Bi Hinarokê çîrokxwendin
Di nava çalakiya çîrokxwendinê de pêşbazî, yarî, stranbêjî û şahî hene. Armanc ew e ku em çîrokxwendina bi zimanê Kurdî bi zarokên xwe bidin hezkirin û bikin adeteke jiyanê.
Projeya HINARê ya Çandî li Rojavayê Kurdistanê ji roja hatî damezirandin ve bi xebatên cihêreng di nav gund û bajarên Rojava da liv û tevgera xwe zêde dike. Projeya ku ji Mijdara 2016´an ve dest bi xebatên xwe kir, heta niha ji wêjeya cihanê gelek pirtûk wergerandin Kurmacî. Herî dawî jî van xemxurên Kurdî ji bo zarokên Rojava bi navê Koma HINAROKê ya Çîrokxwendinê xebatek da destpêkirin. Bi vê xebata xwe ya nû armanc dikin ku gund bi gund, gundik bi gundik û bajar bi bajar bigerin û bi zarokan re çalakiyên çîrokxwendinê li dar bixin. Piştî diyarkirina projeya xwe van ciwanên çîrokbidest li çar cihan tevî elaqeyeke hêja xwe gihand zarokan ku dema mirov li dîmenên zarokên beşdar dinihêre şanazî û kêfxweşî ya li ser rûyê wan bişirînekê dide mirovî jî.
Ji kedkarê projejê Evdo Şêxo diyar kir ku yên kedê didin projeyê bi pirranî xwendakarên Zanîngeha Rojava ne û aramanc û rengê çalakiyên xwe wiha pênase kir: Armanca me ya sereke ew e ku em çanda Kurdan a çîrokbêjiyê vejînin. Çîrok bi rengekî karîger tê xwendin, an ku vebêjer hewl dide ku zarokan ber bi xwe ve bikişîne û wan derbasî atmosfera çîrokê bike.” Her wiha Şêxo anî ziman ku heta niha ew çar caran bi zarokan re civîne û got, “Pirr xweş derbas dibin xebatên me, wekî tiştekî nû û balkêş zarokan, dê û bavên wan û mamostayan pirr jê hez kir. Zarokan sûdeke baş jê wergirt û xwest em gelek carên din herin cem wan.”
Ji bo Kurdî rengê xwe bide civakê
Her çendî li dibistanên Rojavayê Kurdistanê perwerde bi Kurdî be jî hîn têsîra Erebî lê ye. Lewma xebateke bi vî rengî ji bo lawazkirina vê têsîrê diviya ba hatiba kirin. Ji xwe Koma HINAROKê ya çîrokxwendinê jî barê vê guherandinê daye ser milê xwe. Li ser vê yekê Ebdo Şêxo got; “Pêwîstiya vê xebatê ji hewcedariya wê tê. Em dizanin ku îroj zarokên Kurd ên Kurdistana Rojavayî bi zimanê bav û kalên xwe li dibistanan dixwînin, lê dîsa pirtûk, navgîn û materyalên bi zimanê Kurdî kêmpeyda ne û zarok li derveyî dibistanê li jêr serdestiya zimanê Erebî ne, çi ku zimanê Erebî bi dehsalan serdest maye û her weha medyaya serdest heta roja îroj Erebî ye.”
Dora vejîna Kurdî ye
Şêxo li gel pêşketinên darîçav bal kişand ser rengê tevgerînê û got; “Koma HINAROKê ya Çîrokxwendinê di bin sîwana Projeya HINARê ya Çandî de tenê ji bo zimanê Kurdî dixebite. An ku çîrokên bi zimanê Kurdî yên ku ji hêla Projeya HINARê ya Çandî ve têne çapkirin û weşandin dê ji hêla Koma HINAROKê ya Çîrokxwendinê ve bêne xwendin û li gund, bajar û bajarokên Kurdistana Rojavayî bigerin. Helbet ev helwesta me ne girêdayî nefreta li dijî çand û zimanên din e, lê bi giranî girêdayî hewcedariya zimanê Kudî ye. Zimanê li paş mayî, Kurdî ye, zimanê derfeta wê kêm çêbûyî Kurdî ye, ji ber vê yekê hewcedariya mezin a Kurdiyê ye.
Kî ne ev dildarê Kurdî
Me ji hêja Şêxo pirsî gelo hevkarên wî kî ne û vêbejer ji bo xwendina xwedî tecrube ne? Şêxo bersiv da û got: “Koma me bi giranî ji çend xwendekarên Beşê Ziman û Wêjeya Kurdî yê Zanîngeha Rojavayê pêk tê. Vebêjera çîrokê, Sîmav Hesen, berê di warê radyogeriyê de xebitiye û çend çalakiyên çîroxwendina ji bo zarokan kirine, an ku asta endamêm komê bi giştî baş e û hizira me ew e ku siberojê dê di nava hêçanan de zêdetir bi pêş ve biçe.“
Zarok xwe li atmosfereke din dibînin
Şêxo diyar kir ku awayê xwendina çîrokan bi beşdariya zarokan tê kirin û wiha pê de çû: “Helbet rasterast nayên xwendin. Çîrok bi rengekî karîger tê xwendin, an ku vebêjer hewl dide ku zarokan ber bi xwe ve bikişîne û wan derbasî atmosfera çîrokê bike. Jixwe di nava çalakiya çîrokxwendinê de pêşbazî, yarî, stranbêjî û şahî hene. Armanc ew e ku em çîrokxwendina bi zimanê Kurdî bi zarokên xwe bidin hezkirin û bikin adeteke jiyanê.”
Li rastî elaqeyeke hêja tên
Van ciwanên dildarê Kurdî heta niha li 4 cihan ev şevberkên nûdem li dar xistine Şêxo îşaret pê kir ku li rastî elaqeyeke mezin tên û li ser xebatên xwe got, “Pêşî em gundekî, bajarekî yan bajarokekî dibijêrin, em pêwendiyê bi sazî yan kesên têkildarî zarokan û çandê re dideynin da ku em 15-30 zarokî bibijêrin û pê re em demhejmêr û roja lidarxistina çalakiyê destnîşan dikin. Merema me ew e ku zarokên pêdiviya wan pir bi çalakiyên çîrokxwendinê heye bibin armanca xebatên me, nemaze zarokên gundan û deverên dûredest û her weha zarokên nivîşkan. Me heta nuha çar çalakî saz kirine: ‘Yek li Qamişloyê, didu li gundên Qereçoxê û Kaniya Dirêj ên Dêrikê û yek jî li Amûdê. Pirr xweş derbas bûn û wekî tiştekî nû û balkêş zarokan, dê û bavên wan û mamostayan pirr jê hez kir. Zarokan sûdeke baş jê wergirt û xwest em gelek carên din herin nik wan. Di çalakiya pêşîn de 15 zarok beşdar bûn, ev jî girêdayî derfeta me ye, em ancax dikarin heta 25-30 zarokan beşdar bikin. Malbat pir kêfxweş bûn û gelek cîran li derûdorê gazin kirin û got çima zarokên wan jî nehatine vexwendin û beşdarkirin! Wan pir ji rengê çalakiyê hez kir û hemû malbat dixwazin zarokên wan beşdarî çalakiyên bi vî rengî bibin, lê wekî min amaje pê kir, hem derfetên me li derekê disekin û hem taybetiya çalakiyê ew e ku ji bo komên piçûk hatiye sazkirin, an ku em nikarin bi sedan zarokan beşdarî çalakiyeke tenê bikin.“
Berhemên kelepora Kurdî
Di çalakiyên hatî kirin de pirtûka Şîniko ya ji Îngilîzî hatî wergerandin tê xwendin. Lê belê Evdo Şêxo got: “Heta niha em giraniyê didin wergerandin û xwendina çîrokên klasîk ên cîhanê, nemaze ji Înglîzî û Elmaniyê, di dema pêş de em ê giraniyê bidin çîrokên Kurdî yên folklorîk jî. Hizira me ew e ku qelsiyek di warê wergerandina çîrokên klasîk ên cîhanê de heye û jixwe her kes dizane ku ev çîrok li ser zarokan tesîrker in, çi ku gelekên wan bûne filmên kartonan û divê bi zimanê Kurdî jî hebin. “
Pirsgirêk hene lê xebatan asteng nakin
Şêxo diyar kir ku ew rastî hin pirsgirêkan tên û got; “Pirsgirêk yên lojîstîkî û darayî ne. Yek em zehmetiyê di xwegihandina her derê de dibînin, ji ber ku erdnîgariya armanckirî berfireh e û derfetên me alî me nakin ku em xwe bigihînin her derê, nemaze ku pêdiviya organîzekirina çalakiyan jî bi dem û kedeke baş heye. Pirsgirêka diduyan jî darayî ye, derfetên me yên madî alî me nakin ku em gelek çalakiyan di mehekê de çêkin. Hemû xebatkarên me bi rengekî xwebexş dixebitin û pêwîstiya sazkirina çalakiyan bi pereyekî baş heye, jixwe tu kes alî me nake. Hêvî û daxwaza me ji aliyên berpirsyar ew e ku ew jî bi van çalakiyan rabin û barê li ser pişta me sivik bikin.”
Yorumlar
Yorum Gönder