Awazeke xweşbîn a muzîkî li dijî nefretê
Miço Kendeş
- Di vê qonaxa hesas de min gellek pirs ji xwe dipirsîn: ‘Gelo çima zimanê me li dibistanê qedexe ye? Çima tenê erkdarên Ereb serpereştiya me dikin? Çima û çima.
Xwehejandin, dîlan û sema di giyanê Kurdan de tiştên resen in. Eger hûn bal û dêhna xwe bidin dengbêjên Kurd, pirraniya wan, dema distrên, çepilên xwe li ba dikin
Ji Rojavayê Kurdistanê newayeke pişt li edebiyata devkî ya Kurdî Miço Kendeş, bi awaza xwe ya xweşbîn konê xwe hîn ji zarokatiya xwe ve li guherên muzîka kurdî vegirtiye. Kendeş li warê zaroktiya xwe Kobanî xwe li stara dapîra xwe girtiye û bi şevan guhdariya çîrok, serpêhatî û destanên Kurdan kiriye. Bi vê yekê re bi şewba muzîkjeniyê ketiye.
Ew ne tenê xwe disipêre muzîka Kurmanciyê û qirika xurt a gotina wê, ew di heman demê de hostekarekî teknîkên gotina strana modern a qirika wê ye jî. Ew hem di nava civaka Kurd de dengê muzîkê xwe ye û hem jî li ser dikên hunerî li derveyî Kurdistanê qasidekî peyamên bihevrejiyanê ye.
Wek ku tê zanîn cenabê te hîn ji zaroktiya xwe ve bi muzîkê re elaqedar e. Tu dikarî behsa xwe û atmosfera malbata xwe ya tu lê mezin bûyî bikî? Têsîra malbata te çi ye li ser muzîka te?
Di zaroktiya min de ji hêla muzîkê ve têsîra sê tiştan li min çêbû. Ya yekemîn dapîra min bû. Wê xanimê bi sedan stran, destan, çîrok û serpêhatiyên Kurdan ji ber kiribûn. Di şevên zivistan û havînan de ew dibû vebêjer, em jî li dora wê kom. Ev rêûresma me ji sazkirina kesayetiya min re bû bingeke xurt a bi hêz. Têsîra wê hem di warê muzîkê de hem jî di warê ferehkirina xeyalê de li min bû. Bêguman vê yekê bi xwe re dirûvê ruhekî Kurdewar da hundirê min.
Ya duyemîn; ew pirrçandîbûna li Kobaniyê bû. Her çendî pirraniya niştecihên Kobanî Kurd bûn jî hingî di nav xwecihiyan de Ermen, Tirkmen û Ereb jî hebûn. Her miletekî muzîka xwe ya taybet û zimanê xwe yê zikmakî bi kar dianî. Di kolaneke bajêr de mirovî dikaribû li stranên çar zimanan guhdarî bikira û taybetmendiyên çar civakan nas bikira. Ev rewşa hanê ji bo min bû hîmê xweşbînî û toleranseke xurt a rûbirûmayîna bi çandên ne Kurd re.
Xwedî têsîra sêyem jî hezkirina bavê min (bi rehmet) a ji bo radyoyan bû. Ji nûçeyên BBC ên dengê Kurdistanê heta radyoya dengê Êrîvanê her li wan guhdarî dikir. Bi bihîstina stranên Şeroyê Biro, Arif Cizrawî, Meryem Xan, Kawîs Axa û yên din; min hunerê dengbêjiya Kurdî zû nas kir. Li mala me alaveke guhdarîkirina li sêlikan (fonograf) jî hebû. Me bi saya wê li Baqî Xido û Cemîl Horo jî guhdarî dikir. Bi ser de jî hem dengê min xweş bû û hem jî meraqa min li ser muzîkê hebû.
Miço Kendeş jiyana xwe wek 3 qonaxan bi nav bike ev qonax wê çi bin? Çîroka jiyana Kendeş çi ye?
Zarokatiya min xwedî şad, bextewar û hezkirin bû. Bavê min ez û birayê min li bajaran digeradin. Lewre çavên me li dinyayê vebûn û me hîn di wî emrê biçûk de sîrk, sînema û şano nas kirin. Piraniya xelkê Kobanî di temenê 6 salî de bo cara yekemîn diçûn dibîstanê. Lê ez hîn 4 salî bûm li dibistana Ermeniyan şagirt bûm. Li wir min gellek stran û lîstik nas kirin ev yek jî di warê zanistî de, ji bo min, pirr bisûd bû. Di 10 saliya xwe de ez cara yekem derketim ser dikê. Li pêşiya bi sedan kesî min berhemên tiyatroyê bi awayekî dengbêjane pêşkêş kirin.
