‘Ma pêkan e helbest ji wan mehrûm bimînin!’


Zindan cihê qedexeyan e, ax, hezkirin, bawerî, berxwedan, kew qedexe ne. Lê çiqasî dîwarên hov û xurt ava bikin jî nikarin zora xwezayê bibin. Xwezayê ji me hez dikir, me çi dixwest bi bê re ji me re dişand; bêhn, toz û tubar, perik û dengê teyran her roj li me dibûn mêvan.
Herçî helbesta Kurmanciyê ye, di salên dawî de bi afirîneriya ciwanan, gelek berhamên bi ceribandinên nû li milkê Kurdî zêde dibin. Nexasim, ciwanên li dora kovara Çirûskê keys lê anîn ku destegulên xwe biweşînin.
Hişyar Aydinê bi xwendina helbestan li ser medyayên civakî li nav Kurdan hat nasîn, Tebaxa 2017’an ji nav weşanên Belkiyê yekemîn pirtûka xwe ya helbestan bi navê ‘Mehtok’ weşand. Gava mirov dide nav xwendina helbestên Mehtokê, li wê yekê rast tê ku Hişyar ji bo bibîranîna gelek hevalên xwe yên cangorî, gih li pişt çar dîwaran, gih li bajarekî Tirkiyeyê gih jî li Kurdistanê, hestên xwe li peyvê alandine.
Hişyar Aydin dema behsa helbestên xwe dike ku wan weke wan xarên sereke "mehtokan" bi nav dike, dibêje, "Gotina dawiyê ez ê di serî de bibêjim: Mehtokên min in. Ez wan binax jî bikim, qet nebînim jî, ez jî nemînim: wê her di berîka min de bin". Bi vê re jî di navbera parvekirina hest û helbestên xwe û ji bo xwe dermalekirina wan de dudilîbûna xwe eşkere dike. Wî behsa qismekî ji serbihuriya xwe kir û me jî guh da wî, û vegotina çawaniya hilberîna pirtûka wî ku Hişyar dibêje, ev Mehtoka hemû xwîneran e.

Çawa û ji kengî ve hest li cem te vediguhere peyvê?
Helbet ji bo ku karibim qala nivîsandinê bikim, divê ez ji hînbûna xwendinê dest pê bikim. Ez zarokekî gelekî bişens bûm, yanî ev hinekî trajî-komîk e, lê belê di nav pergaleke bişavker de vê yekê weke şens pênase dikim; ez bi hev re hînî xwendina Kurdî û Tirkî bûm. Mixabin li bakurê welêt ev şens bi dest her kesî nakeve. Mîmarê vî şensî jî gorbuhiştê bavê min bû. Her roj weke qaîde min ji wî re salnameya bi Kurdî dixwend û di ber re jî dîwanên şairên me yên qedir bilind; weke Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî û Cegerxwîn. Ji ber xwerûbûn û bêjeyên wî yên hêsan, herî zêde min ji helbestên Cegerxwîn hez dikir, ez zarok bûm têgihiştina qesîdeyên din zehmet bû. Yekem tecrûbeya min a nivîsê jî bi saya Seydayê Cegerxwîn bû. Bi hinek hevokên wî û hinek hevokên min, min helbesteke biçûk nivîsandibû, dema min ji bavê xwe re xwend; (tevî ku ferq kiribû ku hinek hevokên "diziyê" ne jî) destên xwe di serê min da û got, eferim. Ew eferima ji jiyana min a beyar re bû gîsin û qesideyên nemiran jî bûn tov. Ji wê demê ve ye dinivîsim, lê hîna jî dema ku ditengijim li wî destê terikî, digerim da ku karibim ji xwe bawer bimeşim...

Çima ‘Mehtok’?
Mehtok; ew xar e ku di lîstika xaran de lîstikvan pê nîşanê digire û bi wê li xarên din dixe. Tevî vê jî ji bo ku xarek bibe mehtok divê gelek lîstîkan bi listikvana/ê xwe dabe qezençkirin ango bişens be. Lê li gorî min taybetmendiya herî mezin ev e ku lîstikvan dil nahêle ku mehtoka xwe bavêje nav xeterê, bike xara qumarê. Di nav herêman de guhertin çêdibin lê li gorî adetên me heke yeka/î ku xarên wî nemabin û li ser "mehta" xwe têkeve lîstikê û wenda bike jî "mehta" wê/wî lê tê vegerandin. Ê min jî sedema min î ku min ev nav neqand ev bû; di beşa duyem de min xwest ku ez bibim Mehtok û her di berîka "ya ku diçe" de bim û di beşa yekem de jî min hemû mehtokên xwe rêz kirin, min xwest ku her hebin û ez her bi serê wan sond bixwim.

Gelek helbestên te ji bo bibîranînê hatine diyarîkirin. Gelo ev hesta deyndarbûna wan cangoriyan e ?
Gotina dawiyê ez ê di serî de bibêjim: Mehtokên min in. Ez wan binax jî bikim, qet nebînim jî, ez jî nemînim: wê her di berîka min de bin.
Gelek tişt qewimîn, hinek di ber me re derbas bûn, hinek di ser me re, hinek bi mesafeyan dûrî me. Belkî derfet nebû em tiştekî bikin. Lê çavên me û guhên me her vekirî bûn. Min bi xwe nedikarî ji wan birevim, ji ber ku sitûn ew in, tu bi ku de birevî tu yê li wan biqelibî, li bîranînên wan rast bêyî. Hebûna jiyanê ew in ma pêkan e helbest ji wan mehrûm bimînin?



 Ya rast ez nivîsandinê weke dil rehetkirin û vereşînê dibînim, heta ku dilê min rehet dibe, dinivîsim. Ti sînoran danaynim ber xwe ku bêjeyek tenê bes be, dikarim xalê li wira deynim, lê ne bes be dikarim wê hevokê heta sibê dirêj bikim.

Te helbestên xwe li bajar ango mekanên cihê meyandine, çi têsîra mekanê li ser helbesta te çê bû? Nexasim li pişt çar dîwaran?
Mekan xweda ye. Çarenûsa gav avêtinan, fikaran, hestan û bi temama jiyanê ew dinivîse. Helbet di xwe de gelek tiştên dinê dihebîne; tiştên ku tu dibînî, bêhn dikî, dixwî, jê hez dikî. Tiştên ku tu nikarî bibînî, bêhn bikî, bixwî û hez jê bikî ango xeyalên merev jî li gorî mekan teşe digirin. Bêyî mekan tu nikarî li tu bûyeran bifikirî. Ji ber vê ye ku min weke nîşe li helbestan zêde kiriye mekanên ku helbest lê afirîne. Ev cure nivîs belkî ji hêla hin kesan ve weke qelsiya helbestê tê dîtin, belkî mafdar jî bin. Lê çiyî min hebe min xwestiye bi xwendevanan re par ve bikim. Ango weke ku lênûska min li ber destên wan be.
Ez dixwazim qala serboriyeke xwe bikim ku ez dibêjim qey ez ê qet ji bîr nekim. Du sal berê bû dema ez hatim girtin piştî gelek tengasiyan ez sirgûnî girtîgeha Edenê kirim. Rojên pêşîn bû, baran dibariya, helbet min dixwest tiştên ku hatibûn serê min bi lêv bikim, binivîsim "vereşim", min baran kir sebep; hevokek li ser lêva min digindirî, lê bi Tirkî bû. Min kir û nekir neqelibî Kurdî. Vêya ne ji nijadperweriyê dibêjim, heta wê rojê min xwe herî baş û xurt û zelal bi Kurdî tanî zimên. Lê ew çi bû ez nizanim. Li dû wê hevokê serboriya girtina min hebû, min dizanî û ya rast min ne dixwest çîroka min bi zimanekî din be. Lê li wî "mekanê" ku cihê rasteqîn yê berxwedanê ye min nedikarî li ber xwe bidim û min ew helbest/çîrok bi Tirkî nivîsî. Min karibû nenivîsanda jî lê ji bo ez wê nîşaneya mêtîngerî û bişaftinê ji bîr nekim min nivîsand û bi nameyekê ji hevaleke xwe re şand. Bila serê zimanê min sax be...
Zindan cihê qedexeyan e, ax qedexe, hezkirin qedexe, bawerî qedexe, berxwedan qedexe, kew qedexe ne. Lê çiqasî dîwarên hov û xurt ava bikin jî nikarin zora xwezayê bibin. Xwezayê ji me hez dikir, me çi dixwest bi bê re ji me re dişand; bêhn, toz û tubar, perik û dengê teyran her roj li me dibûn mêvan. Hay ji desthilatdaran hebû ku ew bi qedexeyan tiştan ji me kêm dikin, lê tiştê wan bi qedexeyan li me zêdê kir, deskeftiyeke bêhempa bû; qiymet. Herî zêde di nava çar dîwaran de qiymetên tiştan tê fêmkirin.

Wek hevok ristina helbestê gelo têsîra xwe nakuje? Tercîha te çima ev cûre ye?
Ya rast ez nivîsandinê weke dil rehetkirin û verîşînê dibînim, heta ku dilê min rehet dibe dinivîsim. Ti sînoran danaynim ber xwe, ku bêjeyek tenê bes be dikarim xalê li wira deynim, lê ne bes be karim wê hevokê heta sibê dirêj bikim. Yanî ne tercîhek e, tiştekî xwezayî ye.

Li gorî statîstîkên pirtûkakurdî, ku yek ji malperên pirtûkan e, pirtûka te jî ji wan pirtûkan e ku zêde hatiye firotin. Reaksiyonên xwendevanan çawa bûn?
Ez dibêjim, divê merev vê zanînê rast bike, malpereke ku pirtûkên Kurdî û bi Kurdan elaqedar difiroşe li gorî statîstîkên xwe, ev dane belav kiribû, yanî ne daneyek e ku ji bo hemû weşanxaneyan lê ye; lê belê dîsa jî pê bextewer bûm. Mehtoka min gihaştiye ber destê gelek kesan, ev cihê bexteweriyê ye. Heta îro hevalên ku xwendine jêrazîbûna xwe nîşanî min dane, peyamên xweş ji min re hatin. Jixwe, êdî ew mehtoka wan e, ji niha û pê ve jî çi bibêjin li ser her du çavên min e.

Xelkê ji dengê te bi dilxweşî li helbestan guhdarî kir, xebateke te ya ji bo xwendina helbestan wê hebe, wekî din çi xebatên te hene?
Li zanîngehê, civateke me ya xebatên Kurdî hebû, heval û hogirên me yên hêja di nav me de bûn, piştî bavê xwe êdî min ji wan re dest bi xwendina helbestan kir. Berê bi tenê di nav malê de bû, lê êdî ji min re bûbû tevgereke civakî. Her ku min dixwend hin heval tomar dikirin. Pişt re me got, ka em ê li ser medyaya civakî parve bikin, ên ku xweş hatibûn xwendin me parve dikirin. Hin helbestên Gulîzer, Arjen Arî, Rênas Jiyan û Cegerxwîn ku min xwendine me parve kirine li ser medyaya civakî. Û her ku civat xweş bû û min xwend ez ê dîsa parve bikim. Hevalên ku guhdar dikirin û diecibandin pirr bûn, pişt re xwendina helbestê ji min re deriyekî din vekir, dema ku li Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji bo qedandina perwerdehiya mamostetiyê ji me amadekirina materyalan hat xwestin, yek ser materyalên guhdarîkirinê hatin bîra min. Min materyala xwe li ser guhdarîkirina helbestan amade kir, hin ji wan helbestên ku min parve kirine jî ji bo wê xebatê hatine parvekirin.
Niha ji bilî helbestan li ser wergerê dixebitim, bi niyet im ku pirtûkeke Hasan Alî Toptaşî wergerînim Kurdî. Ku bi ser bikevim wê dewama pirtûkên wî yên din jî bê.


Xortê Erebî li pey heyfa Zapê ketiye

Ew çi kes e ku tu xwe bi qurbanî wî dikî?
Ehmed hevalê min ê zarokatiyê bû. Ereb bû. Dawiyê bû pinpinîk û firiya. Min di wê helbestê de xwe û zimanê xwe bi tenê kir qurbana biratiya wî, hevaltiya wî. Bîra min her bi baranînên wî dikele, belkî rojekê bifûre ku ez karibim qala wî bikim.

Gotin du roj hê ji berfanbarê neçûbûn,
berf bû
li Çelê,
sê pinpinîkên notirvanên berfa azadiyê
berî biharê şiyar bûbû,
jixwe xew her li wan heram bû.
Tîrek ji hêsiran rontir ket li kezebê
veciniqîm!
Biteqim bêfêde ye.

Xortê erebî
li pey heyfa Zapê ketiye.



Hişyar Aydin kî ye?
Hişyar Aydin sala 1992'yan li Qoserê ji dayik dibe. Heta destpêka xwendina zanîngehê li wir dimîne. Paşê li Zanîngeha Bilgiyê ya Stenbolê beşa Fîzyoterapî û Rehabîlîtasyonê dixwîne. Di dema zanîngehê de bi "Civata Çand û Ramanê ya Zanîngeha Bilgiyê" û "Yekeya Kurdolojiyê ya Zanîngeha Bilgiyê" re komxebatên zanistî û akademîk yên li ser Kurdan dimeşîne. Di dawiya xwendina zanîngehê de dikeve zindanê. Piştî ku dertê xwendina xwe ya lîsansê diqedîne û di heman zanîngehê de di beşa dîrokê de dest bi xwendina lîsansa bilind dike, lê bêyî ku lîsansa bilind biqedîne vedigere welêt. Niha li Qoserê dijî.


Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar