Fuara pirtûkan a Frankfurtê bêyî rengê Kurdî li dar ket

Heyf û xebîneta Kurdî!


  1. Heftaya borî li Frankfurta Elmanyayê li seranserî cîhanê fuara herî mezin a pirtûkan û weşangeriyê deriyên xwe cara 69’an vekirin. Di nava vê deryaya ziman û neteweyan de gelo rengê Kurdî û Kurdan hebûn? Mixabin tine bûn!




  1.  Li gel hebûna wêjeyê bêguman danasîn û darîçavkirina wê jî xwedî heman giraniyê ye. Li cihekî wekî vê fuarê tinebûna nûnerên wêjeya Kurdî gelo radeya bûyîna netewebûna me ranaxe ber çavan?

Fuara herî mezin a weşangerî û pirtûkan a li seranserî cîhanê ji 11 heta 15’ê Cotmehê li Frankfurtê li dar ket. Di bin sîwanê 69’emîn lidarxistina vê fuarê de ji 102 dewletan 7 hezar û 300 weşanxane, bi hezaran nivîskar û zêdeyî 250 hezarî pirtûkhez gihan hev. Beşek zêde ji çalakiyên îsal li fuarê di derbarê azadiya xweîfadekirin û fikr de bûn ku hejmara wan biqasî 4 hezaran çalakî bûn. Ji bo şopandina fuar û çalakiyên dihatin lidarxistin gelek nûnerên TV, radyo, rojname û kovaran amûrên xwe hilgirtibûn û berê xwe dabûn fuarê daku ji bo welat ango şopînerên xwe vê seramoniyê ragihînin.
Ez jî li gel hevalê xwe bi hêviya dîtina standên Kurdî ango Kurdan şemiya borî me berê xwe da navenda Frankfurtê û em ketin nava fuara bêserûbin. Li cihê kontrolê me krokiyeke nava fuarê ji ewlekarê li ber derî girt û me berê xwe da cihê ku me hêvî dikir tiştekî bi lê Kurdî hebe. Lê mixabin ji bilî standeke Başûrê Kurdistanê, Bextiyar Elî ku ji bo wergêra romanên xwe yên Elmanî û Helîm Yûsiv jî ku ji bo wergêra romana xwe bi Ingilîzî li standên biyanî, em li rastî ti tiştekî din nehatin.
Wêje di avakirina rabirdûya gelên di merheleya netewebûnê de cihêkî giran digire. Li gel hebûna wêjeyê bêguman danasîn û darîçavkirina wê jî xwedî heman giraniyê ye. Li cihekî wekî vê fuarê tinebûna nûnerên wêjeya Kurdî gelo radeya bûyîna netewebûna me ranaxe ber çavan? Li gel tinebûna rengê Kurdî sosretiyeke din jî ew e ku ev rewş nebû xem ji bo çapemeniya Kurdan çi bi Kurdî çi jî bi zimanên din.
Li ser vê yekê me ji çend nivîskar û lêkolînerên Kurdî pirsî gelo tinebûna Kurdî çi wateya xwe heye ji bo Kurdî. Dilawer Zeraq, Helîm Yûsiv, Îbrahîm Seydo Aydogan, Rênas Jiyan û Selîm Temo nihêrîn anîn ziman û her heman tişt gotin heyf û xebînet!

Tekane standa Kurdî
Li fuarê tenê standeke Kurdan hebû ew jî ya ji Başûrê Kurdistanê bû. Mixabin ew der jî ez bawerim li wê fuara mezin cihê herî lawaz bû. Tenê hin pirtûkên bi Soranî hebûn ku ew jî diyar bû hin pirtûkên kevin in. Nava standê jî bi hin weneyên nivîskar û helbestanan hatibû xemilandin lê ew jî ne bi ti nîzamê bû.
Li cihê standê me silav yek ji kesên li ber standê kir û me jê pirsî gelo çima ewqas lawaz e. Bersiva camêr bû ew, ‘pere û derfet tine.’ Her çedî lawaz be jî dîtina nivîseke bi Kurdî dîsa ji bo me bû cihê şanaziyê û me xwe pê kêfxweş kir.

Li ser Kurden hin gotin
Beşdarên îsal ên ji Tirkiyeyê du beş bûn. Yek kesên li ser navê dewletê hatî ku li gor birdoziya dewleta Tirk standên xwe xemilandibûn û bi faşîstiyeke bêminet pesnê dewleta xwe didan. Li aliyên din hin kesên muxalif ên Erdogan ku di nav wan de Asli Erdogan, Ragip Zarakolu, Îrfan Aktan
hebûn. Bi hevkariya malpera Elmanan a bi navê Deutsche Welle van dijberên Erdogan panelek li dar xist. Tekena cihê navê Kurdan lê derbasbû ev der bû. Pirraniya axavtina li ser binpêkirina mafên mirovan li Tirkiyeyê û kirinên Erdogan bûn. Di nava hin axavtinên xwe de carinan behsa Kurdan jî hate kirin û ew jî bi vî rengî bûn, zilmê li Kurdan dikin, sedamên êrîşên li ser me nivîsên me yên li ser rûxandina bajarên Kurdan e û hwd.

Dijberên rejîma Îranê
Yek ji cihên din ku em bi hêviya dîtina tişteke bi Kurdî çûn, standên Îraniyan bûn. Lê heman rewşa li standên dewleta Tirk li vir jî darîçav bû û ti tiştek li ser Kurdan tinebû. Di gava serdana me de hin kesên dest bi pankart bi sloganan berê xwe dan cihê Îraniyan û biberz ‘Hilweşa sêdare, bimre rejîma îslamî û hwd.’ slogan diavêtin. Sosretiya di nav vê komê de jî ew bû ku wextê em çûn ber standa wan a ji bo îmzeyan me pirsî ka çima tenê wêneyekî Kurdên zindanî ango yên hatî darvekirin di nav van wêneyên we de tine ye. Li ser pirsa me gotin: “Em hemû bira ne, na wele ti cudayiyek tine di nava me de û hwd.” Lê pirsa me ya bi israr a tinebûna Kurdan nedan.

Gelo mesele vê tinebûnê çi ye?
Di gera me ya li nav fuarê de em li rastî nivîskar Helîm Yûsiv hatin ku wergera ‘Gava masî tî dibin’ a ji bo Ingilîzî îmze dikir û me derfet dît hinekî pê re sohbet jî bikin. Li ser pirsa me ka çima ti tişteke Kurdan tineye bi xemgînî destê xwe hema wisa bir û anî. Bi vê kirina wî ez têgihiştim ev meseleyeke dûvdirêj e.
Di nava sohebetê de Yûsiv behsa tecrûbeya gelê Katalan kir û got heger were xwestin Kurd jî dikarin bi heman rengî li vir bi dilê xwe çalakiyan bikin.
Yek ji rêûresmeke vê fuarê ew e ku her sal wek mêhvanê rûmetê ji wejeya zimanêkî re malovaniyê dike. Mêhvanê sala 2007 jî gelê Katalan bûye. Bi vê yekê Katalanan wêjeya xwe bi xurrtî danasîne û têsîra Spanyolî a nebaş bi gelek çalakiyan raxistine ber çavên cîhanê. Ev yek jî bûye derfet ku gelek raport û nûçe li ser wêjeya Katalanan di çapemeniyên gelek dewletan de cih bigire. Yûsiv jî bal kişande ser vê mînakê û got, ‘Min ev yek ji Wezîrê Rewşenbîriyê yê Başûrê Kurdistanê re gotiye lê ti hewldan nehatiye kirin.’

‘Dilê min bi zimanê Kurdî dişewitî’
Ev rewş me ji Helîm Yûsiv pirsî ku wek nîvîskarekî Kurd ne ji bo Kurdî hatiye vexwedin, ka çi wateya xwe heye û çima rewş wiha ye. Yûsiv got: ”Di vê derbarê de ez dixwazim çend têbîniyan bibêjim. Yek jê ew e, ku hemû dezgehên rewşenbîrî û siyasî yên Kurdan li derve û li hundir bi giringiya beşdarbûna di pêshangehên pirtûkan de nizanin, wisa jî bi nirxên beşdarbûna di pêşangeha pirtûkan ya navnetewî ya Frankfurtê de nizanin. Eger zanibin jî di ser guhên xwe re davêjin. Karekî weha ye ku ji bo kesan pir giran e û ew imkanên aborî yên kesan nîn in. Ji ber tinebûna dewleta kurdan û tinebûna dezgehên pispor, divabû ev kar ji hêla partî û rêxistinên siyasî ve bêne fînansekirin. Lê ew jî vî karî nakin, weha jî kesên ku dikarin vî karî bikin ne xwedî imkanên aborî ne û herwisa. Ji ber vê, di rojên ku li pêshangehê bûm, tinebûna weşanxaneyên Kurdan dihişt ku hem dilê min bi zimanê Kurdî bişewite ku ew zimanekî bê xwedî ye û hem jî dilê min bi min weku nivîskarekî vî zimanî dişewitî. Mîna balindeyekî, teyrekî, ku bê hêlîn be û li wan deran bê cih û war bigere. Di heman demê de ew dibîne ku her teyrek dema diweste, diçe hêlîna xwe û ew tenê bê hêlîne. Li Pêşangehê, weku nivîskarekî Kurd, weha li min hatibû. Wekî din hema hema her sal standa Başûrê Kurdistanê vedibe, lê beşdariya wan jî bi awayekî amatorî û sembolîke û ti karekî ciddî û ji dil ji bo wêje û edebiyata Kurdî, nake.

Pêwîst e Kurd qels xwe nehêlin
Nivîskar Dilawer Zeraq jî anî ziman ku divê siyaseta Kurd û saziyên Kurd karên pêwîst bikin û got: “Helbet tinebûna weşanxaneyên Kurdî di fuara Frankfurtê de, kêmasî û qelsiya têkilî û ragihandina di navbera weşanxaneyên Kurd û dinyayê de nîşan dide. Her wiha, nêrînên dinyayê a ji bo wêje û weşangeriya Kurdî jî derdixîne holê ku dinyayê hê jî, her wekî di gelek waran de diqewime, di vî warî de jî Kurd wekî gelekî-neteweyê nabînin. Ciyê heyf û mixabinî ye ku di vî warî de hem ji alî siyaseta Kurd hem jî ji alî saziyên Kurdan ve xebatên pêwîst nayên kirin û Kurd bi xwe jî di vî warî de xwe qels dihêlin.

Siyaseteke bêzaniyarî bê dil û mejî ye.
Helbestvan û nivîskar Rênas Jiyan jî îşaret bi giringiya wêjeyê ji bo miletekî kir û got: “Li gorî hinek ramangeran, hebûn, zaniyarî û huner e; heger zaniyarî û hunermendiya miletekî hebe ew milet heye, heger na tine ye. Em Kurd zêde qîmet nadin pirtûkan û xwendinê. Ev jî dibe sedem ku em "kêm" bimînin. Em miletekî bi milyonan in, ji her miletî zêdetir hewcedariya me bi xwendinê heye, lê pirtûkên me yên herî pir tên xwendin sed hebekî derbas nakin. Divê bi sed hezaran pirtûkên Kurdî bihatana xwendin.
Kurd û siyaseta Kurdan naxwînin. Bê xwendin, serkeftin û pêşketin biqasî ku mirov di hesinekî de kulîlkekê şîn bike zor û zehmet e. Xwendin çalakiyek e. “Çalakiya xwendinê” çalakiyeke pir hêja ye û hemû çalakiyên din pêş dibe û xurt dike. Heger “çalakiya xwendinê” tine be, mirov nagihîje tu armanc û hedefên xwe.
Wek nivîskarekî Kurd ez pir xemgîn im ku ji ber ku Kurd di fuara pirtûkan a Frankfurtê de nîn in. Lê heta niha divê Kurdan li Ewrûpayê weşanxaneyên mezin ava kiribûna û van weşanxaneyan pirtûkên Kurdî vergerandana hemû zimanên Ewrûpayê.
Ne bi tenê weşanxaneyên mezin, divê li Ewrûpayê saziyên Kurdan ên “ramanî” jî hebûna. A ku xwendin û serkeftinê geş dike ev saziyên ramanî ne.
Saziyên Kurdan ên li welat û li Ewrûpayê divê pir guh bidin zaniyarî û hunerê. Zaniyarî (zanistî) û huner azadî ye. Siyaseteke bêzaniyarî û huner, pir qels e û bê dil û mejî ye.

Herdu hikûmetên Kurd!
Nivîskar Selîm Temo îşaret bi hebûna du hikûmetên Kurd kir û got: “Di demên dawîn de cîhan bi rastî û hebûna Kurdan hesiyaye. Gelê Kurd di eniyekê de, ku dirêjahiya xwe 2.000 kîlometer e, li hemberî dijminên xwe û mirovatiyê têdikoşe. Lê gelo em weke çand û huner jî li qada cîhanê dixuyin an na? Fuara Frankfurtê ayîneya çand û wêjeya cîhanê ye. Nabe ku Kurd lê nebin. Heke Kurd ne li wir bin, em nikarin behsa hêviya hilbûna wêje û çanda Kurdî bikin. Çawa du hikûmetên Kurdan hebin, lê pirtûkên Kurdî li ber çavên cîhanê nebin. Heyf û xebînet e."

Kurdî warê dilsozan e
Nivîskar Îbrahîm Seyfo Aydogan jî bal kişande ser rewş Kurdî û got: “ Kîjan fuar be jî, beşdariya weşanxaneyên Kurd dê alîkariya wê bike ku weşanên Kurdî li ber çavan bin. Lê belê, rêjeya firotina pirtûkên Kurdî kêm e û di dewra şerrî de kêmtir jî dibe. Ev jî ji ber wê ye ku xwendevanên Kurd ji krîmînalîzekirina Kurdaniyê direvin. Gava ku pêvajoya çareseriyê hebû, bazara Kurdî
piçekî geş bûbû, lewre Kurdî û Kurdanî normalîze bûbû û bandora vê yekê ya li ser civakê jî berbiçav bû. Siyaseta hikumeta AKP’ê rasterast bandorê li qada Kurdî jî dike. Nuha, heger mirov bala xwe baş bidiyê, mirov çêtir dibîne ku nebûna statuyeke perwerdehiya Kurdî, nebûna bazara zimanê Kurdî jî bi xwe re tîne. Divê mirov rastbîn be. Zimanê ku perwerdehî pê nebe, nikare bibe xwedî bazareke geş. Bê guman, ev yek derfetên weşanxaneyan jî kêm dike, lewre beşdariya fuaran jî mesrefeke bi serê xwe ye. Gava ku bazar nebe, weşanger jî nikarin xwe bidin ber mesrefan û rîska xisarê bidin ber çavên xwe. Di rewşeke weha de, bêlavker an jî dezgehên ku weşanên Kurdî yên pirhêl difiroşin dikarin bêtir balkêş bin. Her weha, beşdariya fuarên bi vî rengî ji bo nasandina doz û tevgera Kurdî jî dikare bi kêr were. Lewma divê mirov hesabê kar û xisarê neke û weke erkeke siyasî li fuaran binere. Ev jî ne karê weşanxane û dezgehên bazirganiyê ye, lewre Kurdî warê dilsozan e.

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar