Danê me ye, axa nexwe..!

  1. Mirkut bînin vî alî, zend û bendan vemalî Doxê bigirin û rakin, bila dangoh binalî Him dano, him xwarino, him jiyano Kesê neki bê îmano, kesê biki jîn û jiyano

Li gundê Kehniya Hejîrê dem Îlona payîza pêşîn bû. Tîrêjên tavê di paceya derdora wê naylon kirî re xwe di berdidan nava xaniyê Ferzad. Ferzad di nav nivînên xwe de wek bangorekî digindirî. Piştî bêhnekê çavên xwe vekir û ji nav cihê xwe mîna başoke ji qefesê rizgar bibe bi lez û bez derket. Di heman demê de bayekî payîzî xwe spart bedena wî û giyanê wî lerizand. Berê xwe da deriyê xaniyê ku her tim dikir zîqezîq. Destê xwe avêt çembilê derî bi zîqêzîqê re xwe avêt derveyî xanî. Çû ber kaniya li kêleka xênî xwe li ber avê tewand û çend çeng av li rûyê xwe kir, da ku xewa giran ji ser çavên xwe biqewirîne.
Dilê wî bi kêfxweşiyê dilebitî, îro dê ji bo zivistanê amadekariya xwarinê bikiraya. Çend gav avêtin ber bi hêtê ji kevirên sipî ve. Pişta xwe da dîwêr, çavê xwe zivirand û awirek hêvîdar da şiverêya li milê xwe yê çepê. Ji toz û dûmana li hewayê govend girtî pêvetir ne kesek ne jî tiştek dît. Bi vê dîmenê li ser zimanê wî çend peyvên bi hêrs raperîn û bûn deng ji ber levên wî hilpekîn:
“Lawo Ferzad ew malmîratê Liqmo bi tenê nehele, min ji xwedê navê ku ew serhîz min îro bi tenê bihele. Ez ê gora bavê wî bi serê wî de biherifînim.” Nemabû kêfxweşiya wî di dilê wî de mirar bibe, ji ber nehatina Liqmo. Lê çawa serê xwe rakir, dît ku li biniya şiverê li pêşiyê Liqmo û pênc şeş gundiyên din, wek mîrokan rêz bûne û bi gavên mezin rêyê li pişt xwe diherikînin ber bi xaniyê Ferzad vê tên. Bi vê dîtinê Ferzad bişirî. Piştî bîstekê li pêşiyê Liqmo û li dûv wî gundiyan xwe gihand ber siha xaniyê Ferzad. Bi dengekî dawidî û bi coşeke hevrişimî Ferzad ew pêşwazî kirin.
“Rojbaş Liqmo, rojbaş ji we tevan re. Hûn li ku derê man gidî, ma qey…”
Liqmo nehişt ew gotinên xwe bi dawî bike û mîna şûrekî di destê celadekî de peyvên wî hişk birrîn.
“Rojbaş Ferzad rojbaş. Ma tu nizanî Evdo bûka baranê ye? Heta ji mal derket dîka banga xwe xilas kir heta çûn hek li mirîşkan bar kirin. Encex em hatin.” Bi vê gotinê Evdoyê kurê muxtarê gund hinek dilşikestî bû lê xwe nebihîstî û bêdeng kir. Ji ber ku Ferzad gotinên din li gotinê Liqmo zêde neke. Lê dîsa Ferzad çavê xwe li Evdo gerandin. Dît ku Evdo li paşiya hemû gundiya ye. Bi ken dengê xwe bilind kir: “Lawê mixtêr wey tu bi xêr hatî silav û hirmet ji te û bejn û bala te re loo.” Piştî van gotina bû tiq tiqa kenê gundiyan. Wexta Ferzad gotina xwe bi dawî kir, gundî bûn du beş. Liqmo û sê kesên din çûn aliyê kadînê her yekî piştek êzingên ji darên berûyan li milê xwe kir û vegeriyan cihê ku gundiyên din lê kure çêdikir. Ferzad jî dustanek avêtibû ser milê xwe bi du gundiyan re ku her yekî bi çembilekî distê girtibû, dihatin ber kureyê. Piştî ku amadekarî bi dawî bûn. Gundiya rahişt distê û danîn ser dustana ku di nav kureya ji nûve çêkirî de hatiye bicihkirin û agirê xwe pêxistin. Agir têhna xwe da rûyê Ferzad û şewitand. Bi şewata rûyê xwe re xwe rast kir û bi dengekî zîz got, “Sêvê Sêvê! De ji mal derkeve û hesk û kefgîrê bîne, genimê tevde.”
Sêvê kefgîr anî, li nav ava danûyê xist û qaf û qalên bi ser diketin berhev dikirin. Ferzad û gundî hemû çûn bin erzêla tirî, her yekî ji xwe re guşiyek tirî jê kir û xwar. Li aliyên din Sêvê li ber agir mabû geh agir tevdida geh dar diavêtin ser.
Piştî ku rojê ji xwe çar pênc saet kêm kirin Ferzad û gundî vegeriyan cem Sêvê ya li ber êgir. Ferzad nîv hesk danû ji distê derxist û çengek jê avet devê xwe û got, “Sêvê hema nîv kel jê kême kelîkeke din em danê xwe vala bikin dê baş bibe.” Ta hingê jî du gundiyan rahiştibû zembîlekî û bûbûn rêz. Paşê çend mirovên Kawayî danê keliya bû bi lez û bez valakirin dista li kêlekê ya vala. Ferzad danûk berdabû nav zembîla û bi gundiyan re danû biribû bênderê li ser tehtê komî dabû valakirin. Piştî kişandina danûyê qediya û li ser tahtê hate belavkirin herkes çû mala xwe.
Piştî ku dinya sê caran li dora xwe zivirî Ferzad û jina wî zadê xwe dabûn hev, biribûn ber conî da bi mîrkut bikutin. Sêvê bang li sê jinên din jî kiribû, li ber conî li heviya Ferzad sekinîbû. Ferzad jî tevî Liqmo û Evdo heft gundiyên din kom kiribûn û dihat cem Sêva xwe. Ferzad çû li ber coniyekî rûnişt, bi awayekî ku conî di navbera her du paqên wî de bimîne, linge xwe dirêj kirin. Bi doxê mîrkutekî jî girtibû li aliyê xwe yê rastê mîna marêkî belek dirêj kiribû. Evdo jî bi heman awayî li hemberî wî cih girtibû. Li ber her sê coniyê din yên ji kevirê reş jî her yekî du kes rûniştibûn û di navbera her du coniyan de jinêkê ji xwe re hêlînek çekiribû û xwe bi cih kiribû. Sêvêya ku li coniyê Ferzad sekinî bû çend çeng dan berda nav conî. Ji nişka ve dengê Ferzadê mîrkutê wî hildayî, olan da.
‘Heyyy yalla..! Hoyyy yalla..!’ mîrkut li nava kezeba conî xist û serê çend lib danû bi kevirê reş ve kire yek. Bi ken li Evdo nêrî û domand;

