Janya)yê li wir e 
yan serbir û pasvanên psîkopat 
ên pencereyên xewnê? 

De ka derdên zimanê xwe bibêjin 
û çîrokên xewnê ji qederê re raxînin 
da rexên beravêtî berên xwe bibînin 
û gumanên ji kevir li hêlînên şewatê vegerin! 

Bê nasîn nivîsiye
Çiroka vê helbestê piştî 14 salan Huseynî di hevpeyvîna xwe ya di rojnameya me de wiha vedibêje: “Piştî dîwana sê dîwanan, hevalekî min ji Mêrdînê bû, şevekê telefonî min kir, got. Rênas Jiyan li Mêrdînê girtine. Ez Rênas nas nakim, lê em bi telefonê bi hev re dipeyivîn û min kitêba wî ya ‘Janya’ dîtiye, min hin helbestên wî xwendine û ji dûr ve kêfa min wilo jê re tê. Cara pêşîn di jiyanê de ji bilî wan helbestên bi wezn û qafiye ên bi şêwazên klasîk ji bo stranan û piştî 9-10 salan nivîsandinê, kêlîka herî zelal, a herî ronak ku min zevt kir helbestek bû, min ew jî ji bo Rênas nivîsandibû. Wê şevê min got, ez ê jê re tiştekî binivîsim, ew ê jî li ser malper û têlevîzyonan belav bike. Lê cara pêşîn min rihê xwe li ber destê xwe dît. Cara pêşîn ziman, xeyal û ew êş, derd û kula bi ser serê me de hatiye, min ew hesret di nav destê xwe de dît. Cara pêşîn ez rûniştim, xeyala min ewqasî zelal e, ez dibînim pêwîst nake bi tu zimanekî dinyayê bifikirim û tê ramim, bi tenê Kurdî tê. Wê çaxê nuh min zevt kir. Min got, a ku ez lê digeriyam, a ku min hewl dida ez perwerde bikim ku ew Kurdî be, bêyî wergerandin. Cara pêşîn tu yê pirsgirêkê fêm bikî, bê çi bi serê te hatiye, xwe bixwînî, derbasî hundirê xwe bibî. Ji bo xwederbirînê, xweîfadekirinê pêwistiyên wê çi ne ku tu nelikumî. Divê meriv li pêdiviyên wê bigere. Yanî xwe naskirin û lixwegerîn û di hundirê wê de xwedîtin.”

Pen a Kurd cîhan agahdar kir
Hevserokê Pen a Kurd Osman Özçelik diyar kir ku wan li Pen a Navnetewî ya Cîhanê derbarê Rênas Jiyan de agahdar kirine û anîne ziman ku nivîskarên Kurd li Tirkî di bin zordestiyan de ne. Özçelik ji rojnama me re wiha axivî: “Em wek Pen a Kurd li Sipanyayê ji vê bûyerê agahdar bûn. Ji ber civîna Penên cihanê em li Sipanyayê bûn. Di civînê de nûnerên Penên wekî Kore, Emerîka, Ingilîstanê, Tirkiyeyê, Swed hwd. ji 85 welatên cihanê amade bûn. Li vir me anî ziman ku li Tirkiyeyê nivîskar, rojnamevan tên girtin û zext û zor li wan tê kirin. Li ser van gotinên me serokê Pen a Navnetewî John Ralston Saul rexneyên xwe yên li ser girtina nivîskar, helbestvanên Kurd anîn ziman û got li ser navê Pen a cîhanê em ê şermezariya xwe bi daxuyaniyeke diyar bikin. Wekî din du raporên me yên ku wek Pen a Kurd me di derbare girtina televîzyon, nivîskar, helbestvan û rojnamevanên Kurd de amade kiribû me da komîteya Penê wan jî ev rapor wek raporên xwe pejirandin û gotin dê van raporan biweşînîn û ji devletên cîhanê re bişînin.
Bi girtina kanala Zarok TV, Jiyan TV û bi girtina nivîskarên Kurd nexasim jî yên wek Rênas Jiyan dixwazin li hember zimanê Kurdî qedexeyên tundî bipêşbixin. “

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar