Da ku dinya bizanibe Kurd çawa hez dikin



Mebesta min ew e ku ez karibim sînorên muzîka Kurdî bêwate bikim û bigihînim her derê. Bêguman divê her kesê/a ji bo welatê me bixwaze tiştekî biwate bihêle, divê vê yekê ji xwe re bike armanc.
***

Bablîsokên vî bajarî
êşên xemgîniya min
nêzîkî min dikin dîsa…
Di bajarên çavên te de me
Li sikakan bê te digerim…
Min veşêre deştan
Min di şikeftên çavê xwe deee…
Şox û şengê zuhrerengê 
Dil ji min bir dil ji min

Belê Hîvron ê ji Cizîra Botan ku guhên me bi van ristên xweş tahmijandin, li Frankfurt a Elmanyayê hefteya borî ji bo piştgiriya rojnameya me Yeni Ozgur Politikayê hate gel me û di şahiya piştgiriyê de perfermanseke bilind nîşan da. Lewra me jî derfet dît ku civatekê li ser kar û barên Hîvron û muzîka Kurdî bikin. Civata me li cihê rojnameya me dest pê kir û bi geşta me ye li Frankfurtê re her ku çû germ bû. Di vê sohbeta ku bi dilnizmiya Hîvronî re me kir em bêhtir li ser hal û ehwalê muzîka Kurdî sekinîn û Hîvron rastiya me raxist ber çavan.
Me jê pirsî, ka piştî albûma ‘Mem û Zîn’ çi dike, çi dixwe, çi vedixwe û li kuderê ye. Ya herî girîng ev bû ka çawa li gengeşeyên li ser muzîka Kurdî dinihêre… Me derfet baş bikar anî û gelek pirs jê kirin; Wî jî bi dilgermiya xwe bersivandin. Tişta ji vê gerê ji me re mayî em bi xwînerên rojnameya xwe re jî parve dikin. Em ji xwîneran re pêşniyar dikin; hema we Hîvron li kuderê dît herin silavekê lê bikin û pê re çend gotinan bikin. Hûnê bigihijin çêj û tehm a sohbeteke kurdewarî…

Piştî albûma dawî tu ne xuyayî, li kûderê yî, çi dikî?
Qasî du sal û nîv e min berê xwe daye Akademiya Muzîkê ya  Zaningeha Viyanayê û di beşa Cazzê de bûme xwendakarê konservaturê. Yanî xebatên min yên vê pêlê li ser pêşketina min a şexsî ne. Dibihîzîm ku gelek dildarê muzîka min hêviya albûmeke nû ji min dikin. Lê ez bawer dikim piştî wextekê jixwedayîn-afirandin zehmet e. Divê mirov hin tiştan bigire jî. Yanî jiyan ma ne ev bixwe ye: ‘Danûstandin’.

Li gel Hîvron û hevalê wî yê muzîsyen Cristian ê Sirp
Baş e… Danûsitandina te ya bi Viyanayê re çiqasî berhemdar bû; te çi stand û çi da..!
Tişta van her du salan dayî min, heta bîst salên din jî wê têra min bike. Bi rastî di muzîka Kurdî de xetimandineke mezin heye. Di kompozîsyon nivîsê de, di arenjê de, di analîzkirina muzîkê de pirsgirêk heye. Ji ber vê yekê niha ez dixwazim xwe ji vê meselê bifilitînim. Lewma li dibistanê em hem cûreyên muzîkê yên dinyayê bi giştî nasdikin. Li ser çawaniya danîna notayan, hem ji aliyê teknîk hem jî ji aliyê wê yê dengî ve em fêr dibin. Pêşketina di muzîkê de û perwerde hev du xwedî dikin. Wek ku min got ez niha bi stadinê ve mijûl im. Dixwazim tûrikê xwe tije bikim û piştre jî tişta civak heq dike, bikim berhem û deynim ber wê.

Tişta civak jê hez dike?
Ez bixwe di jiyana xwe de ji tiştên ji rêzê hez nakim. Xwesteka min ew e ku berhemên ku çêbikim çêjeke cuda bide ber guhdaran û di muzîkê de hin rêyên din veke. Yanî ez dikarim di nava du-sê salan de gelek albûman derxînim. Lê ku giraniya wan berheman tine be, rê li pêşiya bermenên nû veneke ma wê çi wateya hilberînê hebe. Jixwe sedema hatina min a vê zaningehê jî ew e. Di pêşketina muzîka Kurdî de hin pirsgirêk û zehmetî hene. Li gor çand û bingeha xwe nikare xwe bide der. Dilê min bi vê yekê pir diêşe. Hem ji aliyê exlaqî hem ji yê wijdanî ve ez gelekî li ber muzîka Kurdî dikevim. Ji ber ku divê em civaka xwe ya nîvtêr bi hilberînên têr û tije re bînin gel hev.
Ji geşta me ya li nava Frankfurtê bi hevalên hêja re

Çima cazz…
Sedemeke pirr bi taybet tine. Lê di vê beşê de muzîka dinyayê gişt heye. Ev jî derfetê dide ku mirov bi bibe xwedî fêrbûneke gerdûnî. Li gel vê jî dilê min bi cazz û bluesê tînegerm dibe. Lê belê li vir ne tenê ev her du cûreyên muzîkê hene di nava perwerdeyê de hemû stîlên muzîlê hene. Ez fêr dibim ka sîsteme muzîka dinyayê çawa ye. Heta niha min nezanî bû ka dinya çawa li muzîkê dinihêre. Bi van her du salan li ser çêkirina muzîka dinyayê bi giştî bûme xwedî fikir û raman.

Erka ji bo me hunerjenan ya herî biwate ew e ku divê em di nav wê deryaya wêjeya Kurdî de soba bikin û tişta me jê girt bikin eynik û bidin ber civakê daku civak rastiya xwe di wê eynikê de dema li xwe nihêrî, bibîne.
“Mem û Zîn“ ku wek albûmekê der çû wekîdin “Hebhinarkê“ ya Rênas Jiyan, “Hotvîna Kamuran Elî Bedirxan“ te kirine stran. Te ji sê dewrên helbesta Kurmancî sûd wergirtiye. Bi xwespartina wêjaya Kurdî tu feyzeke çawa digire?
Divê mirov têkiliya muzîk û wêjeyê baş şîrove bike. Ehmedê Xanê, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Baba Tahirê Uryan û hwd. li gel van helbestvanên nûjen jî divê em ji bîr nekin ku berhemên wan ji bo banê Kurdî dibin stûnên qewîn. Gelo muzîkjenên Kurdî çiqasî bi bin vî banî de ne û çiqasî pişta xwe dane van stûnan? Di dîrokê de nivîskar zêde kur in, xwedî watê ne û bilindiyeke hêja jî dane stûnên xwe. Li gorî wê demê rihê wê, evîna wê, kêfxweşî û xemgîniyên wê yanî di her cureyê hestan de analîz kirine û ev weşandine ser rûpelan. Mirov nikare xwe ji vê xezîneyê bişo. Jixwe muzîk ne karekî hêsan e. Rast e gelek muzîkjen ne di vê bîrbûnê de ne. Tiştên ku em dikin belkî bi saya serê sed nifşî gihaştiye me. Divê em li ser vê mijarê bifikirin ku emê çawa vê mîrasê dewlemandtir bikin û ji bo nifşên nû biparêzin.
Ev sed sal dikare hişmendiya ku civakan bi milyonan sal e avakiriye yekser winda bike. Îcar pêwîst e em di vê dema xerab de mîrasa di destê xwe de baş analîz bikin, li serê serwext bin û bi vê rêbazê berhamên xwe amade bikin. Heger em nekin wê çi bibe, wî çaxî wê qetlîameke mezin çêbibe li ser Kurdayetiyê.  Erka ji bo me hunerjenan ya herî biwate ew e ku divê em di nav wê deryaya wêjeya Kurdî de soba bikin û tişta me jê girt bikin eynik û bidin ber civakê daku civak rastiya xwe di wê eynikê de dema li xwe nihêrî, bibîne.

Kesên di warê muzîkjeniya Kurdî de serwext jî hene. Lê mixabin hejmara van kesên ku di heman demê de li ser wêjeya Kurdî hûr dibin kêm e. Her çendî kêm bin jî yên di wêje û  hunerê de rê li pêşiya cihêrengiya vedikin ew in.
Tu wêjeya modern a Kurdî çiqasî dişopînî û muzîkjenên heyî çiqasî dişopînîn?
Ez muzîkjenekî nûdem im. Yên ji min kevintir ji ber ku kêm bi wêjeya Kurdî re li ba bûne barekî giran dikeve ser milê me. Ji ber ku ez nûjen im divê min bêhtir helbestên nûjen jixwe re ji bo stranan hilbijêrim. Lê ji ber muzîkjenê Kurd yên di vê deryaya muzîka me de kevintir ji ber bi sipehî bi wêjeyê re elaqedar nebûne min xwe mecbûr hîs kir ku ez vegerim helbesta klasîk. Ev jî xweêşandinê dixwaze ji ber ku mirov xweştir dikare formên watedar bidî helbestên nûjen. Em hunermendên nûjen mecbûr in axa li bin dara Kurdî vekolin û formên nûjen bidin klasîka Kurdî. Mixabin em kurahiya di wêjeya klasîk de di ya nûjen de nabînin. Ev jî ber nexwendina wêjeya klasîk a kesên nû ye. Piraniya berhemên nû ji eslê Kurdî dûr in. Lê belê kesên li ser vê meseleyê serwext jî hene lê mixabin kêm in ew kesên ku li ser wêjeya Kurdî hûr dibin. Her çendî kêm bin jî yên di wêje û beşên din yê hunerê de rê li pêşiya cihêrengiya vedikin jî ew in.
Peyvê ku Kawis Axa, Gerapetê Xaço, Mihemed Şêxo û hwd. bi kar anîne û peyvê ku di albûmeke nû de hatine bikaranîn gava mirov bidî ber hingî nekûrbûna serdema me wê derkeve hole. Ev jî ji ber em neçûne bin dara Kurdî û me ji wê darê sûd wernegirtiye. Yanî çawa ku nivîskarek nikaribe berî Erebê Şemo bixwîne dest bi nivîsandinê bike, em jî bêyî ku ji kaniya muzîka Kurdî vexwin muzîkê bijenînin. Yanî ew aleya ku yekî berî me dayî me divê em jî karibin bilindtir bikin û dewrî nifşê li pêşiya xwe bikin. Lê mixabin em dikarin bêjin haya gelekan ji me qet ji vê yekê tine.

Demaku Sirpo henekê xwe bi me dikir
Gava mirov li berhemên te guhdarî dike dibîne ku Muzîka te tişta ji bêndera Kurdî girtî li gel çeja melodiyên Rojavayî di aşekî de herandî û di encamê de jî sentezekê dibîne. Şa vê yekê bi te dike çi ye?
Kategorîzekirina muzîkê bi rastî zehmet e. Mirov nikare bêje muzîkjenek tenê bi vê tarzê dijene. Muzîkjenek dikare bi gelek şêweyan muzîkê bike. Ez jî ti carî rihê xwe bisînor nakim. Di siberojê de tiştê ku ez bikim teqez wê neweke albûmê min yên din bin. Yanî bi sewteke nû ezê werim. Jixwe ku ne wisa be ti wateya wê tine ku ez albûmeke din amade bikim. Bi demê re rihê mirov dikemile ku bi rêyên cihê re derbas dibe. Hûrbûna min niha li ser textên nûjen e. Lewma niha ez li tiştê nûjen digerim.
Muzîkjenekî Kurd mecbûr e guhê xwe bide hemû dengbêjan. Lê belê tenê ev ne bes e ji bo muzîkjenekî di heman demê de divê guhê bide Miles Davis, Chet Baker Satin Doll, Guthrie Govan û hwd. Muzîkjenekî bixwaze analîzan li ser muzîkê bike ango sewteke xwe ya xwezayî biafirîne divê vê yekê bike. Lê li vir xaleke girîng heye ku kesê/a fêrî muzîka dinyayê bû divê wê fêrbûnê ji bo li ser avakirina hişmendiya xwe bike xerc. Li gorî min di muzîkê de tişta herî biwate ev e.
Piştî ku min Kurdistan fêhmkir min xwe mecbûr hîs kir ku Kurdistanê li dinyayê bidim guhdarîkirin. Mebesta min ew e ku ez karibin sînorên muzîka Kurdî bêwate bikim û bigihînim her derê. Çima Shakespeare li dinyayê hate belavkirin û ma çima me heta niha nekariye em Ehmedê Xanê dev ji dinê berde li 5 welatan belav bikin. Ev hemû ji ber nederketina ji qalikê xweye. Mixabin ew dengê ji wan odeyên tarî zayî û li her gundekî Kurdistanê belavbûyî niha li gel vê teknolojiya gewre çawa nagihije pênc welatan. Ez dixwazim dinya me nas bike heger em xwe negihînin dinyayê mixabin nexweş be jî emê her biçûk bimînin. Wek Ehmedê Xanê gotî bila dinya bizanibe Kurd çawa ji hev hez dikin.

Lê hin derûdor jî dibêjin dewr a dengbêjan qediyaye…
Heta ku Kurd hebin divê dengbêjî jî hebe. Dema mirov lê dinihêre dibîne ku Mozart, Beethoven, Vivaldi û hwd. van kesan di muzîka klasîk a Ewrûpa de bingehek danî. Lewma ji bo Ewrûpayiyekî/ê ev kes di wateya çi de bin dengbêjên me jî xwedî heman wate ne. Lewma divê em Şakiroyan ji xwe re bikin eynik. Lê belê ev naye wateya ku em ê eynî weke wan bistirin, bêjin. Bi guherîna dinyayê re em jî mecbûr in biguherin. Heta heke pêwîst be em ê nûjentiyê li hevîrê xwe zêde bikin û nanê xwe wisa bipêjin. Lê mixabin em dikarin bêjin rewşa dengbêjan xerab e. Sedema vê yekê ne civak e. Ji ber ku civak dizane çi dixwaze lê muzîkjen nikarin bibin bersiv. Lazim e em wê bingeha xwe ya qedîm û hêja bilind bikin. Heta niha derfet tine bûn. Çi hebûya divê me ew qebûl bikira. Lê niha deryayeke ku em dikarin bi hesanî xwe soba bikin li pêşiya me ye.


Civak dejenere dibe

Baş e li ser stranên li ser Rojava çi difikirî?
Bi min divê li ser bûyeran teqez tiştên bûyerê biwate bikin bên kirin. Lê divê ev nebe bûyerxwarin. Wek mînak ji bo insanekî/e canê xwe dayî tu rabî keda wî/ê nizim bikim bikî ev ê bibî bêmirêsî. Divê mirov bi berhema xwe wê yekê bilindtir bikî.
Niha gava mirova li van stranan dinihêre dibîne ku gelek peyvên rojane çêbûne. Heke em niha 50-60 albûmî bidin hev emê bibînin ku peyvên di berheman de ji sedî 80 wek hev in. Yanî çi wateya wê heye ku mirov her dubare dubare albûman çê bikî. Ev cihê şermê ye. Divê mirov qiymetê nedin dubarekirinê. Pêwîst e kesên berpirs nehêlin li ser destkeftiyên Kurdan bêwatekirin were kirin. Ev yek bi xwe re dejenerasyoneke civakî jî tîne. Ji ber ku civak jî êdî van berhemên fast-food qebûl dikî û dixwe.
Gelo mirov nikare bendavakê bidî ber vê dejenerasyonê? Belê mirov dikare. Ev yek jî bi avakirina akademiyan dikare bê çareserkirin. Niha li welêt akademiyên me hatin girtin û di vê pêvajoyê de derfet naye dayîn ku em xebatên xwe bimeşînîn. Lê naye wê wateyê ku emê bisekinin. Li kudera cîhane be bila bibe teqez divê em akademiyan ava bikin. Jixwe niha Rojavayê Kurdistanê ber bi xwebûnekê ve diçe. Ew der ji bo me cihê herî baş e ku em xwebûna xwe zindî bikin. Her wiha zanista li Ewrûpayê divê were analîzkirin û em xwe jê nehêlin.

Populîzmê tarûmarî kir

Tişta min ji gotinê te fahm kir di muzîka Kurdî de krîzek heye. Sedama vê yekê çi ye?
Muzîkjenên Kurd hîn civaka xwe têr nekirine. Her wiha xwe negihandina kesên li welatên din jî li gel van jî populîzmekê di hunera me de xwe daye der. Jixwe gelek komên hêja seba vê populîzma ku herkesî/ê dixwest ew derkeve pêş, tarûmar bû. Muzîkjenî bû wek pêşbirkekê lewma wî got ez wê got ez ez û ez. Di encamê de em hatin vê merhaleyê. Populîzm metirsiya herî xeternak e ku li ser muzîka me kon veda ye. Li dinyayê gelek kes hene ku ji aliyê hindik kesan ve tên nasîn lê hunera herî baş ew biwate dikin. Mirovên bi hunerêre elaqedar û ji bazarê dûr lazim in ji me re da ku em ji vê metirsiyê bifilitin. Divê em nebin piyonên şîrketên tenê ji bo vîtrînan albûman çêdikin. Li ev xweparastin divê veneguhere neceribandinê. Ceribandin teqez divê were kirin.
Her wiha em dikarin bêjin di muzîka Kurdî de estetîk hatiye kuştin. Ji ber ku estetîka muzîka Kurdî dewle serê kesên akildawet ber bi bi nebaşiyekê ve diçe. Ehmedê Xanê di diwanê de behsa bilûr, santûr, meqam rehawî, zergul û hwd. dike. Yanî di muzîka Kurdî de têra xwe amûr û meqam hene. Li şûna ku em van nirxan bilind û restore bikin me çûye amûreke ku dinya êdî naxebitîne K-Org aniye ku bi qulpokekê rîtima diavêje ser. Ewqas rîtmên dawetên me yên ku li Colemêrgê li Botan li Torê û hwd her yek cihê ye me avêtine aliyekî û her bi K-Org’ê, bi heman stîlî bi kar tînin. Berê daweta Kurda ne wisa bû. Kurd niha ne li ber rîtmên xwe yên esil dawetê dikin. Lewma mirov nema dikare behsa estetîkekê bike. (Dawet tenê aliyekê vê meselê ye.) Ji ber em ji amûrên xwe yên neteweyî dûr in. Dewletên dinê amûrên xwe restore dikin. Lê Kurd vê yekê qet nakin. Lewma em Kurd îthal muzîkê dikin. Ev yek jî dejenerasyonekê bixwe re tîne. Heger bi vê şeklê her ew rîtma ku Kurd pê dawetên xwe dikin bidome, ev yek wê were ser rîtmên Night Clupên Emerîkiyan. Heta wê bibe sedem ku hevgirtina civakê pûç bibe. Divê em muzîka xwe bi xebatên vekolînê bikin. 


Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar