Tahmeke xweş li deşta Kurdî: ‘Bêndera Çandê’

  1. Bernameya me wekî navê xwe Bêndereke mezin e û em dixwazin li ser wê bênderê hemû berhem û rengê Kurdan pêşkeşî gelê xwe bikin


Li ser ekranên Stêrk TV’yê bernameya Bêndera Çandê ji sala 2011’an ve heta niha bênavber li pêşberî kurdîhezan e. Bername ji roja xwe ya pêşî û heta niha bi moderatoriya helbestvan Şêxmûs Sefer pirranî li Amadê tê amadekirin.
Heta niha ji gelek deverên Kurdistanê nivîskar, helbestvan, dengbêj û hwd. hatin ser ekranên Kurdî ku hîn jî bername her hefte bi istîqrar tê weşandin.
Sefer li gel rexneyên xwe yên wekî demjimera weşandina bernameyê, lêbarkirina vê ya li ser înternetê, kêmasiya xebatên êdîtoriyal û hwd. dibêje bernameya Bêndera Çandê „tahmeke xweş li pey xwe dihêle“. Sefer qala serpêhatiya ‘Bêndera Çandê’ kir li gel rexneyên xwe ji bo Stêrk TV’yê.

Fikra çêkirina bernameya Bêndera Çandê çawa derket? 
Berî ku ev fikir bi min re peyda bibe gelek caran, dema min li bernameyên televizyonên me temaşe dikirin; ez ji çend tiştên sereke aciz dibûm. Yek jê kesên bername pêşkeş dikirin pir fermî bûn û wekî xwe nedixuyan. Ya din jî bernameyên çand û huner û wêjeyê kêm xuya dikirin.
Hevalekî min ku piştî çend salan dema ji girtîgehê derketibû, car caran me hev li derve didît û li ser jiyana rojane me sohbet dikir û wî derdora Amedê baş nizanîbû. Rojekê ji min re got em dixwazin ji bo televizyonê bernameyeke bi vî rengî çêbikin û eger nasên te hebin ji me re pêşniyar bike. Min jî yekser got „ez!“
Henek li aliyekî min ji wan re sê çar nav pêşniyar kirin û bawer im bi wan re hevdîtin kirin. Piştî demekê bi wan re nebû ku bername çêbikin. Dîsa dema em ji bo dîtina pêşkeşvanê bernamê li ser nava, me danûstendin bi hevalê min re jî kir. Wî ji ber xwe got çima tu nake û piştî wê ez jî li ser fikirîm û min qebûl kir. Îcar komediyeke din derket holê vê carê. Bernameya min ya yekem bi hunermend Mizgîn Tahir re bû û ji bo ceribandinê me şandibû ji televizyonê re. Piştî çend roja hevalê min dîsa li min geriya û bi ken got; were tiştekî ku tê têr pê bikene ezê ji te re bêjim û tîq tîqa kenê wî bû di telefonê de. Ez çûm ji min re got; yên li televizyonê dixebitin Mizgîn Tahîr ecibandine û dixwazin ew bernameyê pêşkeş bike!
Welhasil Mizgîn Tahir got ev ne karê min e û bername dîsa ma di stûyê min de. Piştî heta salekê jî min kî bikira mêvan ez li bendê bûm ku yên televizyonê mêvanê/a min wekî pêşkeşvan qebûl bikin û ji min re bêjin oxir be! Çîroka me wisa dest pê kir wesselam.

  • Di bernameyên xwe de min gelek caran dengbêj jî kirin mêvan. Hin ji wan sal jî bi ser re derbas bû ye. Lê bawer bike hîn jî digerin û dibêjin; merivên me li Îtalya li min digerin û dibêjin em dixwazin wê bernameya te li ser internetê temaşe bikin. Lê me nabînin, ka em çi bikin! 
  • Rast e ka em çi bikin? Mixabin gelek kesên ji kar fêm nakin li ser karên wisa ciddî disekinin û dema tu rexne jî dike, xwe pir aciz bikin ew kesana. Yanî em bi ewqas zehmetiyan van bernameyan çêdikin lê kesekî peywirdar li navenda televizyonê vî karî nake mixabin.


Heta niha li gel çend mêvanan bername hatiye çêkirin? 
Bernameyên me ji dawiya sala 2011’an ve dest pê kir û heta niha jî didome. Di salên ewil de her ji du hefteyan bû, paşî bi cudabûna televizyona û ji ber di televizyona me de tenê Kurdî hate bikaranîn bername bû her hefte û ji wê rojê heta niha bê rawestan didome. Lê hîn jî televizyonê pêşkeşvanek li şûna min nedîtiye. Her çendî li ber guhê dikeve ku ji her mêvanê/a min re televizyon vê pêşniyarê dike (!) jî. Heta niha bi sedan bername me çêkirin û tahmeke xweş ji bo me hişt.
Bernameya li gel Abdulhalim Arslan



Astengî û pirsgirêkên çawa derdikevin pêşberî te di çêkirina bernameya Bêndera Çandê de? 
Ma çi dernakeve. Bernameyên me ji ber sedî ji nodî li Amedê çêdibin û mêvanên me her ji derdoran Amedê û hin caran jî di dema mihrîcana de em wan zevt dikin û tînin bernameya êdî keseke/î em bikin mêvan nemaye. Her çi qas pir kêm be jî di hundirê ew qas sala de min bi çend kesa re du cara jî bername çêkiriye. Di çêkirina bernameya de em hinekî wekî koçeran tevgeriyan heta niha. Ji ber studyoyekî me tinebû. Di demên berê ji bo salonê min telefonî hinan dikir ku eger filan saetê salon musaîd be emê bernameyê çêbikin, digotin ser çava werin, mêvan û kamera û gelek kes dema em diçûn yekî din derdiket û digot salon ne mûsaide û em nikarin salonê bidin we, kê gotibe şaş gotiye. Îcar de were piştî wê saetê şaşiyê rast bike. Piştî ku ew salonên heyî jî ji destê me çûn me li hin cafeya bernameyên xwe çêkirin. Ji bîr nakim vê zivistanê mêvanekî min ji serma di nîvê bernameyê bû reqe reqa diranê wî û nema dikarîbû bipeyiviya me bername deh deqe zûtir xelas kir. Wekî vê gelek tişt bû lê bêtir tiştên xweş bûn.

Bernameya Bêndera Çandê wekî nivîskar û rewşenbîrekî çi li te zêde kir? 
Ez jî hinekî mutewazî bim û peyva rewşenbîriyê deynim hêlekê. Lê spas ku tu wisa jî dibîne.
Mirov dikare bêje ku ez her hefte çûme panelekê û di wê mijarê de bi baldarî nêzî saetekê min li mêvanê/a xwe guhdarî kiriye. Di bernameyên bi vî rengî de konsantrasyon hewce ye û divê tu li çavê mêvana/ê xwe binere. Îcar ji mamoste Bedirxan Sindî bigire heta Rênas Jiyan, ji Letîf Helmet bigire heta Brader, ji Nazmî Kirik bigire heta Koma Lawje, ji mîrê bilûrê Egîdê Cimo bigire heta şanokarê navdar Şaliko û bi dehan, sedan kesên qedirbilind. Bêguman ev yek tiştekî dide te. Belkî piştî bernameyê tu ferq nake lê her diçe ew tişt di ruhê te de dimeye.

Rengê zaraveyên din çima biqasî Kurmancî xuya nake li Bêndera Çandê? 
Ji derve, rast e wisa dixuye. Lê heta niha kesên bi  şano, sînama, mûzîk û wêjeyê re elaqedar bi zarayên din jî bûne mêhvanê me. Bi taybet min ji wan daxwaz kiriye ku bi zaravayên xwe di bernameyê de bipeyivin. Wan jî bi kêfxweşî qebûl kiriye. Di bernameyên xwe yên vê dawiyê de bi Şêrzad Hesen û peykersaz Asos Caf re ez bi Kurmancî ew jî bi Soranî peyivîn. Ez dixwazim ev mînak pirtir jî bibin. Divê Kurd hemû wisa bikin û ev model belav bibe. Ji ber wê li Bakur heta ji min tê ez hunermend an nivîskarên Zaza dixwazim dawet bikim. Li Başûr jî yên bi Soranî dipeyivin. Lê ji ber derfet û cihê me Kurmancî bêhtir xuya dike.
Sefer bi Helîm Yûsiv re li ser wêjeyê diaxive

Çi li pêşiya temaşevanên bername ye? 
Televizyon heye! Bêguman ne tenê televizyon, wê rengê hemû jiyana Kurdan ya çand û hunerê hebe. Bi rastî bernameya me wekî navê xwe Bêndereke mezin e û em dixwazin li ser wê Bênderê hemû berhem û rengê Kurdan pêşkeşî gelê xwe bikin.

