Kayıtlar

2019 tarihine ait yayınlar gösteriliyor
Resim
Helbestkarê hub û nûjeniyê Digel ku wî Kurdistan hîç nedîtiye jî pirr behsa Kurdistanê û şervanên Kurd kiriye. Her wiha ew gavekê bi pêş ve çûye, behsa êşa dayika Ereb jî, zilma li ser reşikan jî kiriye bi dilê xwe yî nazik. Piştî mirina şairê navdar ê Azerî Semed Vurgun, helbest nivîsandiye. Helbestkarê nûjenî û hubê ye Mîkaêlê Reşîd.
Resim
Wergera sê çar rûpelên ji romana Bextiyar Elî 'Bajarê Musîkjenên Spî' ku bi Elmanî hatibû çapkirin. Hêvî dikim bi kurmancî jî derbiçe. Piştî meşeke bi saetan Celadetê Kotr û Sarhang Qasm bi Ishakê Lewzerîn re gihan xaniyekî spî yî mîna zinarên stêrkeke dûr spî û li pêşiyê dergeheke bi temamî ji siyên daran nixumandî. Xaniyekî di nîvê bexçeyekî mezin de, bi aramiyeke bi sêhr, bi bêhna xwezayê û bi qudreta darên qedîm pêçayî. Paceyên mezin î ber bi derve vedibûn, hemû ode bi rengê spî boyaxkirîbûn û li xênî tenê hin firax û çend ocaxên muezam hebûn. Erzaqa lê dikarîbû têra înzîwayeke bi salan bikira. Îshakê Lewzerîn hîn di serî de ji wan re hin qaîde bi nav kirin. Diviyabû her sêyan xwe rojane bi ava cemidî bişûşta û bi hev re taştê bixwarana. Û divê her du her wextî ji wî re amade bûna. Di çend rojên pêşîn de Ishakê Lewzerîn qet tiştek nekir. Gava tavik derdiket wî xwe dida ber û tenê digot:“ Bihêlin bila tav xwe ber de nav giyanê we.“ Gava baran dibarî, wî xwe dida ber ba
Resim
 Em ji mala xwe hez nakin Ez di romanên xwe de dihêlim ku karakter karibin hest û ramanên xwe bi serbestî bibêjin, ev romanê senfonîk dike. Karakterên di “Di Tuwaletê De” û di “Spîtama” de ji bo vê yekê mînakên baş in. Ez şexsên di pirtûkên xwe de azad dihêlim, lê gelek nivîskar wan dikin hêsîrên xwe. Bi romana xwe ya nû, Stranên Sor Niviştên Mor, Rênas Jiyan beriya bi çendekê silaveke xweş li xwendevanên xwe kir. Ev berhem xwe dide xwendin û pê re jî xwe ava dike. Çawa? Ji ber ku xwendevan pel bi pel bi ser efsûnan ve dibe û bi deşîfrekirina sirra romanê re êdî pê dihese ku di destê xwe de romanekê hildigere. Bi zimanê xwe yê herikbar û ji biwêjên Kurmancî têr, ev roman topiskan li bîra xwîner dide û haya wî jê tîne bê ka ew di çi hal û hewalî de ye. Lê belê ne tenê bi vê rolê radibe, di heman demê de bi şûrekî tûj erka parastinê jî girtiye ser xwe. Lewma, Rênas Jiyan dibêje‚ “Ev roman niviştek e, ji bo ku Kurdî û Kurdan ji derd û belayan