Xwediyê helbesteke Reşbelek
Cemîl Denlî
Mixabin mirov di destê serdestiya peran de, bûne wek meymûnên ku her roj daristanên wan tên birrîn û tevaya jiyana xwe li pey dîtina çend heb mûzan xerc dikin. Ji ber vê yekê helbest ne bi zimanê xwe yê hatiye nivîsandin ne jî bi yê wergerê tên xwendin ku kanibin bibin pir.
Hin stran hene dilê mirov dilivînin, mestdar in, bi yekî pirr xweş tên. Gava insan li awazeke wisa diqelibe, hew dikare dest jê berde. Belkî sedem xwedîditina di wê stranê de be, belkî ew hêza wê ya kamilkirina hesteke nîvçêmayî be. Bi çi awayî dibe bila bibe. Ew stran dibin parçeyek ji mirov ku mirov di demên herî nexweş de xwe dispêre wan. Strana Hêlîn a Agirê Jiyan, yek ji wî cureyê stranan e. Gelekan ji me xwe bi hestên cihê lê girt û jê hez kir. Lewre albûm gava derketî, bi carekê belav bûbû û ji milyon û nîvekê bêhtir hatibû firotin.
Wê stranê rê dîtibû û pê, xwe raste rast berdabû nav dilan. Melankolîkan, aşiqan, yên xwedan êş, neraziyan, hema herkesî ji ber hesteke din jê hez kiribû û tiştek ji xwe di vê stranê de dîtibû. Helbet ew ne tenê melodiyek bû. Li pey wê çilmisîna kulîlkeke welêt hebû. Xwediyê ristên wê helbestê, Cemîl Denlî li pey hevaleke xwe ya berê xwe dayî çiyayên Kurdistanê, nivîsîbû.
Bi ser wan rojan ve gelek wext derbas bû û helbesteke wî ya din keys lê anî ku bibe stran. Beriya bi salekê, me dît bi solîstiya Egîd Işik helbesteke din,’Wê êvarê’, a Cemîl Denlî xwe li dilên me qeliband.
Cemîl Denlî ji sala 2000’î ve li Swîsreyê dijî. Helbet ew ne ji kêfa dil, lê ji ber zilma dewleta Tirk neçar mabû welêt biterikîne. Em bi Cemîl Denlî re li ser helbesta wî axivîn.
Kewê çima dilezînî
Li benda kesî namînî
Roniya rojê derew e
Şevên vir pir tarî ne
Li çiya zinar ezmanan xînim
Axa jindarî jê hilweşînim
Ger bê wargeh bim ezê nemînim*
Dîwana Cemîl Denlî ya pêşîn, Tav û Leylan, di Nîsana 2004’an de derçû. Piştre pirtûka qerfê Sêva Delalî û du dîwanên din, Min Hêsir Vexwarine Ji Reşikên Çavên Te û Helbesta Reşbelek, derçûn. Denlî li ser merheleyên helbesta xwe got, 'Ji merhaleyan bêtir, helbest jî mîna hemû tiştên zindî, tê guhertin. Ji asta bingeha çandinî ya kesê dinivîse heta bi şert û mercên jiyanê, nivîsîneke demdemî yan jî li ser hev, tesîra gelek tiştan li vê guhertinê dibe. Helbesta min jî, bi her nivîsê re piçekî din baştir bû.''
Hewla min her ji bo helbesteke baştir e
Di helbesteke xwe de Denlî dibêje, Helbest rezê xelkê ye, Ê min mêwek jî nîne. Lê niha ji ristên wî, alemê mey stewandiye û noş kiriye. Me jê pirsî ka ew xwe di vê deryayê de li ku dibîne. Denlî got, ’’Ev gotin di helbesta min a pêşîn a bi navê ‘Ew Tav Leylan û Çavên te’ de bû. Di jiyana xwe de yekem car min xwe li helbestê diceriband wê demê û ez gelekî qels bûm di vî warî de. Asta pirrbûna hezkirina hezkiriyên helbestê, girîngtir e ji fikra min a ku ez xwe li ku dibînim. Û ya para min dikeve, min tim li ber xwe daye ku helbesteke ji ya berê çêtir binivîsim.’’
Di bêkesiya şevê de lê tên hev
Hemû bedewiya çiyê jê distînin
Serî lê ditewe
Li jêrê
Ji nû ve di bîr tê tunebûna bextê romê
Çav li misqalek bêhn digere ji ya çiyê
Lê çiya bi qasî temenê wî
Ji wî dilşikestî ye**
'Êşa dil e li hemberî zordestiya mirovan'
Mirov di helbestên Denlî de gelek caran li janeke nehedinî, çûyîn, penaberiyeke bêdawî, şikestin, girî û hwd. tê. Bi pirranî hilmeke melankolîk xwe li mirov digire, bi xwendina helbestên wî re. Me jê pirsî ka çima van hêmayan pirr bi kar tîne. Ma hestên wî qerisîne? Lê wî heza xwe ya ji bo jiyanê vegot û lê zêde kir: ’’Ez mirovek im ku ji jiyanê hez dikim. Ev tişt ne ji sarbûna hestên min lê ji rastiya vê planeta di bin lingên mirovan de ye ku tar û mar bûye. Bi hawê xwe yê herî berbiçav di helbesta ‘Girî’ de tê dîtin. Di jiyan, girî û şikestinên min de ti carî teslîmiyet tine ye. Êşa dil e li hemberî zordestiya mirovan a li ser jiyana planetê û ya hemû zindiyên dinê.’’
Li jora ewran tav heye
Rehet bihêle bedena belengaz
Dem û dûrbûn
Nikarin avê bisekinînin
Berf dihele
Qebqeba kewan
Biharê têxe bin çengên xwe
Bibare
Were***
Meymûnên li pey mûzan jiyanê heba dikin
Ev 18 sal in ku Denlî li Ewrûpayê dijî. Û wî li Enqerê, li zaningeha Hacettepeyê beşa ziman û edebiyata Fransî xwendiye. Lewre bi Fransî, Ingilîzî û Elmanî jî dizane. Me jê pirsî ka girêdayî li Ewrûpayê mayînê, bi van zimanan zanînê gelo pirek ava kiriye di nava helbesta wî û ya cîhanê de. Denlî got, "Avakirina piran girêdayî xwendin û tercumekirina helbestê ye. Mixabin mirov di destê serdestiya peran de, bûne wek meymûnên ku her roj daristanên wan tên birrîn û tevaya jiyana xwe li pey dîtina çend heb mûzan xerc dikin. Ji ber vê yekê helbest ne bi zimanê xwe yê hatiye nivîsandin ne jî bi yê wergerê tên xwendin ku kanibin bibin pir."
Hebû tune bû
Bi çend çiyayan ji yê qaf bi wê de
Qewmek û welstek hebû
Yecûc û mecûcên çavpeqle
Pirtûkên pîroz di destî de
Bêhişî lê bêlav dikir
Cendekên biçûkêd dayikan
Tevî xewn û çîrokên wan didan ber hev
Sûret dikişandin li ser
Ji nalîna qesra şîrîn
Li bazîdê xanî digirî
Bigirî****
'Xêra wan li wan nabe’
Denlî bi helbestên xwe carinan pênaseyên ji bo civakê dike. Weke van ristan: "Çêlîkên me ji yên din re mezin dibin, Em jî teyrên bêhêlîn in." Lewre me jê pirsî gava ew li civakê dinihêre muxatabeke çawa li ber xwe dibîne. Li ser pirsa me Denlî got, "Helbesta ‘Teyrên Bêhêlîn‘ Çîroka çavdêriya min a li ser neteweyên bindest e ku tu xêra wan li wan nabe. Ew serpêhatî, liv, tevgêr û şikestina wan e. Li hemberî wê jî helbesta bi navê ‘Dagirker‘ heye ku ew jî ya wan tîne ziman."
Min ê nalîna birîndarekî ji binê bestan
Şerpezetiya yeka din li serê latan
Nebûna hêviya hilatina heyvê
Ew roj û ev roj li ber mirêka zemên danîna*****
Hîn didomî min welat terikand
Me ji Denlî pirsî, Piştî nifşê Rewşênê ku tu jî yek ji wan î, helbesta Kurmancî ber bi ku ve çû û diçe? û wî jî bersiv da: "Ji ber ku hîna pêvajoya Rewşenê dewam dikir, ez ji welêt derketime, a rastî, ez nikanim bersîva vê pirsê bidim. Min berhemên ku di van salan de hatine weşandin, kêm xwendine."
Hêlîn a wan serhildêran e
Hêlîna te bûbû stran û gelekî bi nav û deng bûye. Tê karibî ji me re behsa şehîd Mizgîn bikî ku bûye sedema nivîsandina vê helbestê?
Mizgîn hevaleke min a zaningehê ya gelekî şîrîn bû û pirr zû şehîd ket, li Elezîzê di sala 1993’an de. Dema ku min ew nivîsand hemû keçê Kurdistanê yên serhildêr ku ji ber tunebûna warekî negihîştin miradên xwe, di ber çavên min re derbas bûn. Hêlîn, têkiliya emirqutbûnê û bêwartiyê tîne ziman.
Şehadeta Mizgîn (Ayşe Ocar) di hejmara Serxwebûnê ya 166´an a Cotmehan sala 1995’an de wiha cih digire. "Heval Eyşe ji gundê Kupelikiz ê Mereşê ye. Ji malbateke xizan e. Piştî dest bi zaningeha Hacettepeyê dike tevlî xebatên ciwanên welatparêz dibe. Di serê sala 1993’yan de dixwaze tevlî nav refên gerîlayan bibe. Lê ji ber şert û mercan ev yek pêk nayê. Lê di Gulana 1993’yan de piştî şehadeta hevalê xwe Hüseyin Matur(Kendal) berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Û li eyaleta Amedê dest bi gerîlatiyê dike. Lê di Mijdara heman salê de di kemîneke bi alîkariya xwefiroşan de, li Erxeniya Amedê şehîd dibe." Û wiha bi dawî dibe: "Bîranîna wê rêberiya têkoşîna me ye!"
Têbinî: Li vir yan ji ber ku xweş nayê bîra Cemîl Denlî yan jî ji ber şert û mercên wî çaxî di arşîva Serxwebûnê de li ser cihê şehîdbûna Mizgîn şaşiyek heye.
* Hêlîn di pirtûka Min Hêsir Vexwarine ji Reşika Çavên te
** Xeyda Şervan ji pirtûka Tav û Leylan
*** A Niha ji pirtûka Helbesta Reşbelek
**** Girî ji pirtûka Min Hêsir Vexwarine ji Reşika Çavên te
***** Reşika Çavên Te 1 ji pirtûka Min Hêsir Vexwarine ji Reşika Çavên te
Yorumlar
Yorum Gönder