Hin kes çawa dixwazin wisa tevdigerin

Bi her bernameyê re di heman demê de arşîvek ji bo Kurdî jî dimîne. Çi giringiya vê yekê ji bo  berhevkirina çanda Kurdî heye? 
Spas ji bo vê pirsa te. Bi rastî kêmasiyeke mezin ya Kurdan heye ku zêde ne bi disiplîn in û çanda arşîvkirinê li cem wan tineye. Dibe ev yek ji ber çanda devkî jî tê, nizanim lê tine. Peyv difire diçe nivîs dimîne. Em her peyivîne û di van salên dawî de wekî sazî û dezgeh me hêdî hêdî arşîvek jî saz kiriye. Lê dema mijar dibe çand, ev yek demeke dirêj jê re divê û çand zû bi zû rûnanê.
Mixabin ev çend sal bû ku bernameyên me li ser youtube an google nayên barkirin û min bi xwe bi dehan caran jî ev yek aniye ziman jî lê tiştek nehatiye guhertin. Di bernameyên xwe de min gelek caran dengbêj jî kirin mêvan. Hin ji wan sal jî bi ser re derbas bû ye. Lê bawer bike hîn jî digerin û dibêjin; merivên me li Îtalya li min digerin û dibêjin em dixwazin wê bernameya te li ser internetê temaşe bikin. Lê me nabînin, ka em çi bikin!
Rast e ka em çi bikin? Mixabin gelek kesên ji kar fêm nakin li ser karên wisa ciddî disekinin û dema tu rexne jî dike, xwe pir aciz bikin ew kesana. Yanî em bi ewqas zehmetiyan van bernameyan çêdikin lê kesekî peywirdar li navenda televizyonê vî karî nake mixabin.
Ya din jî bi riya rojnameya we dixwazim bêjim ku saeta bernameya ne ya rojê ye. Ev nêzîka salekê ye ez dibêjim ku divê bername bi şev were weşandin. Lê mixabin hin kes çawa dixwazin wisa tevdigerin. Bernameyên şevê bi roj, bernameyên rojê jî bi şev diweşînin. Lê emê karê xwe bikin û eger tiştên jê baş jî bimeşe emê kêfxweş bibin.

Wêjeya Kurdî ya giştî baş nizanin
Şêxmûs Sefer li gel mevanê xwe Izeddin Mustafa Resûl e.
Bernameya Bêndera Çandê piranî li Amedê tê çêkirin lê li Başûrê Kurdistanê jî cenabê te çend bername çêkirin. Wexta tu rewşenbirî û întelîjensiyeya Bakur û Başûr didî ber hev, resmeke çawa di serê te de çêdibe? 
Pêşî vê bêjim, li Başûr mejî û bîr qut nebûye û ev yek di zimanê wan de xwe pir zelal dide xuya kirin. Pir bi hêsanî û xwezayî dipeyivin. Herikbar in. Bi zimanê xwe dijîn û ev yek gaveke derdixe pêş. Wekî din piştî salên nodî gelek kes ji Başûr çûye Ewrûpa û li wir xwendinên xwe li ser zimên û wêjeyê jî kirine. Yanî li bakur eger Kurdek bi Kurdî û Tirkî zanibin ew bi Kurdî, Erebî û zimanekî din yê biyanî dizanin. Ev yek jî hinekî din asoya nivîskarekî ji Başûr firehtir dike. Bêguman ji van mînakan li Bakur jî heye lê li Başûr ev pir zêde ye.
Mixabin nivîskar û rewşenbîrên Başûr wekî yên Bakur wêjeya Kurdî ya giştî baş nizanin. Wekî gotineke nexweş xuya dike ev dîtina min lê rastî ev e. Mînak Bakur gelek helbestvan û wêjevanên Başûr xwendiye û baş nas dike lê mixabin em nikarin bêjin ku edebiyata li Bakur, Başûr di heman astê de dizane ango dixwîne. Gelek sedemên wê hene ku em dikarin hinekî rave bikin lê bawer im vir ne cihê wê ye.

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar