Çirûsk nexuricî!

  1. Kovara Çirûsk a hunerî û ramanî bi edîtoriya Rênas Jiyan keys li çapa hejmara xwe ya dawî anî. Bi 30’emîn hejmara xwe Çirûskê rêwîtiya xwe ya di Kurdî kamil kir û li pey xwe neşreke dewlemend a Kurdî hişt.

Kovara Çirûsk bi hejmara xwe ya 30’emîn a mehên Gulan, Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê di 20’ê Gulanê de derçû. Ev hejmar jî bêguman wek yên din dîsa têr û tije bû. Lê mixabin ev hejmara dawî ya Çirûskê ye ku Dîrektorê Kovarê Rênas Jiyan di vê hejmarê de bi nameyekê vê agahiyê radigihîne û dibêje: “Ezbenî, xwendevanên hêja: Bi vê hejmarê, kovara ‘Çirûskê 10 salên xwe qedandin. Her stran diqede, her baran  diqede; kovara Çirûskê stran û baranek bû û piştî deh salan li vir qediya…”
Çirûska ku bi bergên cihêreng her hejmara xwe li pey xwe dihişt, bi berga hejmara dawî jî vê peyama Rênas Jiyan piştrast dike ku xortek di dest de fanosek û baholek heye, ber li çiyayan e û pişta xwe daye xwînerên xwe, dişibe rîtueleke xatirxwestinê.

  1. Di kovaran de yek ji tiştên herî lawaz dima, têkiliya di nava hîsan û hiş de bû. Lewma pirraniya xwînerên Kurdî birçîbûna xwe ya ramanî bi zimanekî din têr dikir. Lê belê Çirûsk ji bo vê kemaniyê jî bûbû bersivek ku êdî mirov dikarî xwe bi Kurdî têr bike.

  1. Di nava nîvîsarên kovarê de bi sedan babetên cihêreng, ceribandinên nû hebûn ku ji hibirdanka kesên çepgir, oldar, hunerzan û hwd. rijiyabûn ser rûpelên kovarê. Vê yekê jî kolektîfa Kurdî ya di kovarê de darîçav dikir.


Kolektîfeke Kurdî ava kir
Çirûska ku di Îlona 2007’an de yekemîn hejmara xwe weşand, bi mîsyona zindîkirina hişmendiyeke Kurdî, bipêşxistina hizr û ramana Kurdî û her wiha bi rêkûpêkkirina “ekola Çirûskîzmê”, li pêş berî xemxurên Kurdî bû. Ji berdayîna kovarê diyar e ku gelek kesên xwedî fikr û îdeolojiyên cihê, keys lê anîn, xwe berdin nav deşta Kurdîniyê. Lewma bi sedan kesên ku di Çirûskê de nivîsên xwe yên pêşî weşandin, niha xwedî pirtûkên Kurdî ne û li ser Kurdî xebat û lêkolînên xwe didomînin.
Çirûska di deh salan de biîstiqrar li hemberî her êş û zehmetiyê xwe digihand, xwîneran mîrateyeke arşîvê ya dewlemend ji neşra Kurdî re hişt. Di nava nîvîsarên kovarê de bi sedan babetên cihêreng, ceribandinên nû hebûn ku ji hibirdanka kesên çepgir, oldar, hunerzan û hwd. rijiyabûn ser rûpelên kovarê. Vê yekê jî kolektîfa Kurdî ya di kovarê de darîçav dikir.
Vê kolektîfê ristên gazincan, şîret, pêşniyaz li civaka Kurd dikirin û pê dixwest vêxistina Çirûska bîran, pêk bîne. Di nav vê kolektîfê de ya herî balkêş ew bû ku kesên îdeolojiyên wan bi zor tehamûlî hev dikir, me didît di heman hejmarê de nivîsîne. Nimûne, mirov dikare bibêje oldarekî xemxurê Kurdî di helbesta xwe ya bi navê ‘Çû’ de bi rexneyên xwe, ya dilê xwe bi rehetî dianî zimên:
hiwweh law! 
çilo di tehma şehadetê de 
kesî ez nekuştim û çû!’
Li gel hewandina, ji her aliyê Kurdîtiyê Çirûskê, gelek gotar, nivîs û ceribandinên wêjeyî, ramanî û hunerî jî di nav rûpelên xwe de gihandin xwendevanên xwe. Carinan mirov didît ku li ser Egzîstensiyalîzm, Surrealîzm,Sosyolojiya Edebiyatê, girtina nîvîskarên Kurd li ber yên cîhanê, wergêrên ji edebiyata cîhanê û hwd. nivîs hene.

  • Dibe ku îro kovara Çirûskê weşana xwe bi dawî bike, lê divê em vê yekê ji bîr nekin ku rihê Çirûskê dê qet venemire, ji lewre, êdî em dizanin ku Çirûsk bû sedema agirekî gurr…Bi saya Çirûskê îro li her deverê gure gura agirê wêjeyê tê hîskirin. Di arşîv û BÎR’a Kurdan de ÇIRÛSK dê her tim biçûrise. Her ku em cemidîn, em ê li ber Çirûskê kom bibin û xwe germ bikin. Çirûsk ne sobeya ceryanê bû, Çirûsk sobeya êzingan bû.

Xemxurên Kurdî li dorê civîyan
Herçendî di roja me ya îro de belavkirin û xwegihandina berhemên Kurdî hesantir bûbe jî, nedûr, beriya bi pênc şeş salan bi zor û zehmet mirovî dikarî berhemeke Kurdî peyde bike. Lê belê xemxurên li dora agirê Çirûskê civiyabûn, ev pirsgirêk jî hinekî çareser dikirin. Lewma, carinan li navçeyeke Kurdistanê di vîtrîneke pitûkfiroşiyekê de Çirûsk dihat dîtin. Carinan jî li dibistanekê, dîsa bi saya xemxurekî, bi dizî kovar dihate belavkirin ku min jî ew wisa nasî. Li dibistana amadeyî bi saya mamosteyekî xwe ku Bayekî ji Qoserê bû, min Çirûsk bi dîzî jê wergitibû. Lewma mirov dikare bibêje Çirûskê di heman demê de tevneke Kurdî jî ava kiribû.


Hîs û hiş bi hev re 
Di rêûresma kovargeriya Kurdî de mirov dibîne ku gelek kovar hatine û çûne. Emrê hinan ji wan bûye hejmarek yê hinan bûye deh, bîst û hwd. Li gel vê yekê pirraniya wan ji aliyê naveroka ve kamilbûnek pêk neanîne. Di kovaran de yek ji tiştên herî lawaz dima, têkiliya di nava hîsan û hiş de bû. Lewma pirraniya xwînerên Kurdî birçîbûna xwe ya ramanî bi zimanekî din têr dikir. Lê belê Çirûsk ji bo vê kemaniyê jî bûbû bersivek ku êdî mirov dikarî xwe bi Kurdî têr bike. Li ser vê yekê Rênas Jiyan di gotarake xwe de wiha dibêje: “Çirûsk´ agirê dîrokî, agirê Medî, Zerdeştî, Êzdî û kurdewariyê ye. Me bi kovara ´Çirûsk´ê hewl da ku em ‘raman’eke Kurdî ava bikin. Bi Kurdî ‘hîs’ên me hebûn lê ‘raman’ên me tune bûn; ji ber vê yekê me ‘Çirûsk’ wek kovareke ramana bi Kurdî ava kir; herwiha me cih da nivîsên ‘hunerî’ jî, mirov ji ‘hîs’ û ‘raman’an pêkhatî ye, yek ji van kêm be mirov jî kêm e. Piştî 7-8 salên kovarê em bala xwe didinê ku êdî bi Kurdî ´raman´ û teorîyek bi pêş ketiye.”

Gotinê dawiyê
Di nameya hejmara dawî de ku Rênas Jiyan diyar dike ku weşana Çîrûskê êdî qediye wiha tê gotin, “Ev xemgîniyek e, lê xemgîniyeke pirr bi ekl. A girîng vêxistina çirûska bîran bû ev yek pêk hat. Kovara Çirûskê agirek çêkir û wezîfeya xwe qedand.
Her stran diqede, her baran diqede, lê çirûskên ku di bîra mirovan de vêketî wê neqedin. Wê Kurdî û agir û azadî neqedin.
Bijî Kurdî Bijî agir Bijî azadî!


Bi sedan nîvîskarên nû
Çirûsk ji kovarekê wêdetir dezgeheke hilberîna nivîskaran bû ku bi xwe re gelek kêsên nû li nivîskariya Kurdî zêde kirin. Me xwe gihand Siyajîn Aramî, Ardîn Dîren, Diazad A.R.T û Janez Sar ku nivîsên wan di Çirûskê de der çûne û me ji wan pirsî: “Gelo ji bo wan Çirûsk çi bû?”

Ronahiya Çirûskê li min xist


Helbesvana ku bi navê ‘Gêreya hestên min’ yekemîn pirtûka xwe ya helbestan weşandî û awayekî sîstematîk di Çirûskê de nivîsên xwe diweşandin Janez Sar ji bo xwe wateya kovarê wiha pênase kir: “Kovara ‘Çirûskê’ li ber dilê min gelekî delalî ye; helbesta min cara ewil di ‘Çirûsk’ê de hate weşandin, min çavên xwe di kovara ‘Çirûsk’ê de vekir û bi hêza ‘Çirûsk’ê min bi awayekî sîstematîk bi dest helbestkariyê kir. Di xebatên min ê wêjeyî de ronahiya ‘Çirûsk’ê li min dixist û li ber vê ronahiyê bêjeyên min berê xwe didîtin. Li Kurdistanê tarîtiya ku serdestan bi ser me de xistibû bi her awayî bandor li kesayeta Kurdan, li derûniya Kurdan dikir. Metodolojiya ku serdest bi pêş dixin, giş li ser alavên tunekirinê ye, xeyala wan a herî mezin bindestên xwe ji zimanê wan, ji çanda wan, ji dîroka wan biqetînin. Ev hewldanên serdestan ji hêla derûniyê ve carinan dikarîbû kesayeta Kurd têk bibira; ji ber ku gava kesek ji nirxên netewetiyê dûr bikeve, tinebûnek dest pê dike. ‘Çirûsk’ê rêya ku Kurd dikarin xwe bigihînin kokên xwe li ber min xist, min bi hêza ‘Çirûsk’ê zora serdestên xwe bir, ez nehatim tinekirin. ‘Çirûsk’ê ji bo kesên ku dilên wan bi Kurdî, ruhên wan bi Kurdî, ‘Bîr’a wan bi Kurdî derfet çêkir ku li ezmanê wêjaya Kurdî stêrkekê vêxin û ew jî di tarîtiyan de ronahiyekê bidin.”

Çirûskê deriyên xwe vekirin
Dilazad A.R.T’ê ku me nivîsên wî jî di nav rûpelên Çirûskê de didîtin, giringiya kovaran a ji bo zimanan bi bîr dixe û dibêje: “Kovar di pêşdebirin û dewlemendkirina zimên de cihekî girîng digirin. Kovara Çirûskê jî ev wazife bi cîh dianî. Bi taybetî kovareke zimanekî ku nû dibişkive ji bo ziman roleke girîng û dîrokî dileyîze. Ji bo kurde-nivîskaran derfetên ku hêza nivîskariya xwe bi gelê xwe ango bi xwendevanan bide nîşandan, kovar di asta yekemîn de cîh digrin. Her nivîskar dixwazê ku berhema wî ji hêla mirovên din ve werê xwendin. Di rewşeke bi vî rengî de kovara Çirûskê wek kovarên din yên Kurdî deriyên xwe li nivîskarên Kurd vekir. Bû sedem ku gelek kesan cara pêşî nivîsên xwe bi awayekî çapkirî di kovaran de dîtin. Ev, hêzeke mezin dide kesên ku dest bi nivîskariye dikin. Ez wek prensîbeke şexsî, çi kovara Kurdî ku derdikevê jê re nivîsên xwe dişînim. Hem dixwazim kovar ji hêla nivîsan ve dewlemend bibe, hem jî dixwazim roj bi roj xwendevanên kurdî zêde bibin.”

Wêjehez ji bîrkoriyê rizgar kirin
Ardîn Dîren ê ku em wî bêhtir bi xebatên wî yên li ser sînemayê dinasin jî tîne zimên ku derfeteke ango mêrgeke têr bi kanî bû ji bo nivîskar, lêkolîner û helbestvanên Kurd û dibêje: “Çirûsk, destbirakê/a HAWAR’ê ye. Heval û hogirê/a pênûsên ciwan yên bi derb û derd. Çirûsk, çirûska ji ber RONAHÎ’yê pekiyayî ye…Çi bibêjim, Çirûskê BÎR’a Kurdan ya xitimandî ji nû ve vekir û gelek DIL’ên nû di paxila xwe de hewandin. Çirûskê BÎR’a wêjehêzan kûr kir û ew ji ‘Bîr-kor’iyê rizgar kirin. Çirûskê em ji tarîtî û birçîbûnê rizgar kirin. Çirûskê gelek ciwanên Kurd bi firê xistin, ew ciwan yek bi yek ber bi asoya wêjeyê ve firiyan.
Ji ber ku em lawên agir bûn, û me ji ronahiyê gelek hez dikir, me ji Çirûskê jî hez kir.
Çirûsk, ji bo çand û hunera Kurdan ya ku di tarîtiyê de dîl hatibû girtin, ronahiya azadiyê bû. Hêviyeke geş û xurt bû. Gelek Kurd li ber vê şewq û çirûskê kom bûn û xwe anîn ziman û govenda wêjeyê gerandin. Derfetek ango mêrgeke têr bi kanî bû ji bo nivîskar, lêkolîner û helbestvanên Kurd. Di dema weşangeriya xwe de peywîr û berpirsyariya xwe anî cih û ji bo gelek kêmasiyên wêjeyê bû bersiveke hunerî. Mirov dikare bi dilekî rehet bibêje ku kovara Çirûskê çavkaniyeke têr û tije ye û divê mirov jê sûdê wergirin.
Min bi xwe jî çend caran li ser sînemayê nivisî û xwest agirê Çirûskê geş bikim. Çirûsk ji bo min kelecan û derfeteke bi qasî agir pîroz bû.
Dibe ku îro kovara Çirûskê weşana xwe bi dawî bike, lê divê em vê yekê ji bîr nekin ku rihê Çirûskê dê qet venemire, ji lewre, êdî em dizanin ku Çirûsk bû sedema agirekî gurr…Bi saya Çirûskê îro li her deverê gure gura agirê wêjeyê tê hîskirin. Di arşîv û BÎR’a Kurdan de ÇIRÛSK dê her tim biçûrise. Her ku em cemidîn, em ê li ber Çirûskê kom bibin û xwe germ bikin. Çirûsk ne sobeya ceryanê bû, Çirûsk sobeya êzingan bû. Heqîqî bû…li ser agirê xwe bi beroşan wêje keland û di êvarên sar de bi şîvên xwe yên bi çêj gelek nivîskar û xwîner têr kirin.
Heta mirov dikare bibêje ku êdî li Kurdistanê nexweşiya Çirûskan heye, kesên bi vê nexweşiyê dikevin heta mirinê dev ji xwendin û nivîsê bernadin. Ji wan re dibêjin, Çirûskîst.
Ji bo kesên din nizanim lê ji bo min tehma Çirûskê dê her tim li ser zimanê min be. Ez ê ji çar mehan carekê Çirûskê bi bîr bînim…

Nivîskarên Kurdî bi çirûska xwe ronahî kir



Yek ji nivîskarên din Siyajin Aramî jî tîne zimên ku Çirûsk şerekî navxweyî yê li hemberî tarîtî û nezaniyê bû û li ser Çirûskê dibêje: “Kovar ji bo wêjeyê dişibin malzaroka jinê, nivîskar û nivîs di kovaran de bi pêş dikevin. Kovara çirûskê jî ji bo gelek nivîskarên wêjeya Kurdî bû cihê xwenasîn û bixwehisînê. Bi dehan nivîskar di her hejmarekê de kelecana weşandina nivîsa xwe yî yekem jiya û wan ji bo nivîsînê teşwîq kir. Yek ji van jî ez bûm, ew kelecan ji bo min tehmeke pirr xweş û cûda bû, di bîra min de dê hertim ew libendêmayîna hatina wê kargoyê xwedî cihekî bêhempa be. Çirûsk bi naveroka xwe ya dewlemend dixwest ekoleke ramanî biafirîne, di kovarê de nivîsên wêjeyî, çandî, hunerî û ramanî dihatin weşandin, vê yekê jî xwendina wê çêjdartir dikir. Kovara Çirûskê, weke navê xwe; liveke ronahîyê ye. Vê livê, tarîtiya bîra gelek xwîner û nivîskarên Kurdî bi çirûska xwe ronahî kir. Çirûsk şerekî navxweyî yê li hemberî tarîtî û nezaniyê bû. Edîtorê kovarê Rênas Jiyan 10 salan ji bo 30 hejmaran kedeke mezin da û ev ked ji bo armancekê bû, bi encama îroyîn ya nivîskar û xwînerên Kurdî ku ji ekola Çirûskê haydar in xuya dike ku Rênas Jiyan gihîştiye armanca xwe, weke hertiştî temenê her kovarekê jî heye lê min dixwest ku çend kes barê vê kovarê hilgirin û berdewam bikin, ji bo pêşvexistina wêjeyê û xwîner û nivîskarên kurdî. Kovara çirûskê pêjgeheke baş bû ji bo wêjeya kurdî. Divê em xwedî li çirûskên xwe derkevin û bi nivîsê bîra xwe zindî û ronî bikin.”

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar