• Danûk bîreweriya cih û zarokatiyê

  1. Em bi muzîka folklorîk a Kurdî rabûn. Ji ber ku muzîka Kurdî ya folklorîk xwedî wize, hêz û jenîneke cihêwaz e; pirreng e, şêwazên wê cihêreng in, meqam û rîtmên wê pirr dewlemend in. Li gel vê, ziman û dîroka Kurdî ev celebê stranan ê der barê ceng, efsûn, peyamên mîran, çîrokên evînê û stranên zarokan gihand nişfên nû.



  1. Di bîreweriya komî ya zarokên Mezopotamyayê de, danûk tê wateya xemrevîniya lihevkombûna li dora agirê germ ê payîzê, çîrok, stran, bêhn û çêja danûkan. Kêfxweşî û wêneyên ji vê bîreweriya zarokatiyê hişt ku em navê ‘Danûk’ê li koma xwe bikin.”


Xwecihiyên Rojavayê Kurdistanê yên ji ber şerê li Sûriyê neçar man li gelek weletan belav bibin, bi xwe re çand û hunera Kurdî jî belav kirin. Gelek kes û komên dildarên hunerê Kurdî bi gelek çalakî û xebatên cihê li civaka Kurdî deng vedan. Koma Danûk a muzîkê jî yek ji van dengan e. Ev koma navborî ji çar kesan pêk tê ku Ferhad Feyssal, Hozan Peyal, Gul Temîz û Faysal Macît in. Koma Danûk di Gulana 2015’an de li Stenbolê bi pêşengiya Ferhad û Hozan li ser du hêmayan hatiye damezrandin. Ferhad ev herdu hêma diyar kirin, “Evîn û aşîtî” û got: “Zargotin û stranên me yên folklorîk dewlemendiyên Kurdî yên herî cihê ne. Her çendî melodiyên me bi aweyekî hatine guhertin jî ev dewlemendiyên çanda me heta roja îro hatine parastin û gihaştine me. Danûk jî hewl dide vê çandê biparêze lê belê bi sewteke nû li ser wê koka resen berhemên nû biafirîne.”
Solîstê komê Ferhad serpêhatiya avakirina Danûk û rewşa herî dawî ya komê  ji rojnameya me re vegot.
Ji bo navê komê Ferhad anî ziman ku wan bi bîrdarî Danûk hilbijartiye û got: “Di bîreweriya komî ya zarokên Mezopotamyayê de, danûk tê wateya xemrevîniya lihevkombûna li dora agirê germ ê payîzê, çîrok, stran, bêhn û çêja danûkan. Kêfxweşî û wêneyên ji vê bîreweriya zarokatiyê hişt ku em navê ‘Danûk’ê li koma xwe bikin.”

Komeke pir reng 
Sewta koma Danûk di nava civakê de bi strana ‘Çûxê mino’ li ser torên medyaya civakî ji nişka ve belav bû. Wan çûxê ji hiriya berana bi newayeke nû li gel rîtmên erbane, keman, gîtar û dûdûkê xwe da naskirin. Lê belê Ferhad diyar kir ku avakirina komake mîna ’Danûk’ ji mêj ve fikrê wan e û got: “ Em herdu hevalên zaroktiyê Ferhad û Hozan ji bajarê Hisiçayê ne. Em bi hev re li taxekê mezin bûn û pişt re li Koleja Muzîkê ya Himisa Sûriyeyê gihan hev. Ez li gîtarê didim û Hozan li biziqê û tembûrê dide. Me li wir dest bi xwendina akademîk a muzîkê kir. Piştî ku şoreşê dest pê kir û paşê veguherî şerekî piralî, em ji Sûriyeyê derketin û me berê xwe da Tirkiyeyê. Li Tirkiyeyê, me dest bi lêdana muzîkê li meydan û kolanên Stenbolê kir. Em bi gelek koman re li ser muzîka kolanê xebitîn. Li Batmanê, me Feysel Mecîd ê erbane, def bendir û timbikê dijene nas kir.  Hevala me ya neyjen jî Gul Temiz e û Kurdeke ji Meletiya Bakurê Kurdistanê ye. Piştî naskirinê, me bi hezkirina stranên Kurdî yên folklorîk û bîreweriya stranên xwe yên hevbeş li hev gihan.”

Muzîk rêya hevnasînê ye
Koma ‘Danûk’ piştî deng vedana bi strana ‘Çûxê mino’ keys li stranên wekî ‘Mîr Mistefa Beg, Ez Xelef im, Nofa, Zingil û hwd. anî ku bi saya vê yekê navên wan bêhtir belav bû, nexasim jî di nav ciwanên Kurd ên zaningehan de. Lewma ew li Stenbolê tevlî gelek konserên xwendevanên zaningehan bûn û li cihên alternatîf gelek konserên di bin sîwana li dijî nîjatperestiyê de amadekirî, derketin ser sahneyan. Ferhad anî ziman ku muzîk derfetek e ji bo naskirina mirovan û wiha peyivî: “Gelek hevalên muzîkjen ên ji gel û çandên cihê li gel Danûkê bi amûrên xwe yên cihêreng gihan hev. Vê têkilbûnê belavkirina nû ya têkilhevkirina amûrên muzîkê li gel amûrên Kurdî yên folklorîk, rengê Koma Danûkê afirand. Bi van naskirinan Danûk beşdarî gelek çalakî û mihrîcanên muzîkî bû.”

Koka berê kulîlka nû
Danûkê muzîka Kurdî ya folklorîk wekî projeya xwe ya yekem bijart. Ferhad sedema vê yekê jî wiha pênase dike, “Em bi muzîka folklorîk a Kurdî rabûn. Ji ber ku muzîka Kurdî ya folklorîk xwedî wize, hêz û jenîneke cihêwaz e; pirreng e, şêwazên wê cihêreng in, meqam û rîtmên wê pirr dewlemend in. Li gel vê, ziman û dîroka Kurdî ev celebê stranan ê der barê ceng, efsûn, peyamên mîran, çîrokên evînê û stranên zarokan gihandin nişfên nû. Proje ango Koma Danûkê hewl dide ku stranên Kurdî yên folklorîk li gorî rengê Danûkê ji nû ve pêşkêş bike; bi rêya kokkirin û vesazkirineke muzîkê ya nû û bikaranîna amûrên cihêreng. Da ku xelk stranên Kurdî yên folklorîk bêhtir nas bikin û evîn û em aşîtiya vê folklorê bi tevahî cîhanê re par ve bikin.”

Mirov dikare bi xemilîne
Ferhad anî ziman ku di rêya xwe avakirinê de ew hewl didin rîtmên stranan neguherin da ku stran dejenere nebin û got, “Ji ber ku ev ew ziman e ku mirov dikare pê bi miletan re biaxive. Li aliyê din ev cure muzîk taybetmendiya zimanê Kurdî ye û hêza cudahiyê ye ji zimanên din. Spartina me ya muzîka folklorîk rê li ber digire ku em jî weke gelek kesan bibin muzîkjenên arabesk. Em jî hewl didin rengê Danûkê li ser vê yekê ava û bi ruh bikin. Rastiyek e ku gelek kesan xwe li vê yekê ceriband. Lê gava em li rêçên wan dinihêrin em dibînin ku mixabin gelekan ji wan meqamên stranan guhertiye, ji wateyên gotinan xwariye û hwd. Van kesan, dibe ku xweş kiribe, lê ez li dijî vê yekê me. Ev yek çanda xwarinê ye ku tiştekî li ya heyî zêde nake, lê belê kêm dike. Carina dibe ku pêwîst be kesek li dora berhemê hin xemlan bihûne. Lê heger rîtm were xirakirin ev nabe. Lewma heta ji me te em temaya stranê naguherin.”

Albûm ne dûr e
Piştî demekê koma Danûk zend û bend vemalîn û dest bi amadekirina albûmekê kir. Ferhad anî ziman ku her çendî hewl dabin albûmê tomar bikin jî heta niha ev xebata wan bi dawî nebûye û got, “Me dixwest yekemîn albûma koma Danûk tomar bikin. Ji bo alîkariyê li ser rûpela înternetê ku weke rûpelekê alîkariya dildarî ye, ‘Craunfaund’ ji bo alîkariya diravî kampayayek da destpêkirin. Lê piştî wextekî ev xebat bi rê ve neçû. Me jî dev ji vê yekê berda û me hewl da em bi xwe albûma xwe ya yekemîn tomar bikin. Lê mixabin heta niha me nekarî wê derfetê çêkin ku em herin studyoyekê xebatên xwe bimeşînîn. Lê hewldanên me didomin û ez dikarim bibêjim di demeke nêz de wê albuma me der biçe.”

Şer bi muzîkê bibûya
Ferhad niha li Barcelonayê xwecihiyê lê wî piştî koçberiyê ji emrê xwe 5 sal dane Stenbolê jî wan rojan wiha vedibêje: “Ez dikarin bibêjim Stenbol ji bo min bû medreseyek. Zehmetî li her derî hene. Lê belê heger mirov li gel wan zehmetiyan hînî jiyanê jî bibe, wî çaxî ev dibe jiyaneke bi zehmet lê watedar. Ji wî bajarî hin tiştên xweş man ji min re. Ew der bû cihê ku ez ji tinebûnê gelek tiştan ava bikim. Zehmetî li pey mirov dimînin lê xweşî her li jiyana mirov xwedî rêç in. Kêfxweşiyeke ji bo min gava ez li tiştê di nava xwe de bigerim. Li kolanên Stenbolê jenandina muzîkê ji bo min cihê bextewariyê bû. Çi Kurd çi Tirk, kesên li me guhdarî dikirin ji kenên xwe par didan hevdu. Miletan şerê xwe bi muzîkê bikira wî çaxî dê kuştin tine bûya û wê stranên xwe li rûyê hevdu bixistana. Cografya bi miletan heye, lewma gava ku cih diguhere muzîk naguhere. Cih guherandin derfet e ji bo kesekî çand û hunerê xwe bi kesên din bide naskirin. Da ku hevalbûn di nava miletên cihê de çêbe. Huner ji bo min tenê huner e ango ne tişteke ku mirov jê tiştinan bi dest bixe.

Danûk dê bigihe hev 
Çi li Rojava çi li cihekî din

Ev demeke ku endamên koma Danûk ji hev belav bûne. Ferhad diyar kir ku ew niha hewl didin li cihekî bigihin hev, Danûkê bi hêztir bikin û wiha pê de çû: “Planên me ji bo siberojê gelek in. Niha endamên koma me her yekî ji bilî karê komê bi karên xwe re jî mijûl in. Lê belê têkiliyên me li gel hev didomin. Em proje û fikrên xwe bi hev re parve dikin û li ser wan hewl didin projeyên hevbeş ava bikin. Ji bilî vê yekê jî em li konseran digihin hev û em ê her bi hev re di têkiliyê de bin. Siberojê, Danûk wê dîsa bigihe hev. Ez niha hewl didim hevalên xwe bigihînim hev, dibe ku li Barcelona be dibe ku em li Rojava bigihin hev. Da ku em berhemên nû biafirînin û xweşiyê bi dengekî bilindtir vebêjin. Ez li dijî dil bi xwe şewitandinê me. Lewma ez difikirim ku divê hunermendek her xweşiyê raberî civakê bike. Divê mirov êşa miletekî bi ziman bike da ku guherîn çêbin. Lê ev yek divê bi xweşikkirinê çêbe. Ji bo kesên fêhmdar muzîk zimanê hezkirinê ye. Em dixwazin bi vê yekê milet ji hev hez bikin.” (Ev hevpeyvîn ji hêla Hejîro ve hatiye amadekirin û 21'ê Tebaxa 2017'an di rojnameya Yeni Özgür Politika de hatiye weşandin.)

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar