Ez di romanên xwe de dihêlim ku karakter karibin hest û ramanên xwe bi serbestî bibêjin, ev romanê senfonîk dike. Karakterên di “Di Tuwaletê De” û di “Spîtama” de ji bo vê yekê mînakên baş in. Ez şexsên di pirtûkên xwe de azad dihêlim, lê gelek nivîskar wan dikin hêsîrên xwe.
Bi romana xwe ya nû, Stranên Sor Niviştên Mor, Rênas Jiyan
beriya bi çendekê silaveke xweş li xwendevanên xwe kir. Ev berhem xwe
dide xwendin û pê re jî xwe ava dike. Çawa? Ji ber ku xwendevan pel bi
pel bi ser efsûnan ve dibe û bi deşîfrekirina sirra romanê re êdî pê
dihese ku di destê xwe de romanekê hildigere. Bi zimanê xwe yê herikbar û
ji biwêjên Kurmancî têr, ev roman topiskan li bîra xwîner dide û haya
wî jê tîne bê ka ew di çi hal û hewalî de ye. Lê belê ne tenê bi vê rolê
radibe, di heman demê de bi şûrekî tûj erka parastinê jî girtiye ser
xwe. Lewma, Rênas Jiyan dibêje‚ “Ev roman niviştek e, ji bo ku Kurdî û
Kurdan ji derd û belayan biparêze”, û mizgîniya xebatên xwe yên nû dide.
Em bi Rênas Jiyan re li ser romana wî ya nû axivîn.
Ev bû romana sêyemîn a Rênas Jiyan.
Romannûsiya Kurmanciyê bû tecrûbeyeke çawa ji bo nivîskariya te û fikra
lêkirina vê pirtûkê çawa bi te re peyde bû?
“Stranên Sor Niviştên Mor” ne tevnsaziya min a sêyemîn e, a
çaran e; ji ber ku pirtûka min “Di Tuwaletê De” jî fîksiyonek bû, di
2006’an de weşiyabû. Min ji 2006’an ve dest bi nivîsandina pirtûkên
tevnsaz kiriye. Û belkî bala xwendevanan kişandibe, fîksiyonên min
(roman) ên vê dawiyê li ser bingeha şêwaz û teknîka “Di Tuwaletê De” ava
dibin; ango di pirtûkekê de çend çîrok hene û di dawiyê de digihêjin
hev.
Roman li gorî helbestê hunereke hêdîtir e û girantir e. Ti
şensa romaneke baş li ber helbesteke baş tine ye. Heger mirov bi
metaforiyekê roman û helbestê rûqalî hev bike: Roman li bajêr ajotina
pisiklêtekê ye, lê helbest li çolê bi çargavan ajotina mehîneke seglawî
ye. Li gorî min ajotina her duyan jî xweş e.
Roman çiqasî baş be jî nikare xwe bigihîne xwendevanê xwe,
divê xwendevan xwe bigihîniyê, lê helbesta baş ne wiha ye, ew bi xwe
diçe xwe digihîne xwendevanê/a xwe, bi berstûka wî/wê digire û xwe pê
dide xwendin.
Roman bi raman û têgehan tê nivîsandin, lê helbest bi hêma
û harmoniyê. Helbest muzîk e, lê roman sînema ye. Bi nivîsandina
roman-fîksiyonan “hevok” xurt dibe, lê bi ya helbestan “bêje”. Ji
bêjeyên xurt hevokên xurt ava dibin.
“Nivişt”an her tim bala min dikişand, min di pirtûka xwe
“Kolleksiyana Çirûskan-Mexzena Xwînê” de jixwe berê şiklê niviştekê
çêkiribû. Peyva “nivişt”ê ji “nivîs”ê tê. Min xwest ez bi Kurdî, li ser
Kurdan, li Kurdistanê niviştekê çêkim; ji ber wê min “Stranên Sor
Niviştên Mor” nivist. Ev roman niviştek e, ji bo ku Kurdî û Kurdan ji
derd û belayan biparêze.
Di romana “Stranên Sor Niviştên Mor” de herçî
Bêrîvan e, xwedan du nasname ye; beriya ku zileya felekê bixwe û pîştî
wê. Bi vê karekterê tu çi li rêyî xwîner didî? Mirovek çima xwe dişibîne
dagirkerê xwe?
Bêrîvan yeka dilbijok e, dejenere ye, xerabe ye, bindest
qîza bindestan e. Min xwest ku bi vê karakterê ez Kurdan nişanî wan
bidim. Ez bêjim, “Binêrin, em ev in ha! Te dî bê em çiqasî bobelat in,
werin em dev ji vê kesayeta genî berdin.”
Heyraniya serdestî û dagirkeriyê ji xwenenasî û cehaletê diqewime.
Bêrîvan karaktereke antî-leheng e. Romana “Stranên Sor
Niviştên Mor” bi karakterên dij-leheng ava bûye. Ne bi tenê Bêrîvan,
Şemşa jî antî-leheng e, yeka hesûd û egoîst û ne temam e. Mûsa jî wilo
yekî obsesîf, beradayî û xwedêlêxistî ye. Lawê Emîna Bî jî yekî
antî-leheng e, di nav şervanan de yê newêrek ew e. Lîço û bavê xwe û
kalikê xwe jî werê ne: tima, qure, xwire û durû ne. Û gelek karakterên
din ên romanê bi vî awayî antî-leheng in.
Di nivîsandina her romanê de “derd”ekî min heye. Di vê
romanê de di beşa Bêrîvan de derdê min analîzkirina kesayeta dejenere
bû. Ji bilî vê min xwest ku ez di vê romanê de li ser hesûdiyê jî
bisekinim. Ji ber wê min di beşa Şemsa de qala “hewîtî”yê kir. Derdekî
min î din î vê romanê jî “negengazî” bû. Şemsa, Rê, Bêrîvan û nexasim
Mûsa daye dû negengaziyan. Negengazî çiqasî gengaz e? Xwestina
negangaziyê êşeke çawa ye? Min li van pirsan kola.
Romana “Stranên Sor Niviştên Mor” romaneke pirr-çîrok e.
Ez di romanên xwe de hez dikim ku pirr çîrok û pirr karakter hebin û her
kes xwedî dengekî be. Armanca min a ji vê yekê ew e ku roman bibe
senfonî.
Lê gava ez dibêjim romana pirr-kes û romana senfonîk ez
qala qerebalixekê nakim. Dibe ku di romanekê de bi sedan kes hebin lê ji
ber ku dengê hemûyan wekhev be dîsa jî ew roman ne “romaneke senfonîk”
be; lê tam dijberî wê dibe ku di romanekê de bi tenê 4-5 kes hebin lê ew
roman dîsa jî romaneke senfonîk be. A ku romanekê dike senfonîk
cudabûna dengan e, divê her karakter sewta wî aydî wî be. Heke şexsên
romanê fikr û hîsên xwe yên cuda tine bin, ew roman nabe senfonîk û
monoton dimîne. Di Kurdî de romanên monoton tên nivîsandin û ji ber vê
jî nayên xwendin.
Ez di romanên xwe de dihêlim ku karakter karibin hest û
ramanên xwe bi serbestî bibêjin, ev romanê senfonîk dike. Karakterên di
“Di Tuwaletê De” û di “Spîtama” de ji bo vê yekê mînakên baş in. Ez
şexsên di pirtûkên xwe de azad dihêlim, lê gelek nivîskar wan dikin
hêsîrên xwe.
Lawê Emîna Bî çima hewl dide ku hebûna xwe, bar û erka xwe vêbeje?
Lawê Emîna Bî ango Rê Welat, mîkrofona wî rojnivîska wî
ye, ew bi vê mîkrofon yan jî megafonê bi hemû gelê xwe re diaxive her
çend muxateba wî wek tenê diya wî xuya bike jî. Di nav miletê wî de
kesên ku wek diya wî difikirin pirr in: ew bi tenê ji xwe re ne, bi tenê
li xwe difikirin, xema wan ne welatê wan e. Ji ber vê, hedefa banga wî
ev giş in. Dê ji ber ku law devjêberdaye ew “mehkûm” kiriye. Lawê Emîna
Bî ji ber vê mehkûmiyetê diêşe, xwe sûcdar dibîne, divê xwe diparêze.
Rojnivîska wî ne bi tenê mîkrofonek e, her wiha “dadgeh”ek e jî. Ew xwe
di wê dadgehê de li hemberî diya xwe û yên wek diya xwe diparêze. Di
serî de ew wek mehkûm xuya bike jî di dawiyê de dê û yên wek wê mehkûm
derdikevin.
Lê diya ku ew pê re dipeyive ne bi tenê diya wî Emîna Bî
ye, di heman demê de welatê wî ye jî. Ew bi du dêyan re diştexile, bi
diya biyolojîk û ya jeolojîk re.
Hêz û hêvî û êşa wî “rê”ya wî ye. Jixwe, ji ber wê wî navê
xwe kiriye “Rê”. Di romanê de karakterê herî lîrîk Lawê Emîna Bî ye. Li
gorî min ev karakter biqasî Mencika “Bacanên Pelçiqî” lîrîk e.
Weke têgehekê ‚mal’ bi vegotina Rê re wateya erdnîgariyekê hewandiye. Halî hazir ji bo civaka muxateb Mal çi ye û divê çi be?
Min bi zanebûn têgeha “mal”ê derxist pêş. Mal, ne xanî ye;
min bi karaktera Şemsa ev da gotin û ferqa wê da eşkerekirin; min bi
karakterê Rê girîngiya vê yekê da vegotin. Ji Rê re mal welat e,
Kurdistan e. Ji bo hemû Kurdan jî divê ew welê be.
Bi min mesele giş ji “mal”ê diqewime. Em zêde ji mala xwe
hez nakin, wê naparêzin, jê direvin. Di me de têgeha malê û aydiyeta wê
pirr qels e. Mala me pînik, axur û holikek be jî mala me ye, dilê me ye.
Siwarê hespê xelkê her tim peya ye. Hemû Kurd netê, lê pirranî Kurd
“mal”a xwe bi destê xwe xera dikin. Ji ber wê, gava welatê me talan
dibe, dagir dibe, edem dibe, ne xema me ye. Heke me ji mala xwe hez
bikira, me yê ji zimanê xwe jî hez bikira, me yê ji wêjeya xwe jî hez
bikira.
Helbestkarekî mezin ê wek Ehmed Huseynî “mal” e, ne kêmî
Orhan Velî, Cemal Sureya, Rîtsos û Eluard e, lê ji ber ku bi Kurmancî
dinivîsîne zêde xatirê wî nayê girtin. Hetta, ji ber derûniya bindestiyê
dîsa, vê dawiyê xwedêgiravî ji “mal”ê re hinek kesên wêjenas îcar di
navbera Soranî û Kurmancî de guh didin nivîskarên soranînivîs lê guh
nadin nivîskarên kurmancînivîs; helbestkar û romannûsên soranînivîs li
gorî wan ji yên kurmancînivîs baştir û mezintir in. Sedem dîsa “mal” e,
yanî ev kes dibên ku “Heke bi Kurdî be jî bera dîsa ne yê me be!” Çi be
jî ji yên me çêtir e, mirîbe jî ji yê me hêjatir e. Em dikin û nakin em
ji xwe û ji mala xwe hez nakin, em hey ji xwe nefret dikin, em wanî
malxerab in.
Di nezera gelek kesan de nivîskarê ku mala wî dagir bûbe
ew nivîskar nikare xwedî wêje û hunerekî bilind be. Ango dibêjin, “Heke
dewleta te tine be helbesta te jî tine ye!” Ev jî fikreke malmîrat e.
Di romanên xwe de tu çawa bi teswîrkirina êşa jinê re radibî, zehmet e gelo vegotina vê ji nivîskarekî mêr re?
Dijwar e, lê mirov hîs bike çêdibe. Afirînerî û jinbûn dişibin hev, di her duyan de jî zayîn heye.
Jin bindest in. Ma ne, jixwe derdê min giş bindestî ye,
azadî ye. Ez ji bindestan hez dikim. Ez nivîskarê êşê me, jin diêşin. Ez
li gorî hêza xwe piştgiriyê didim wan û wan layiqî berhemên herî mezin
dibînim. Divê di romanekê de jin ji bo vegotina karakterên mêr ne meze
bin. Heta ku êşa wan hebe, divê di romanan de karakterên li pêş ew bin.
Divê jin di romanan de ne alav û obje bin. Jin ne ew kes in ku romanek
bi wan bê şênkirin û şematokkirin.
Ez wek bindestekî êşa jinan hîs dikim. Mesele giş hîs e,
ma ne jixwe karê hunermendekî hîs e, hunermendek divê hîsdar be, tu hîs
bikî ne tenê jin, tu dikarî derûniya Xwedê jî binivîsî.
Ez nivîskarê bindestan im. Heta ku ez bimirim, ez ê ji bo
bindestan bixebitim û binivîsim. Ji ber wê, min bi zimanekî serdest
nenivîsand. Her çend bindest ji ber ku ez bi zimanê wan dinivîsim
nivîskarên serdest di ser min re bigirin û carinan li min û keda min
neheqiyan bikin û ez negihêm heqê xwe jî, ez nivîskarê bindestan im. Ev
peywir be serçavan, ev qeder be serçavan, ev mirin be serçavan.
Niha çi kar li ber destên te hene?
Ez niha li ser çapa nû ya “Di Tuwaletê De” dixebitim, di
demeke nêzîk de wê biweşe. Her wisa hinek kurteçîrokên min hebûn, ên ku
min berê ew nivîsandibûn; min niha ew derxistine û wek hiriya doşekan ew
ji hev xistine û li ber tavê raxistine. Û ez li ser dosya xwe ya nû ya
helbestan dixebitim.
Jiyan ji bo min ne ew e ku ez di ber re carna ji xwe re
binivîsînim, jiyan ji bo min ew e ku ez di ber nivîskariyê re carna ji
xwe re bijîm.
Divê wêjeya Kurdî xwe ji cehaletê paqij bike
Hin nivîskar û kesên xwe ji realîteya gel dûr
dikin û bi awayekî romantîk bi çandê re mijûl dibin hene, sedema vê çi
ye, ew çima wisa dikin?
Ew encama tirsê ne. Û her wiha encama nezaniyê ne. A
girîng her tim welat e. A ku çand li ser axa wê şîn tê, welat e. Gava ku
welat û gel li holê nemînin, wê çand û huner bi kêrî çi bên? Heke welat
û milet tine bibin, çand û huner jixweber hişk dibin.
Lê hema ji dêvla ku herin ji bo çandeke serdest bixebitin,
ji bo çand û hunerê xwe bixebitin baştir e. Lê bi şertê ku li ser bêrê
biedilin û bela xwe di mirovên têkoşer nedin.
Lê di vir de ferqeke gelekî girîng heye: Divê nivîskar
berê heqê nivîskariya xwe bide. Divê jê re nasnama wî ya nivîskariyê
berî nasnama wî ya siyasetê were, ji ber ku ew ne siyasetmedar e. Kes jê
hêviya siyaset û stratejiyan nake, jê hêviya hêmayên baş û tevnsaziyên
baş, yanî pirtûkên baş dike. Nivîskarekî ku bi şev û ro qala siyasetê
bike, lê helbesta Mallarmé nas nekiribe, felsefa Deleuze nexwendibe, ji
romana Ishiguro fam nekiribe, ew ê ne ji defê re bibe ne jî ji zirnê re.
Lê di vir de ez nabêjim bera nivîskar bîrdoziyeke wê/wî tine be, bila
hebe, hebûna bîrdoziyekê baş e, lê bera wêjeya xwe bi îdeolojiya xwe
nexetimîne, nefetisîne.
Mixabin lê nivîskariya Kurdî nivîskariyeke nexwende û
nezan e. Hin nivîskaran biqasî xwendevanan jî xwendineke pirr nekiriye.
Ji dêvla ku xwendevan ji wan fêrî tiştekî bibin, ew ji xwendevanan fêr
dibin. Ev jî dibe sedem ku xwendevan guh nedin wêjeya Kurdî û wê zêde
cidî negirin; ev dibe sedem ku siyaseta Kurdan û nivîskarên serdest zêde
hesabê wêjeya Kurdî nekin.
Divê wêjeya Kurdî hem ji bo prestîja xwe û hem jî ji bo azadiya welatê xwe, xwe ji cehaletê paqij bike.
Hunerê min jî ne mukemel e
Ji bo romanûsiya Rênas Jiyan rexneyên wekî
“Kûrahiya romanê bi helbest û sembolîzmê re tevlîhev dike?“ tê kirin?
Gelo tu ji romanên xwe û romannûsiya xwe razî yî?
Bêyî ku ez teknîk, fîksiyon, karaktersazî û vegotina
romanê di ser guhê xwe re bavêjim, ez di romannivîsiya xwe de hewl didim
ku “romaneke poetîk” biafirînim. Pirr hêsan e ku mirov di romanekê de
bûyer yan jî çîrokekê vebêje. Heke mirov dema wî hebe di rojekê de
dikare ji bûyerekê 7-8 rûpelan binivîse. Lê “romana helbestî” ne werê
ye. Tu ji sibê heta êvarî dişixulî, pişta te dikeve ber te, tu ancax nîv
rûpelê dinivîse. Di romana poetîk de her hevok girîng e, divê mişt û
kûr û konsantre be, bêyî ku mirov romanê gişî bixwîne jî divê her hevok,
her paragraf û beş karibe xurt be û zewqekê bide xwendevanê xwe. Berî
sînema û televîzyonê gelek nivîskaran di romanên xwe de çîrokek vedigot û
xwendevanan jî ji bo wê çîrokê ew roman dixwend. Lê vêga alavên
vegotina çîrokan pirr bûne û ji destê romanê derketine. Romana nûjen ne
bûyer û çîrok e, hevok e.
Ez ji romanên xwe hez dikim, ez piştî her romana xwe di
xwe û civat û civaka xwe de veguherînan dibînim. Lê ti hunerekî mukemel
tine ye, hunerê min jî ne mukemel e. Gava xwendevan ji pirtûkekê re
dibêjin, “Xweş e,” ev nayê wê wateyê ku ew pirtûk ji sedî sed “kamil” e,
“mukemel” e.
Romana ku vê dawiyê min xwend a F. Scott Fitzgerlad
“Muhteşem Gatsby” pirtûkeke pirr xweş bû, lê bi dehan kêmasiyên wê
hebûn. Kêmanî, pirtûka “xweş” kêm nake, wê temam dike. Kurd di pirtûkekê
de li “deqên pîroz” digerin, ev şaş e. A baş xwendevanî ye, ne
“sofîktî”.
Yorumlar
Yorum Gönder