“lo lo evdo lo lo evdo tiro, 
evdo li vir bixe, li kevir bixe, 
Evdo kevir rake şûnda kevir bi sorgul ke, 
Evdo şûnde kevir bi sorgul ke 
bi dermanê çavê kul ke.“ 

Dengê Ferzad bi gotinên dawî şikest li eniya wî çend dilopên xwêdanê bûbûn rist û hal di milê wî de nemabû. Ji loma mîrkutê xwe danî ber xwe. Li keleka wan jî dengê Liqmo bi ezman ve fir da;

“Mîrkut bînin vî yalî, 
zend û bendan vemalî, 
Doxê bigrin û rakin, 
Bila dangoh binalî, 
Him dano, 
Him xwarino, 
Him jiyano, 
Kesê nekin, Bê îmano, 
Kesê bikin, jîn û jiyano, Ay ay ay ay…!“

Liqmo hilmek kûr kişand û li delaliya xwe nêrî ku ev sê sal in ji dûrî çavan di kadîn û koxan de ji hev hez dikin. Di heman demê de Sosinê jî lê nêrî û awirên xwe yên bi evînê bi baskkirî li hev siwar kirin û di navbera reşika çavên xwe de birin û anîn. Liqmo bi keser domand;

“Hey ne li mal e ne li mal e, 
lawik hate pêş mal e, 
Ber bîna te bêhal e, 
ji kerba keçikê dinale,
 Xwedê ava bike vê malê, 
keçikê bike li bermalî.“ 

  Yek ji wî yek vî, dankut bi dawî kirin û zad dane hev.Di heman dême de li gundê Kaniya Hejîrê, şevê xeftanê xwe yê bi stêrk li xwe dikir û asîman dixemiland. Sêvê jî serî danîbû ser gewriya Ferzad û pelikên çavên xwe kutan hev û xwe bi Ferzad re berda behra xewê.

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar