Helbesta Kurdî li Berlînê ye
Li paytexta Elmanya Berlinê bi minasebeta xebatên Haus der Poesieyê helbestvanên Kurd yên ji çar parçeyên Kurdistanê bi wêjevanên cîhanê re têne gel hev û di navbera helbesta Kurdî û Elmanî de pireke çandî ava dikin.
Helbesta Kurdî êdî bedên li ber xwe dişkîne û xwe digihîne erd û eqarên helbesta cihîanî û xwe dide nasîn. Di çarçoveya xebatên salane yên rêxistina Elmanan a bi navê Haus der Poesie (Mala Helbestê) de 6 helbestanên Kurd li paytexta Elmanyayê bi armanca avakirina pireke çandî ya di navbera helbestvanên Elman û Kurd de têne gel hev. Festîval bi sernivîsa ‘helbesta zimanê qedexekirî’ îsal cara 18’emîn di navbera 16 û 24’ê Hezîranê de tê lidarxistin. Helbestvanên Kurd yên ji bo van çalakiyên 7 rojan hatî vexwendin, ji çar parçeyên Kurdistanê ne û sisê ji wan jin sisê jî mêr in. Her wiha wek nûner ji Qefkasya û dîasporayê jî du helbestvanên vexwendî hene. Wek mehvan jî helbestvanên ji welatên cihê ji bo beşdarî çalakiyan bibin hatine vexwedin ku di nav wan de Emerîkî, Skandînavî, Ereb û hwd. hene.
Kesên beşdar
Hêjayî gotinê ye ku kesên vexwendî, temsîla her aliyê Kurdistanî û dîasporaya Kurdan dikin. Ew jî ev kesên li jêr navbirî ne:
Ji bakurê Kurdistanê Yildiz Çakar
Ji başûrê Kurdistanê Mueyed Teyîb
Ji rojhilatê Kurdistanê Kerîm Kurmanc
Ji rojavayê Kurdistanê Anahîta Şêxê
Ji Ermenîstanê Eskerê Boyîk
Ji diyasporayê Fatma Savci.
Beşdara ji bakurê Kurdistanê di heman demê de nivîskar Yildiz Çakar, li ser çalakiyê ji rojnameya me re axivî. Çakar diyar kir ku her sal ev çalakî bi mijareke cihê tê lidarxistin ku îsal organîzetoran wek mijar ‘Helbesta zimanê qedexekirî û Elmanî’ bijartiye. Her wiha Çakar li ser birêveçûna xebatan jî anî ziman ku wê li atolyeya rêxistana Haus der Poesieyê, VERSschmuggel bi roj wê helbestên xwe bixwînin û di heman demê de li helbestên Elmanên beşdar jî guhdarî bikin ku bi saya wergêran jî wê ji hevdu fêhm bikin û Çakar wiha pê de çû: “Piştî vê yekê beşdarên Elman wê ji helbestên Kurdî ku hatine xwendin helbestekê binivîsinin her wiha beşdarên Kurd jî wê bi heman karî rabin. Piştî çalakiyên bi roj, êvaran jî di navbera saet 7 û 8’an de nûnerên Kurd wê li ser helbesta Kurdî, zimanê Kurdî, metirsiya li ser Kurdî gotaran wê pêşkêş bikin.”
Helbestên Kurdî li Elmanî werin wergerandin
Rêxistina amadekar ji her yek helbestvanên Kurd 10 helbestên wan xwestine ku di dawiya bernameyan de wê ev helbest li Elmanî werin wergerandin û amadekarên organîzasyonê wê van helbestan wek antolojî di weşanxaneya Verlag das Wunderhorn bidin ber keysa çapê. Her wiha hemû helbest wê li ser malpera www.lyrikline.org bên weşandin da ku mirovên bixwazin li wan guhdarî bikin.
‘Xebateke girîng e’
Nûnera ji Bakurê Kurdistanê Yildiz Çakar bal li ser nenaskirina helbesta Kurdî kişand û got, “Mixabin helbesta Kurdî weke gelek beşên din yên civaka me hîn baş li dinyayê nehatiye naskirin. Jixwe, bihata naskirin divê niha Feqiyê Teyran û Melayê Cizîrî li dinê kesên başnaskirî bûna. Ji ber ku ew helbestvanên me yên mezin in, ji nifşên nû re mîrateyek giranbûha hiştine ku em hîn bi wan radibin û rûdinin. Lê mixabin nayên nasîn. Ev mesele li aliyekî rewşeke balkêştir heye. Carinan ez li rastî hin wêjevanên biyanî têm ku wexta ez behsa helbesta Kurdî dikim. Metelmayî dibin û dibêjin: “Ma bi Kurdî helbest tên nivîsandin.” Bêguman ev yek kêmasiyeke wan kesan a şexsî ye. Lê di vê mijarê de teqeze kêmasiyên me jî hene ku hîn jî di vî wextî de ev bersiv tên dayîn. Îcar ji ber bersivên bi vî awayî êdî tine bibin, çalakî ango bernameyên bi vî rengî gelek girîng in. Ji ber ku di bin banê van xebatan de wê ji gelek welatan wêjevan li hev civin û wê danûstandin çêbibin. Bi saya vê hem ev kesên li helbesta Kurdî guhdarî bikin û wê dengê helbesta Kurdî bibihîsin. Di roja dawî de jî em ê ji bo çapemeniyê di bin navê ‘Ziman û nasname’ de civînekê li dar bixin.”
Jina reng daye helbesta Kurdî
Çakar diyar kir ku her beşdar wê helbestên xwe bixwîne û got: “Ji me hatiye xwestin ku em her yek deh helbestên xwe di van çalakiyan de bixwînin. Lê min ji hevala xwe Meral Varışlı du helbestên wê xwestine wê jî ji min re şiyandin. Mebesta min ya bi vê yekê ew e ku ez dixwazim di van çalakiyan de bînim ziman ku helbesta Kurdî bi rengî dixemile û ne tenê em çend kes in di vê deryayê de ne. Ev yek cihê şanaziyê ye ku niha bi dehan jinên Kurd hestên xwe li nav helbesta Kurdî dirêsin. Ev jî dewlemendiyek e.”
Zimanê Kurdî ‘Nîşana qedexekirî’
Di çalakiyên li Akademie Der Künste Hanseatenweg (Akademiya Huneran Hanseatenweg) de ku bi hevkariya Weqfa Heinrich Boll li dar dikeve, bi van gotinên li jêr çalakiyan dide nasîn:
“Bi rêûresma xwe ya dirêj û kevin a devkî, zimanê Kurdî tevî hemû zextan jî yek ji zimanê kevintirîn ên dinyayê ye. Di zimanekî li jêr zordariyê de peyvdanîn çawa bi pêş dikeve? Di zimanekî nîşanên wê qedexekirî de çi hizrê derdixe pêş? Çi tesîra lehçeyan li rêûresmeke helbestvaniyê ya Kurdî dike?
Di sohbeta helbestê de helbestvanên jin û mêr ên Kurd ji gelek welatan dê behsa ziman, çanda xwe bikin û behsa wê bikin a nivîsîn di bin van şert û mercan de çi ye?”
Yorumlar
Yorum Gönder