'Helbest giriyê min e' Vebêjera xeman, jineke xweşik Fatma Savci. Gava behs li ser helbesta modern a kurcmancî dibe, navê wê di nav şairên şareza de tê hildan. Helbet ne belesebeb ew nav tê hildan. Ew mîna darekê ye, xwedan fêqiyên xweş e. Dareke wisa ye, qurm berdana raboriya xwe, texlît texlîf fêqiyan digihîne bo siberojê. Axek heye jê re mesken da ku mêweyên wê ji tavê têr, ne xerîbe avê, tehm miz, şîrîn bin. Lê tirşî û tehlî jî ji wan ne kêm e. Lewre ew li wê axê, li Kurdistanê lûsiye. Pal xweş daye ewran ji stêrkan ristan dirêse. Xwe ji kiteke xuricî jî nahêle. Behsa navan dike, kêliyekê ji jîyana xwe dide, bîranînekekê dibêje. Lê herî zêde êşbêjiyê dike. Helbestên wê bi dizî li dora me digerin, bi xafilî di nav xelekekê de me asê dihêlin. Ez nikarim xwe qure bikim û rabim bibêjim, wele ez filan felsefê, hestê yan jî filan tiştê didim xwendevanên xwe. Lê ez dizanim, ez ji dil dinivîsim. Em kêliyekê bi Fatma Savci re li ser jiyan û helbestvaniya wê ax...