Di xortanîya xwe de ez fêrî tembûr, bizqê bûn û min li bi guhdarîkirina li muzîkeke nû wextê xwe diboran. (Şivan Perwer, Mihemed Şêxo, Tehsîn Taha û hindek dengbêjên Ereb, Tirk û Faris)
Tişta ji wî çaxî li min zêdebûyî hestên neteweyî bûn. Di vê qonaxa hesas de min gellek pirs ji xwe dipirsîn: ‘Gelo çima zimanê me li dibistanê qedexe ye? Çima tenê erkdarên Ereb serpereştiya me dikin? Çima û çima. ‘Ez bawerim têsîra wî çaxî û wan pirsan e ku min bi navê ÇIMA berhemek derxist.’
salên 90'î |
Bi qasî 5 salan ez di vê rewşê de mam. Rojekê bavê min got: “Kurê min divê tu li xwendinê vegere, heyfa zîrekiya te.” Min guh da gotina bavê xwe û min li bajarê Helebê li dibistaneke taybet ji nû ve dest bi dewama xwendinê kir. Pê re jî min dest bi xwendin û berhevkirina muzîkê jî kir. Salên li Helebê pirr dewlemend bûn. Li wir min kasêta xwe ya yekem navê Baran tomar kir. Di vê qonaxê de gellek çalakiyên hunerî, geh bi dizî û geh eşkere, min di warê hunerê de pêk anîn. Yek ji wan çalakiyan amadekirina lêkolîneke li ser muzîka Kurdî bû ku bi qasî salekê ez pê re mijûl bûn. Di encamê de xebateke baş ku mirov dikare jê sûd wergirin derket holê û bi dizî min ew berhem weşand. Her wiha min gelek gotarên li ser muzîkê û hin helbest jî di alavên çapemeniyê de weşandin. Pişt re di salên 90’î de min albuma xwe ya bi navê Çima li Helebê tomar kir.
Min xanima xwe Catherine li Şamê nas kir û min projeya derketina ji welêt da bar çavên xwe, lê mixabin sê sal leşkeriya bi darê zorê bi min kirin û pişt re ez berdam.
Swîsre rawestgeha min ya dawîn bû, piştî bicihbûna min li bajarê Cenevreyê min albûma xwe Memê Alan li bajarê Lozanê derxist û dest bi jiyaneke nû kir. Piştî derketina ji welêt min komeke muzîkê ya ji herçar parçeyên Kurdistanê ava kir (Kemal Ceylan ji Bakur, Goran Kamil ji Başûr, Abbas Bakhtiarî ji Rojhilat û ez ji Rojava) me bi dehan aheng û konser li seranserî cîhanê, bi navê Kurdistanê li dar xistin. Bi hebûna derfetan min keys li xwendina 2 salan a li ser gîtarê anî. Di ber re jî min kursên stranbêjiya klasîk a Ewrûpî (opera) dibirin. Di nav van salan de min wergêrî xwend û dîplomaya di warê wergera bi Kurdî û Erebî bo zimanê Fransî wergirt.
Koma muzîkê ya ji çar parçeyên Kurdistanê |
Muzîka te pişta xwe dide edebiyata devkî ya Kurdî gelo çi li pişt vê hişmendiyê heye?
Tevî cudatiya di nav muzîk û edebiyatê de jî, têkeliyeke pirr gur û şên di nav herduyan de heye. Yek bi ya din xurtir û bihêztir dibe. Dema muzîk û wêje xwe dikin yek, bandora wan ya hestane têsîrdartir dibe. Wek nimûne, pirraniya helbestên Melayê Cizîrî bi muzîk hatine gotin, lewma tehmeke cihê afiriye.
Di nav stranên te de helbestên Cegerxwîn, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî hene gelo Miço edebiyata Kurdî çiqasî dişopîne?
Di xortaniya min de, bo fêrbûna xwendin û nivîsandina bi zimanê Kurdî, ji bilî dîwanên Cegerxwîn û belavokên partîyên siyasî yên bi dizî dihatin belavkirin, hema hema ti çavkaniyên din nebûn. Lewma min ji helbestên Seydayê Cegerxwîn dest bi xwendin û nivîsa Kurdî kir. Wek hûn dizanin di nav berhemên Cegerxwîn de hin nivîsên Sofî hene. Bi ya min, ew hezkirina helbesta sofî û bi taybetî Melayê Cizîrî ji bandorên helbesta Cegerxwîn hatiye. Li milê din, ziman û wesfên ku sofiyên Kurdan bi kar tînîn li xweşiya min diçin û nêzike giyanê min in. Di roja îro de, pirr dost û hevalên wek Helîm Yûsiv, Ehmed Huseynî, Jan Dost û yên din dişopînim li gel edebiyata Kurdî ya klasîk, bi taybetî jî yên sofîyan.
Kîjan cure muzîk bala te dikêşînin û gelo têsîra kê/kî li ser muzîka te çêbûye?
Ez li tevahiya cureyên muzîkê gudarî dikim. Ji klasîka Ewrûpî bigire û ta muzîka Efrîkayê. Lê muzîka herî nêzikî dil û hestên min, bêguman, ya Kurdî ye bi hemû cureyên xwe. Ji ber vê ez nizanim birastî ez bêhtir ketime bin bandora kê. Di berhemên xwe de ez nûjenî û kevnariyê di nav hevdu de bi kar tînim. Wek nimûne strana min a bi navê ’Tu’ ya bi dengê Xêro Abbas hatiye tomarkirin.
Miço Kendeş li gel bavê xwe ye. |
Tu Muzîka xwe li penaberiyê îcra dikî çi têsîra xeribiyê li ser muzîka Kurdî heye bi taybet jî li ser muzîka te?
Xerîbî mijareke sereke ye di jiyana Kurdan de, Kurdên li welêt dimînin jî hestên xeribî û biyaniyê bi xwe re hîs dikin. Li welêt ji me re tê gotin: “Ev welat ne welatê we ye. Lewma penaberî hesta biyanîbûnê hêmayeke rasteqîn e ji bo Kurdan. Min jî strana xwe ya herî bihêz sipartiye mijara biyaniyê, min li welêt afirand. Li vir beşekî kurt ji gotinên stranê raber dikim :
Ez xerîbim ji te dûr im
Pirr biêş im, birîn kûr im
Şevdirêj im lal û gêj im
Ax çi bêjim, ji te dûr im
Wek zarokê dûr ket ji dê
Bê hilma te xewa minê
Bitenê me, çav li rê me
Ez sêwî me, ji te dûr im
Jiber vê hestên xerîbî û biyaniyê ne nû ne ji bo min. Lê bi nerîna min xerîbiya li welêt ji ya li vir zehmettir û dijwartir bû.
Li gel rîtmên xwe tu bi liv û tevgera laşê xwe jî rengekî dide performansên xwe gelo ev tevger xwedî çi wate ne?
Xwehejandin, dîlan û sema di giyanê Kurdan de tiştên resen in. Eger hûn bal û dêhna xwe bidin dengbêjên Kurd, piraniya wan, dema distrên, çepên xwe li ba dikin (wek nimûne, dengbêj Mihemedê Şilbê). Carcaran guhdar jî çepên xwe li ba dikin wek nîşana mestbûnê û heyecanê. Li cem min bi xwe, çeplibakirin, cihê lêdana tembûrê digire, ez laşê xwe bi kar tînim gava amûra min ya muzîkê ne di destê min de be.
Li cem her kurdekî cihekî êş û berxwedana Kobanê çêbû. Gelo ji bo te ku bajarê te bi xwe ye çi wate ya Kobanê heye ku te li ser stranek çêkir?
Weke min li jor jî raber kiribû, Kobanî gulistana zaroktiya min bû, bi sedan bîranên min ên geş û şîrîn bi vî bajarî re hene, eger bi rojan bibêjim bidawî nabin…
Lemma dixazin hin gotinên strana xwe ya Kobanî li vir dubare bikim.
“ Gulîyên dirêj
Ên hatin hûnadin ji banga dayika min
Yasemînên dîwaran giriyan
Li şûna pêkên wê
Li ser sifra xerîban
Derbider û bê war man
Bêxwezî û bêhêvî
Bê xwendin û bê derman
Kobanî,
Em hemî zarokên te
Kobanî,
Himbêzke şehîdên xwe
Min berhemeke muzîkê jî di derbarê Kobanî de saz kir bi navê “Mala me” çimkî mala me bi tevahî wêran bû û kevir li ser kevir nema.
Cenabê te niha bi çi re mijûl e gelo çi kar û xebat li ber te ne ?
Dema xwendina min a li Helebê, min demekê bi koraleke Suryanî re xebat kir û me sirûdên dêrê digotin. Em derdora 40 kesî bûn di nav me de Kurd, Ereb, Suryan, Tirkman û Ermenî jî hebûn. Vê ezmûnê hişt ku ez hewil bidim li Ewrêpa jî projeyeke wisa amade bikim, lê vê carê bi gellek zimanan Ez niha li ser vê projeyê kar dikim. Li alîyekî din min çendeke albumên emprovizasyona li sur Bizqê amade kirine û li bendî fersenda çapkirinê me.
Heman meqam û xwestek
Tu dikarî behsa projeya xwe ya şairên Sofî bikî, ji ber çi 'Çar ziman, eynî felsefe'?
Ev proje, bi kurtî, nameyeke hunerî ye ji bo pêvajoya aştîyê li Rojhilata Navîn û bangewazîyeke aştîyane ye ji bo pûçkirin û rawestandina xwînrijandin û nefretê. Naveroka projeyê bi gelemperî ev e: ‘Çar helbestvanên sofî yên klasîk, Melayê Cizîrê yê kurd, Celaleddîn Rûmî (Mewlana) yê Faris, Rabiaa Eladawîya ya Ereb û Yûnus Emre yê Tirk li hev rûdinin û helbestên xwe bi çar zimanên xwe yên zikmakî distrên bi suhbeta sema sofiyan (dîlana derwêşan). Her çar jî li gel heman muzîkê hebestên xwe dixwînin, wek nimûne ‘Meqamê Rast’ her çar milet jî bi kar dihênin lê her yek bi şêweya xwe ya taybet lê heman meqam.
Mebesta min a bi yek felsefeyê ew e ku ez dixwazim îşaret bi wê yekê bikim ku her çar ziman jî felsefeya sofîyan di helbestên xwe de bi kar dihênin.
Yorumlar
Yorum Gönder