Hunermendekî liv û ahenga bedena wî li êrîşên dewleta Tirk naşike 
 Serhat Kural 
  •  Em dixwazin komeke profesyonel ya xwe dispêre çand û hûnerê Kurdî bikemilînin. Bi vê yekê jî bi rêya dansê berhemên bi mijarên ji kelepora Kurdî bigihînin gelên cîhanê.


 
Dans yek ji hunerên modern e ku a di nava civaka Kurd de li gel xebatên din ên hunerî kêm rastî elaqeyê tê. Her çendî ji bo çand û hunerê gelek festîval û xebatên cihêreng tên kirin jî kêmbûna elaqeyê, vê yekê hîn jî darîçav dike. Lê belê kesên bi vî hunerî re mijûl dibin jî hene. Wek Serhat Kural ê ku 18 salan di bin sîwana Navenda Çanda Mezopotamyê de bi dansa xwe bala gelek derûdoran dikişîne ser xwe. Bêguman Kural ne tenê danseke xwerû dike. Ew hêmayên Kurdî dixe nav motîfên dansa modern û bi kareografiyên tîhn-kurdî derdikeve pêşberî hunerhezan. Em carinan Kural li ser dikeke li bajarekî Ewrûpayê dibînin, carinan li Kurdistan û Tirkiyeyê ku her bi sekneke Kurdî bedana xwe dilivîne. Kural niha li gel hevkarên xwe di bin sîwana Mezopotamya Dans de bi hilberînên nû xebatên xwe yê dansê dimeşîne.
Bêguman Kural ne tenê bi dansê mijûl dibe, di heman demê de muzîkê jî dijene ku dema mirov li klibên wî temaşe dike kompozîsyoneke ji mînakên berbelav cuda û cihêreng, dibîne. Ev cihêrengiya wî xwe dispêre sekna wî ya Kurdî û hişmendiya wî ya hunerî. Lewma me ew herî dawî bi beytên Baba Tahirê Uryan di studyoyan de li gel hin muzîsyenên din dît. Xebat û çalakiyên Kural bênavber didomin, niha jî ew bi hevkarên xwe re amadekariya 'HEK'ê' dikin ku performaseke nû ya dansê ye.
Em bi Kural re li ser xebat û hunerê wî axivîn.

Ji bo lêgerîna hundir e 
Kural bi bîr xist ku ev bi qasî 18 salan e ku her li ser dikan e û wiha pê de çû: "Serguzeştiya min ya li ser dikê nêzî 18 salan e ku didome. Lê belê carinan kêm carinan jî zêde bû. Ya ku berê min da û hîn jî dide dansê lêgerîna min a hundirîn e û îfadeya dilê min e.

Beden û dans
Me ji Kural pirsî ka beden xwediyê çi wateyê ye ji bo dansvanekî û nexasim jî bo wî. Kural anî ziman ku beden amûra dansvên e û got: "Dansvan hemû fikir û ramanên xwe bi livandina bedana xwe tîne zimên. Lewma çiqasî bedena dasnvanan ji aliyê bitevgerkirinê ve çiqasî bi pêş ketîbe ewqasî zêdetir wê karibe fikrên xwe bigihîne temaşevanan. Lewma pêwîst e dansvan her bixebite ku laşê wan bi hêz be û karibe ji hev du bivezîle. Ez her roj ji bo vê yekê laşê xwe bi perwerdê terbiye dikim. Di vê perwêrdeyê de jî li gel teknîkên bale û contamperoryê bi pilates û yogayê jî bi kar tînim. Her wiha divê dansvan bi awayekî taybet hay ji xwarin, vexwarin, razanê û hwd. hebin."

Armanc belavkirina çanda Kurdî ye
Kural anî ziman ku bi hevalên xwe re ev 12 sal in ku koma 'Mezopotamya Dansê' ava kirine û wiha pê de çû: "Em dixwazin komeke profesyonel ya ku xwe dispêre çand û henerê Kurdî bikemilînin. Bi vê yekê jî bi rêya dansê berhemên bi mijarên ji kelepora Kurdî bigihînin gelên cîhanê. Lewma wekî ku darîçav e naverokên projeyên me bi giştî li ser çand û derdê herêma Rojhilata Navîn in, bi taybetî jî mîtolojî û destanên Kurdistanê ne.
Li gorî min dans a nûjen cîhanî ye ango bi cihek û herêmekê ve ne sînordar e. Ji ber ku laş li her derî laş e! Tenê rengê wan ji hevdu cuda ne. Ji ber vê yekê lêgerînên livînanli gorî konseptê wan tê lêkolînkirin. Rojev û hizrê te li ser çi be wê koreografiya te jî li ser wê bingehe hilbere. Min koreografiyên wek 'Mem û Zîn', destana 'Kawa' yê nemir û Leyal Bedirxan koreogre kirine. Yanî her berhem encamên hişmendiyê ne. Wextê min barê Mem û Zîn da ber xwe teqez divê ez Ehmedê Xanê nasbikim û têbigihîjim derdê wî. Wê demê hilbera min wê bibe xwedî wate ku çi wext be û li kûderê be wê koreografiyek be. Ango ji wext û zeman rizgar bûyî.

Gelo ev rasthatinek e?
Me hin gengeşeyên li ser performansa berhema 'Leyla Bedirxan' ku ji hin der û dorên ji dansê hez dikin tê gotin ku hin tevgerên livîna vê koreografiyê dişibe berhema 'STAY' a companiya Yin Yue Dance. Li ser vê yekê Kural got" Bi rastî min ev company nas nedikir. Piştî pirsa we min lê temaşe kir. Ji aliyê baş bikaranîna laşî û hin livînan ve dişibe hevdu. Sedema vê yekê jî perwerdeya bi heman teknîkê ye. Ez dikarim bibêjim min jî nêzî hev dîtin û bi vê yekê şanaz bûm lewam spasiya we dikim."

  1. Gotin û estetîk ji bo min muhîm in. Pêwîst e ev herdu li hevdu bûn hûnan. Lê teqez divê hunera Kurdan ji bo îro nûjen be. Lê belê divê em li folklora xwe xwedîderkevin. Ev mijareke cuda ye û ji bo vê yekê divê polîtîkayên taybet bên meşandin. Di heman demê de berhem û afirîneriyên nû gerek nûjen û li gorî vê demê bin. Heta divê hunera nû siberojê bixwe bibîne. Ji ber ku huner tişteke binmejî ye.

Aşxaneya klibên cihê çi ye?
Kural di heman demê de bimuzîkê jî dijene. Me jê pirsî ka çi ye ya li pişt muzîka wî ya cihêreng. Kural anî ziman ku jiyana mirov li ser her tiştê mirov têsîrdar e û got: "Tu çawa bijî tiştên tu bikî jî wê ew bin! Di muzîkê de jî ez bi heman fikrê tevdigerim. Gotin û estetîk ji bo min muhîm in. Pêwîst e ev herdu li hevdu bûn hûnan. Lê teqez divê hunera Kurdan ji bo îro nûjen be. Lê belê divê em li folklora xwe xwedîderkevin. Ev mijareke cuda ye û ji bo vê yekê divê polîtîkayên taybet bên meşandin. Di heman demê de berhem û afirîneriyên nû gerek nûjen û li gorî vê demê bin. Heta divê hunera nû siberojê bixwe bibîne. Ji ber ku huner tişteke binmejî ye.

Berhemên mîna 'Dîwan-a Dubeytî' xwediyê cihên taybet in
Li ser gengeşeya li ser muzîka Kurdî tê kirin Kural anî ziman ku dixwaze pisporên vî karî bikevin nav nirxandinan û wiha pê de çû: " Rast e muzîka me di nav krîzekê de ye. Sedemên wê jî gelek in. Ez naxwazim bi kevim nav vê mijarê. Bila 'mezinên me û pisporên me yên muzîkê' bersiva van pirsan bidin." Li gorî min projeya "Dîwan-a dubeytî" di nav muzika Kurdî de cihekî taybet digire. Sedema vê jî ev e: 'Heya îro kêm kesan Baba Tahirê Uryan nas dikir. Me ji rubaiyên wî wek 13 stran bi kar anîn û bi şêweke taybet bi albûmekê bi encam kir. Em hemu dizanin ku têkiliya muzika Kurdî û wêje ya Kurdî lawaz e. Projeyên wek "Dîwan-a Dubeytî" balê dikişîne vê meseleyê û bi albûmê êdî gelek kes Baba Tahirê Uryan/hemedanî" dinasin.

Divê hunermend têbikoşin
Wek ku tê dîtin li bakurê Kurdistanê ji bilî êrîşên li ser civakê bi aweyekî tund dewleta Tirk êrîşî çand û hunera Kurd jî dike. Me sedama bi taybet êrîşkirina li ser hunerê jî ji Kural pirsî. Kural got: "Dixwazim kurt bersiv bidim. Siyaset tê jibîrkirin. Lê çand û huner nayê ji bîr kirin. Dîroka civakê bi xebatên çand û hunerî tê avakirin. Sedema êrîşan ev e! Lewma divê hunermend bi afirînin û dirokê mayînde û zengîn bikin.

Çand jiyan bixwe ye
Bertekên neyînî yen li hember yekemîn dansvana Kurd Leyla Bedirxan me anîn bîra Kural û me jê pirsî golo civaka Kurd di vê serdema îro de ji bo şêweyên hunera modern çiqas qebûldar e? Kural diyar kir ku bertekên neyînî li gel yên pozîtîf hene û wiha pê de çû: "Wek ku tê zanîn bi hezaran salan fikra feodalîzmê bandorake pirr mezin li Rojhilata Navîn kir ku ev bandor hîn jî têsîra xwe didomîne. Lê belê li ser axa me ev 40 sal in ku têkoşîn tê kirin. Ev têkoşîna bênavber hêzekê dide me. Lê belê wek ku min got bertekên negatîf hene.Taybet li ser kontakt a jin û mêran in. Ango livîn û tevgerên jinê ne. Gelê me hinekî dûrî van tiştan e. Lê wexta em li dîroka mirovahiyê dinihêrin dixuye ku sansûreke wiha tine. Li aliyê din jî dasnê wek çanda Kurdî nabînin. Gelo çand çi ye û em çawa dibînin? Çand ne tenê bermahiyên demên borî ye. Bi her awayê xwe ve 'JIYAN' bixwe ye. Em jî dixwazin jiyanê manedar bikin. İsadora Duncan sala 1845'an wek serhildêreke femînîst serî li hember baleyê hilda ku ev bû çandek û heta niha jî dimeşe. Em jî di civaka Kurd de xwedî li wê kedê derdikevin."

Bi disîplîn û hevalane ye
Me ji heval û hevkarê Kural İsmet Köroğlu pirsî ka gelo Serhat kesekî çawa ye. İsmet bersivand:  Nêzîkatiya wî ya wek koreografekî biqasî ku profesyonel e di heman demê de bi hevalane û fêrker e jî. Her wiha wek dansvan û partnerekî bingeha xebatê teşwîqî afirîneriyê dike li gel vê yekê jî dike ku bingeh bibe xwedî çêjek jî. Dîsa tecrûbeyên xwe ji bo bingeheke afirîner bi awayê xwe yê bidîsiplîn parve dike. Hem bi fikrî hem jî bi alîkariya fizîkî piştevaniyê dike ji bo her kesê/a ji hunera dansê bawer e. Bi van kesan re derfetên heyî bi awayekî adilane parve dike.


Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar