Li kolanên Krakovê olana dengbêjan


  1.  Li Krakova Polonyayê heftayê borî bi beşdariya dengbêjên Kurd mihrîcana şanoyên li kolanan li dar ket. Dengbêjên Kurd bi olana xwe newayên stranên Kurdî gihandin beşdaran ku gelekî li xweşiya xelkê çûye.

Ji çepê ber bi rastê ve Dr. Joanna Bochenska, Dengbêj Hesenê Şilbê, Dengbêj Emerê Entaxê û , Dengêj Feleknas li ber çayxaneya li Krakovê.

Hefteya borî li bajarê Krakovê Mihrîcana Şanoyên li Kolanan a Navneteweyî bi beşdarî dengbêjên Kurdî bi rê ve çû.
Di navbera 5 û 9’ê Tîrmehê de li paytexta berê ya Polonyayê Krakovê, ‘Ulica 31’ ango Mihrîcana Şanoyên li Kolanan a Navneteweyî bi pêşengiya grupa şanoyê KTO (Şanoya şaredariya Krakovê) hate lidarxistin.
Ulica 31(Międzynarodowy Festiwal Teatrów Ulicznych)* ji sala 1988’yî ve salane bi organîzekirina KTO bi piştgiriya madî ya gelek sponsoran tê sazkirin. Yek ji kevîntrîn mihrîcana bi vî awayî ye li rojhilata navîn a Ewrûpayê.
Îsal babeta mihrîcanê "Wiatr od Wschodu“ (Bayê ji rojhilat) bû, loma mêvanên wê zêdetir grupên şanoyê yên ji rojhilat bûne, weke mînak ji Rûsya, Ukrayna, Dagistan, Gurcistan, Kirxisistan, Hindistan, Korê û ji Bakurê Kurdistanê bûn.
Ji alîkarên mihrîcanê Dr. Joanna Bocheńska ku xwe bi dengbêjên Kurd re mijûl kir û ji wan bû alîkar li ser birêveçûna mihrîcanê û beşdariya dengbêjên Kurd agahî dane me. Dr. Joanna Bocheńska li Polonyayê di Beşa Zanistên Kurdî ya Pişka Îrannasiyê li Enstîtuya Zanistên Rojhilatnasiyê ya Zanîngeha Yagiellonskî de dersên Kurdî dide xwenkarên Polonî û her wiha di nava 5 salên dawî de seroka projeya lêkolînî bû ya bi navê 'Deng çawa dikare bê bihîstin'.

Newaya stranên Kurdî li kolanê Polonya
Dr. Bocheńska li ser çawaniya tevlîbûna dengbêjên Kurd ên ji Mala Dengbêjan a Amedê agahî dan û got:“Îsal, cara yekem bi saya keda Jarosław Siejkowski, ku lîstikvan, derhêner, mamoste, menajerê çandê û evîndarê mezin yê çanda dengbêjiyê, firsatek çêbû ku sê dengbêjên girêdayî Mala Dengbêjan li Amedê karibûn beşdariya mihrîcana ‘Ulica 31’ bibin. Di çarçoveya çar rojan, ji 5 heta 8’ê Tîrmehê de li ber çayxaneya ‘Czajownia’ (Çayxane), ya ku li taxa kevin a Krakovê ya bi navê Kazimierz, Dengêj Feleknas, Dengbêj Hesenê Şilbê û Dengbêj Emerê Entaxê kilamên bi Kurdî stran. Stranên weke Bavê Fekî, Siyabend û Xecê, Şêx Seîd, Salo û Kejê, Telî, Xezalê Salih û Nurê, Bedran, Were were Elî were û gelekê din di nava kolanên bajarê Krakovê hatin bihîstin.“


Beşdar bûne xwedî fikr li ser Kurdan
Di destpêka bernameya dengbêjan de Dr. Joanna Bocheńska ya mamostaya Kurdî li Zaningeha Yagiellonski axaftineke agahdariyê li ser Kurd, Kurdistan û çanda dengbêjî û çîrokbêji ya Kurdan kir. Da ku guhdar û temaşevan bikaribin konteksteke mezintir a çand û maneya çanda dengbêjiyê ji bo Kurdan fêhm bikin.

Xelkê karî xwe bigihîne tama Kurdî
Dr. Bocheńska çêla pêkanîna ji hev fêhm kirina dengbêj û beşdaran kir û got:“ Yusuf Akyil, yê ku wek tercûman, rehber û alîkarê dengbêjan hatiye Krakovê, puxteyên bi Inglîzî yên gelek kilaman li beşdaran kirin. Da ku mirovan bikaribiya hinekî maneya gotinan fêhm bikira. Ji bilî vê, pirtûka ‘Opowieści dengbeżów. Baśnie i bajki kurdyjskie’ ya ku ji berhevkirina çirokên Kurdî ji arşiva Malbata Celîlan, û bi wergêra min a bi Polonî ku bi wêneyên pir xweşik ên Paulina Krajewskayê hatiye xemilandin û di sala 2014 de bi saya çapxaneya Namas derçûye, hate pêşkêşkirin û firotan. Loma, di cih de xelkê karibû bi riyên cuda cuda tama ziman û kevneşopiya Kurdistanê bigire û lê bifikire."

Gelek dişibiya mala Kurdî
Li elaqeya xelkê li Krakovê Dr. Bocheńska îşaret bi kêfxweşiya wan kir û wiha peyivî: “Her pêşkêş nêzikî 2-2,5 saet didomand. Di destpêkê de li ser kolanê, li ber çayxaneyê, piştre, roja dawî, di nava çayxaneyê de ku gelek dişibiya mala Kurdî şahî li dar bûn.
Taybetmendiya şanoyên ser kolanan ev e ku xelk carinan bêyi ku bizanibe, li rastî şanoyê tê. Mirov diçin û tên, an jî beşdarî beşdarî pêşkêşan dibin. Ji ber cihê çayxaneya Czajownia ku Kazimierz e, nêzîkî cihekî kevin yê Cihûyên Krakovê ye gelek kes jî li wê dere derbas dibûn. Bi baldariyeke mezin li dengbêjan guhdarî dikirin. Carinan jî bi dengê stranên govendê yên Kurdan re diketin govendê ku kêfa wan pir jê re dihat.“


Saziyên Kurdî xemsar û bi hincet in
Li ser di organîzasyonê de xemsariya rêxistinên Kurd Dr. Bocheńska îşaret bi giringiya rola çandê kir û lê zêde kir:“Lê mixabin, bi gotina Jarosław Siejkowski ku peywendî bi dengbêjan re danî û ew anîn Krakovê, tu rexistineke Kurdî nexwest ji bo vî karî alîkar be û giringî neda mîhrîcana Krakovê, ne jî pêşkêşa dengbêjan di vê festîvalê de. Ew mecbûr ma bi tena serê xwe li ser plana hatina dengbêjan a Krakovê bixebite û her tiştî bi xwe û bi alikariya hevalên xwe saz bike.
Bi ya min îhmalkirina giringiya çanda Kurdî ji bo meseleya Kurdî ku ez pirî caran li hemû parçeyên Kurdistanê dibînim, kêmbûna bername û fikran ji bo gihandina vê çandê bo mirovên derveyi Kurdistanê û dewletên rojhilata navîn, xetereyeke mezin e. Ev yek êdî nabe bi bahaneyên astengiyên siyasî were îzahkirin. Ji ber vê yekê ye ku babeta Kurdan nikare ji vê çerxa bisêr û xemgin ya ceng û pevçûnan derkeve û bigihe dilên mirovan. Divê em ji bîr nekin ku çand bi xwe amûreke mezin e. Û bêyi behsa şer bike, dikare li aliyên çareseriyê bigere û bê deng û peyvên zêde li ser kêşêyên ciddî pir bi kûrahî biaxive."


Çayxaneyeke piçûk dibe Amedeke xeyalî
Hebûna dengbêjên Kurd di mihrîcanê de helbet bala kesên li wir kêşand ku vê yekê xwe li ser torên medyaya civakî jî diyar kir. Xanimeke Rûsî ya li Krakovê dijî û dixebite, Elizabeth Stoliarova, ku li ser hesabê xwe yê Facebookê diyar kiriye li rastî dengbêjan hatiye, dibêje, Guhdarîkirina li vegotina çîrokên ji Amedê yên Kurdan û domandiye:“ Helbet ne hêsan e bi çandeke bi temamî biyanî re nasîn. Bi taybet heke bi zimanekî ku mirov pê nizani be. Cara pêşîn weke guhdarvanek biyanî hîskirina melodiyên bi efsûn zehmet e mirov cihê xwe diyar bike. Gava mirov ji ber herîkîna çîrokê çû hingî têgihiştin zehmettir dibe. Lê piştî wextekî yek hinekî ji atmosfera wê hîs dike. Melodiyên stranan dinase. Îcar ka ji xwe re tehayyûl bikin ku hûn ji çîrokê jî fêhm dikin. Hûnê bibinîn ku hûn êdî li ber pêla wê atmosferê ketine û xwe di cîhaneke nû de bibînin. Û di dawiyê de li Krakovê nêzî cihekî Cihûyan di kolaneke teng de çayxaneyeke piçûk dibe Amedeke xeyalî. Lê divê hûn car caran ji bo di tava Krakov-Amedê de li bin sihê bimînin, kursiyê xwe bilivînin.“



Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar