Ez xwe mîna katibekî dibînim

  Bala xwe bidê derdê wan ne avakirina edebiyateke bi qalîte ye. Derd û xemên wan bûye êsîrê egoyên wan e. Mîna rêxistinekê tevdigerin. Li ser hev dû nivîsan dinivîsin, pesnê pirtûkên hev didin, ji ên ne ji fikira wan in re girtî ne, dema organîzasyonek pêk tê tenê bangî hevalên xwe dikin... 



  1.   Em hînî vê yekê kirine; di romanên me de gerek e yê şervan hertimî qala azadiyê bike. Gerek e berxwedanê qewîn bike û hin tiştên din ku wî/ê dixe şûna objeyekê, bike. Na. Ez wiha nabînim vê meseleyê. Ji diyalogan re tu mekan nayê sazkirin.  


Piştî pirtûka xwe Qalikê Bawer Rûken Sermaweza par bi etîketa weşanên Lîsê keys li çapa romana xwe ya bi navê Herimî anîbû. Li gorî ku di dawiya pirtûkê hatiye diyar kirin, ev berhem keda çar salan e. Lewre mirov dikare bibêje ku ev berhem mîna fêkiyekî xweş gihayî kamil e.
Roman bi liberxwedaneke li dijî dewleta Mîrkutyayê li bajarekî Bakurê Keskesorê dest pê dike. Sedema serhildanê, bûyera birîna wê hîn qemûşknegirtî, kuştina 34 zarokên Bakurê Keskesorê ye. Bi bihîstina bûyerê keç û xortên têkçûna hilnagirin raste rast berê xwe didin kelehên mêhtingeran ên li nav bajêr. Di nava girseya berxwedêr de sê kes; Xwaro, Gêjan û Pûço, hene ku emê di romanê de şahidiya serboriyên wan ên bi awayekî dîtbar hûnandî, bikin. Li Bakurê Keskesorê rojek ji rojan e ku dîrokê mîna kuçikekî tirsiyayî xwe ji ber hêrsa lehiyê daya hêlê. Kêlîyek ji kêliyên serhildanê ye ku her bi heman kambaxiyê bi encam dibe. Kuştin. "Dengê guleyên liserhevteqiyayî tevlî vizîna dengê kevirê ku hatibû avêtin dibe û ji Komîser Rûtepik û Pûço yek mîna siyekê tê xwarê." Ev bûyer bide destpêk, sedem û encama gelek bûyerên din ku mirov êdî her bi meraqeke nayê têrkirin rûpelan dizivirîne.
Roman ne bi rêbazeke celexwehrî lê bi yeke têra xwe tinazkar û serketî îşaret bi dijminekî cavsor dike û bi israr şûjina xwe di bîra me de radike. Lewre her li ber cavê me dixe ku dijminên bav û kalan bi dilxweşî me dikujin û ji mêhtina me ternabin. Bi xweberdana nav romanê re  mirov bi asayî idraq dike ku Gêjan Xwaro,Pûcco û yên din tevî seroborî û çarenûsên xwe em bixwe ne. Lewre kuştinên me ji nişkave ne, siberoja me  tolazeke li ber serkerên Mîrkutyayî, hebûna me xweşmezeyeke li ber kêfa eraqa welatekî yekreng, xweş diçe xwar her çi hebe ji xwebûna me. Li gel bûyerên di romanê de weke semboleke rabirdûyê kalikê Xwaro, yê xwedan şîret, nola şivên derb tûj her dixwaze bûtikên hişê me biteqîne da ku tevza hişî here û em baştir têbigihin ku Mîrkutya dijmin e.
Heger mirov bi awayekî din bala xwe bidê cihêrengiya hurgiliyên romanê mirov têdigihêje ku nivîskar têra xwe wêrek e. Lewre roman jin û mêrên ji hevzayendên xwe hez dikin, rexneyên li awayê şerkirina Kurdan bi dijminê xwe re, çend topizkên giran li ehlê kurdînûsiyê û weşangeriya kurdî, dihewîne. Bi taybet têkiliyên wan kesên homoseksûel ên cinsî herçendî mekan gundekî piçûk be jî ji bo lêkirina hezkirina ji hev a lawikan nabe pirsgirêk. Li gel vê cesaretê Bawer Rûken bi wêrekî, bi vebêjeriya gerîlayekî  ji koma hevalên Gêjan, rexne li hin nivîskarên ji bo serdestan xweşmêriyê dikin, bigire jî di esasê xwe de raste rast balê dide ser rewş û halê nivîskariya kurmancî.
Bawer Rûken li gel rastiya sedema guherandina weşanxaneya xwe, beriya niha Avesta bû, kemilîn û lêkirina hûrgiliyên romana xwe bersiva pirsên me da.

 Herimî, her çendî di xeyala me de tabloyeke lewitî derdixe pêş û me ber bi dîtina zilma serdest ve dibe jî, lê belê di eynî demê de çavkaniya vê yekê hîn di destpêkê de diyar dike. Yanê berê tîrên xwe dide xwe bi xwe


Min dil heye em ji dawiyê dest pê bikin. Beşa dawî weke pîneyekî suprîz li pirtûkê hatiye zêdekirin. Tu dikarî bi sedame lêkirina vê beşê re serpêhatiya kemilîna berhemê û egera guherandina weşanxaneyê vebêjî?

       Beşa dawîn a romanê wek parodiya nivîskarê romanê bi xwe ye. Bi her hawî pêvajoya afirandina romana Herimî pêvajoyeke pir bi êş bû. Dema fikirînê û dema nivîsandinê her du jî ji hev girantir bûn.
     Di lêzedekirin û lêzêdenekirina beşa dawîn de ez di erênayê de bûm. Di pêşnûmaya romanê a yekemîn de ev beşa tune ye. Lê belê min hertimî hîs dikir ku tiştek kêm e. Kêmasiya ku min hîs dikir paşê ez ê pê bihesiyama ku serpêhatiya romanê û danûstandina ku min bi romanê re ava kiriye.
    Demên pêşin gava min roman xelas kir û hişt ji demê re car caran hîsa ku min ev romana nenivîsiye ez didam ber xwe. Ji ber ku di dema nivîsandina romanê de ez bûbûm yekî din. Hemû rûtiniya min a rojane xera bûbû. Rojê bîst û çar saetan ez di nava romanê de dijiyam, roman jî di nava min de. Bi min wiha dihat ku eger ez hemû bîra xwe ya tarî, dil û hundirê xwe vala nekim ez ê bifetisim. Wê demê çaxa ku ez li ber romanê rûdiniştim û min dinivîsand bêhna min derdiket. Min xwe eynî mîna masiyekî ku nikare bê deryaya xwe di tu deryayên din de bijî hîs dikir. Beşa dawîn hinekî jî di nava vê derûnî û ruhê metnê de derket holê.
    Çiku hema hema min hemû birînên civakê ên ku min jî mîna gelek kurdan ji dest kişandibû, kêm zêde ketibûn nava romanê, lê belê dîsa jî bi min kêm dihat. Dawiya min bi daxilkirina nivîskarê romanê re şûna wê kêmasiyê li gor xwe temam kir.
      Pirsa guhertina weşanxaneyê li gel ku pirseke bi talûke ye di eynî demê de pirseke di cih de ye. Spas dikim ji ber vê pirsê.
      Guhertina weşanxaneyê ji bo nivîskarekî tiştekî asayî ye. Lê belê ev yeka di edebiyata cîhanê de wisa ye. Bêguman di edebiyata me de ev tiştekî hinekî jî mecbûrî ye. Her weşanxaneyeke kurdan xwediyê kom û komikekê ye. Kêm zêde li dora wan ên ku tenê ji wan in ( ên ku ji fikira wan in, ji partiya wan in, ji pesindayînên wan in…lîste dirêj dibe diçe) hene. Bala xwe bidê derdê wan ne avakirina edebiyateke bi qalîte ye. Derd û xemên wan bûye êsîrê egoyên wan e. Mîna rêxistinekê tevdigerin. Li ser hev dû nivîsan dinivîsin, pesnê pirtûkên hev didin, ji ên ne ji fikira wan in re girtî ne, dema organîzasyonek pêk tê tenê bangî hevalên xwe dikin... Welhasil ne mîna entellektûelan eynî mîna qebîleyan tevdigerin. Gelo nexwe em ji bo çi dinivîsin? Yanê eger ez ê sirf ji ber ku dostê min e rabim pesn û metha wî bidim ez ê çawa qala edebiyateke xwerû ango nivîseke xwerû bikim.
    Lê belê ez yekî bi tena serê xwe me. Ne di nava tu kom û komikan de me ne dostên min hene ne jî qebîleya min. Tenê qelemeke min heye. Lewma jî min him xwe ji wan kesan dûr xistiye û him jî mejiyê xwe ji van tiştan rehet kiriye. Kîjan weşanxane qedrê pirtûkên min bizanibe û bigire ez ê bi wan re bixebitim.
 
Herimî di nav lodek bûyerên kambax de her bi israr hewl dide ku ji xwendevan re bibêje, dijminekî gemar û bêwijdan heye. Armanca te ya bi vejandina bîreweriya dijmin çi ye?
      Ji tiştê tê jiyîn re ravekirin hewldaneke bê feyde ye. Em netewekî bindestin. Helbet him wek civak û him wek şexs (takekes) me jî mîna netewên ku zilma serdestan tecrûbe kirine bi salane em hîn jî tecrûbe dikin.
       Herimî, her çendî di xeyala me de tabloyeke lewitî derdixe pêş û me ber bi dîtina zilma serdest ve dibe jî, lê belê di eynî demê de çavkaniya vê yekê hîn di destpêkê de diyar dike. Yanê berê tîrên xwe dide xwe bi xwe. Ji ber zilm tiştekî organîzekirî, plankirî û rêxistinî ye. Lewma yê bindest gava li dijî zilmê ne fêmdar be çewisandin hêsantir dibe.
    Bêguman romana Herimî dawiya dawîn metnekî edebî û afirinêrî ye. Tu armanca min nîne dijminekî resim bikim ango derdekî min î wiha tune ye ku xwendevanên xwe bigihînim têgihiştinekê bi vî rengê. Derdê min her timî vegotineke xweşik û xwerû ye. Qelema min heger tiştekî armanc bike, bêguman dê tenê vê yekê armanc bike.
    Ji ber ku li vê dinyaya em li ser dijîn derfet ji çi re hebe ev tişta dijî, şax berdide û berfireh dibe. Ev  zilm jî be azadî jî be eynî ye.   

 Herçendî eşkere ye ku roman berê mirov dide liberxwedanê jî li hin cihan berovajî vê yekê peyam hene. Mînak minaqeşeya Gêjan a bi jina ji Başûr re û`li gel çekeke qûnbigû ji bo têkçûyîneke diyar şerkirin`. Ev yek peyama derketî pêş sabote nake?
     Wekî ku li jor jî min xwest diyar bikim. Di roman û çîrokên xwe de ez tiştekî armanc nakim. Û cihê peyaman jî di metnên min ên edebî de nîne. Çiku derdekî min î wisa tune ye. Ê min ez xwe mîna katibekî dibînim. Derdê katib ê herî sereke û jêneger xweşik nivîsîn e. Tiştên jê wê de hemû gengaşiyên ku bi qandî pozê derziyê feydeya wan li ba min tune ye.
     Helbet ez vê yekê înkar nakim, di metnekî edebî de hinek fikir bêtir derdikevin pêş. Hinek tişt di bin siya ên din de winda dibin. Ev ne tiştekî di destê nivîskar de ye. Dawiya dawîn metnekî edebî ne  metnekî siyasî ango metnekî fikirî ye. Ew bi xêra şêwaza vegotinên cuda hewl dide jiyanê vebêje. Di zemîneke din re him li bûneweriya xwe dinêre û him jî li jiyana tê de ye.
     Metnekî edebî di encamê de afirinêriya mirovekî ye. Bivê nevê dê bandora civaka ku nivîskar tê de dijî lê bike. Jixwe eger nivîskar malzemeyê xwe ji civak û jiyana xwe ya takekesî negire dê ne ewqasî rastgo be bi metna xwe re. Û dê nikaribe xema şêwaz û ceribandina terzên nû ên nivîsê jî bixwe.

Gelo nivîskar xedar e ku Gêjan, Xwaro û Pûço dide kuştin; û jinan bi awayekî reben di romanê de teswîr dike?      
    Wek mirovekî ez xwe yekî reşbîn dibînim. Jiyanê, derdora ku tê de me, bûyerên ku li dora min diqewimin û her wiha derûniya xwe jî bi vî çavî şîrove dikim. Ev ji ku derê gihiştiye min nizanim. Îhtimal heye ku ji zaroktiyê ve li min hasil bûye. Ma ne rast e gava dibêjin mirov berhema zaroktiya xwe ye? Belkî jî ne wisa be. Lê ez wiha bawer dikim.
     Meseleya kuştina karakteran ji bo pêldana dramatîzma di rûyê metnê de reşbîniyeke baş e. Lê ji bo daqûlbûna ruhê metnê yê ku bêyî firotina dramatîzasyonê pêşkeş dike, erzanbûneke. Gava ez dinivîsim hewl didim xwe ji dramatîzasyona erzan dûr bigirim. Ji ber ku yek ji serêşandina min jî ev e. Her sê karakterên min tên kuştin. Ev ne tiştekî di destê min de bû ku ez pêşiyê li bigirim. Di atmosfera cîhana Herimî de wan rêya xwe wisa vekir. Kuştin bû para wan. Tecawûzî, êşên domdar û nexweşiyên evînê jî bûn para karakterên din. Lê bi şêwaza vegotina mîzahî min kuştina wan jî ji peywenda dramatîzasyonê dûr xistiye.
     Ji bo min ya girîng ne ev e ku karakter çi dikî, çawa dijîn ango tên kuştin. Ji bo min ya girîng ev e ku nivîskar wan li dorê ruhê atmosfera metnê dihûne an nahûne.
     Ez di fikira ku jinan bi awayekî reben di romanê de teswîr dike de ne bi te re me. Karakterên min ên jin ji yên mêr bêtir wêrektir û xwedan biryar in. Mînak Sorê, tevî ku hemû pol dixwaze pê re têkiliyên eşqê deyne jî ew ji arzûyên lezbiyenî nayê xwarê. Mînak, diya Pûço dîktatora malê ye. Li malê bêyî wê kevçiyek jî nikare bilive. Û hîn mînakên din…
     Civaka me civakeke baviksalar e. Di avakirina vê fikirê de ez rola jinê ji ya mêr bêtir dibînim. Mêr hêz e, qûwet e û di eynî demê de zarok e. Zarok e, ji ber ku gelek fikirên nexweş ên mêran pêşiya pêşin ji jinê derketiye û gihiştiye mêr. Bala xwe bidin yên ku civakê diparêzin û kevneşopiyên xwe bi awayekî jêneger dewam dikin jin in. Heta ez dikarim bibêjim yên ku vê zilma mêran li ser xwe qebûl dike û pesend dike jin bi xwe ye. Jin vê meydanê bi xwe bi tayên xwe dirêse.


  • Bala xwe bidin yên ku civakê diparêzin û kevneşopiyên xwe bi awayekî jêneger dewam dikin jin in. Heta ez dikarim bibêjim yên ku vê zilma mêran li ser xwe qebûl dike û pesend dike jin bi xwe ye. Jin vê meydanê bi xwe bi tayên xwe dirêse.  

Tehayyûlkirina bûyerên bi êş ên weke êşkencekirina li gerîlayan, kuştina her sê karekteran û trajediyên din ên xwedan têsîrên dilsotîner, xweragirtin û tecrûbeyeke çawa divê ku ev gel hîn weke berbangekê li hêviyê dinihêre?     
     Ez vê pirsa te bi du metaforên jê hez dikim rave bikim wê hîn çêtir be. Kakil û qalik. Qalikê romana Herimî bi reşetariyê, bi cîhaneke ku lê ne hêvî maye û ne jî tu kes bendewarê hêviyê ye hatiye hûnandin. Guman tune ye ev ne bi awayekî zanebûn hatibû sazkirin. Jixweber ev ji kûrahiya quncikên tarî ên di ruhê min de derketin û veguheriyan ser herfan, dawiya dawîn bûn pirtûkek. Eger wê demê min bixwesta jê re planek saz bikira û bizanibûya her tiştî romanê diyar bikira belkî bi awayekî din bûya. Lê bawer dikim wê romana Herimî ne ewqasî rastgo, jidil û xweş bûye. Jixwe ez jî ne terefdarê vê yekê me. Di metnekî de divê meriv tenê jê re çarçoweyekê derxîne, qada nivîsê li ber xwe azad bike da ku hespa qelemê tê de bi azadî bide çargaviyan.
   Kakilê romana Herimî tiştên din ji xwe re dike derd. Hewldan, ceribandin û  tecrûbekirinên di  romanê de hin tiştên din ji xwe re dike xem. Wek ceribandina şêwazekî mîzahî, bikaranîna teknika vegotinên sînemayê, di nav re ceribandinên nû…Yanê eger xwendevan qalikê romanê rake û  li kakilê romanê binêre wê bibîne û têbigihê ku derdê nivîskar ne tenê vegotina jiyanan ango pirsgirêkên civakê ye.
     Trajedî jî parçeyek ji jiyana me mirovan e. Mîna hezkirin û mirinê ye. Wekî ku min li jor jî diyar kir heye ku zêdebûna van trajediyan ji ber reşbîniya min be. Gerçî dewra em tê de ji hêla reşbîniyê ve ne dûrî derûniya min e. Ji nûçeyan bigire heta derdora me bi van tiştan hatiye rapêçandin.
 
Li serê çiyayekî berxwedanê sohbeteke li ser karekter û rola nivîskar û halê muzîka Kurdî romana tije bûyerên cihê berhem ber bi nepixandinê ve nebiriye gelo? Û xwendevan ji herikbariya romanê qût nake?
 Ev pirsek xweş e. Dixwazim spasiya te bikim te nixteyek xweş destnîşan kir.
    Di esasê de min dixwest li şûna ku nivîskarên me pesnên hev bidin hinekî niqaşên bi vî rengî re serê xwe biêşandana dê hîn sûdewartir bûya. Ev peywendiya mekan û diyalogan danîte ber me. Dihêle em li ser vê peywendiyê bifikirin. Gelo qey li gor her mekanî diyalogên ku ji berê de hatine sazkirin hene? Gelo qey hiş û fikir tiştekî li gor planan, li gor klîşeyan tevdigere ye ku niqaşên wisa em nebînin? Tiştekî wiha tune ye. Hiş tiştekî pir cuda ye. Û gelek caran derveyî me tevdigere. Xelkê di edebiyata xwe ya modern de li ser mekan û diyalogan gelek tabû şikandine û berhemên hêja afirandine.
    Em hînî vê yekê kirine; di romanên me de gerek e yê şervan hertimî qala azadiyê bike. Gerek e berxwedanê qewîn bike û hin tiştên din ku wî/ê dixe şûna objeyekê, bike. Na. Ez wiha nabînim vê meseleyê. Ji diyalogan re tu mekan nayê sazkirin.
    Heta dixwazim bibêjim min herî pir kêf ji nivîsandina vê beşê wergirt. Di baweriya min de ên şervan bi çavekî hîn rasteqîntir civakê dibînin, dixwînin û şîrove dikin. Helbet ev nayê vê mahneyê ku wek pisporên edebiyatê ne. Lê belê hin kes ji wan hene ku dikarin di analîz û rexneyê de yên ku dibêjin em rexnegir in wan ji berîka xwe derxînin. 



  •  Ji yê bindest re hafize pir tişt e. Bi xêra hafizeyê dikare xwe û civaka xwe biparêze. Belkî tekane stargeha yekî bindest hafize ye. Bifikire gava hafizeya yekî jê were standin çi jê dimîne li şûnê? Bi ya min ne tiştek.  

Te çima pêsitî bi metefora kalikê Xwaro dîtiye ku her dev bi şîret û peyam e?
Roman li gel ku di atmosfereke van salên dawîn de derbas dibe jî, lê di esasê de kok û rehên romanê ji emrê me ( nifşê di emrê min re) hîn kevintir e. Di temamiya ruhê metnê de meriv li şopa vê rast tê. Di kalikê Xwaro de hîn şênber dibe. Çiku kalikê Xwaro bîr e. Bi gotineke din hafize ye. Hafizeya Bakur e. Wî bi çavên serê xwe dîtiye ku bi navê welatekî demokratîktir komara heyî çi aniye serî wan. Ew jî ne bes bûya heta lawê wan û aniha jî neviyên wan derdê hezar salan dikişînin. Mîna ku devê hafizeyê hebe û li ser hev vereşe kalikê Xwaro şîretan li neviyê xwe dike. Ji ber ku êdî li ber mirinê ye. Heke tiştek ji wî li pey bimîne ev jî hafize ye. Jixwe di destê wî de ji bilî hafizeyê tiştekî din jî nemaye.
     Ji yê bindest re hafize pir tişt e. Bi xêra hafizeyê dikare xwe û civaka xwe biparêze. Belkî tekane stargeha yekî bindest hafize ye. Bifikire gava hafizeya yekî jê were standin çi jê dimîne li şûnê? Bi ya min ne tiştek.

 Tu rola nivîskarên gelekî bindest di edebiyata wî gelî de çawa dibînî? Divê nivîskarek bi çi rolê rabe?
 Şîret li dera hanê. Edebiyata me ji şîretan dagirtiye.  Bêyî ku ez “divêtiyên wî/ê” li pey hev rêz bikim ez di ser “xwetiyê” re vê meseleyê dikarim wiha rave bikim.
       Di nêrîna min de her nivîskar berhema civaka xwe ye. Ew ji civaka xwe xerc û malzemeya nivîsê digire. Lê hûnandin, xweşikkirin û rind nivîsandin bi xîret û xebata nivîskar rêya xwe dibîne.
      Bifikire gava nivîskarekî bindest rabe mîna ku ne ji vê civakê ye hewl bide binivîse. Wê hîn di serî de winda bike. Heta wê têkeve rewşeke trajîkomîk.
       Ji bo min tekane derdekî nivîskar heye. Ev jî di çi şert û mercan de be bila bibe nivîsandina bedew e. Jixwe nivîskarê li pey nivîsîna bedew di eynî demê de di berxwedana her celeb zilmê de ye jî. Ji ber ku her gotineke rast û dirûst a nivîskarekî têkoşîna li dijî zilm û zordariyê ye. 

Di nav vê rewşa giran a welêt de rewşa te çawa ye û tu bi çi re mijûl î?
 Ez jî mîna her kurdekî xwezan êş û tehdeyên rewşa welat a tê de dikişînim. Rewşa neyînî a heyî ji bo demên kurt ên pêşiya me hêviyê pêşbîn nake. Lê ji bo demên pêş de ji ber sirûşta mirov helbet hêvî heye.
    Rojeva dinyayê û ya welêt li gel ku ji nêz de dişopînim û pê diêşim jî, lê wekî her timî nahêlim ku mudaxaleyê rojeva min a xebatê bikin. Heger çi dibe bila bibe ez her şev li ber maseya xwe rûdinim. Û mîna katibekî dilsoz her şev dixebitim.
    Aniha wekî her timî dîsa li ser maseya min romaneke heye. Roman li ser qewimînên piştî ku azadî tê welêt e. Azadî hîseke xweş e, eger xeyalî jî be…


Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar