Êdî aktorên asîmîlasyonê jî em bi xwe ne Bi giştî ji bo serketina di karekî wiha de pêwîst e berpirsên saziyên Kurd û di serî de jî ên hikûmeta başûr û Rojavayê Kurdistanê tecrûbeyên baş ji azmûnên dewletên Fransa, Elmanya û Yewnanistanê bistînin. Êdî kalîteya nûçe, belgefilm, hevpeyvîn, raport û bernameyên hunerî di TV´yên Kurdî de pir bilind û li gel TV´yên herî baş li cihanê jî dikarin bêne qiyaskirin. Sedemeke hevnegirtina me Kurdan jî ew e ku zimanekî me yê hevpar tineye. Zêdebûna diyalektên ziman dewlemendî ne û li welatekî weke Elmaniya ku heşt zaravayên wan ên sereke hene ew dewlemendî bûye sedem ku wêjeya Elmanî xwedî nasnavê ‘zimanê felsefê û helbestê’ be. Gelo lêkolîngeriya Kurdî di çi hal û ehwalê de ye, di vê mijarê de xabatên tên kirin çiqasî karîger in, lêkolînger bi çi pirsgirêkan re rû bi rû ne, rêxistin û saziyên Kurd di vê mijarê de çawa tevdigerin û hwd. em bi lêkolînger her wiha nivîskar Kakşar Oremar re ketin pey bersivên van pirsan ku Oremar rew
Kayıtlar
Haziran, 2017 tarihine ait yayınlar gösteriliyor
- Bağlantıyı al
- X
- E-posta
- Diğer Uygulamalar
Tahmeke xweş li deşta Kurdî: ‘Bêndera Çandê’ Bernameya me wekî navê xwe Bêndereke mezin e û em dixwazin li ser wê bênderê hemû berhem û rengê Kurdan pêşkeşî gelê xwe bikin Li ser ekranên Stêrk TV’yê bernameya Bêndera Çandê ji sala 2011’an ve heta niha bênavber li pêşberî kurdîhezan e. Bername ji roja xwe ya pêşî û heta niha bi moderatoriya helbestvan Şêxmûs Sefer pirranî li Amadê tê amadekirin. Heta niha ji gelek deverên Kurdistanê nivîskar, helbestvan, dengbêj û hwd. hatin ser ekranên Kurdî ku hîn jî bername her hefte bi istîqrar tê weşandin. Sefer li gel rexneyên xwe yên wekî demjimera weşandina bernameyê, lêbarkirina vê ya li ser înternetê, kêmasiya xebatên êdîtoriyal û hwd. dibêje bernameya Bêndera Çandê „tahmeke xweş li pey xwe dihêle“. Sefer qala serpêhatiya ‘Bêndera Çandê’ kir li gel rexneyên xwe ji bo Stêrk TV’yê. Fikra çêkirina bernameya Bêndera Çandê çawa derket? Berî k
- Bağlantıyı al
- X
- E-posta
- Diğer Uygulamalar
Çirûsk nexuricî! Kovara Çirûsk a hunerî û ramanî bi edîtoriya Rênas Jiyan keys li çapa hejmara xwe ya dawî anî. Bi 30’emîn hejmara xwe Çirûskê rêwîtiya xwe ya di Kurdî kamil kir û li pey xwe neşreke dewlemend a Kurdî hişt . Kovara Çirûsk bi hejmara xwe ya 30’emîn a mehên Gulan, Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê di 20’ê Gulanê de derçû. Ev hejmar jî bêguman wek yên din dîsa têr û tije bû. Lê mixabin ev hejmara dawî ya Çirûskê ye ku Dîrektorê Kovarê Rênas Jiyan di vê hejmarê de bi nameyekê vê agahiyê radigihîne û dibêje: “Ezbenî, xwendevanên hêja: Bi vê hejmarê, kovara ‘Çirûskê 10 salên xwe qedandin. Her stran diqede, her baran diqede; kovara Çirûskê stran û baranek bû û piştî deh salan li vir qediya…” Çirûska ku bi bergên cihêreng her hejmara xwe li pey xwe dihişt, bi berga hejmara daw
- Bağlantıyı al
- X
- E-posta
- Diğer Uygulamalar
Helbesta Kurdî li Berlînê ye Li paytexta Elmanya Berlinê bi minasebeta xebatên Haus der Poesieyê helbestvanên Kurd yên ji çar parçeyên Kurdistanê bi wêjevanên cîhanê re têne gel hev û di navbera helbesta Kurdî û Elmanî de pireke çandî ava dikin. Helbesta Kurdî êdî bedên li ber xwe dişkîne û xwe digihîne erd û eqarên helbesta cihîanî û xwe dide nasîn. Di çarçoveya xebatên salane yên rêxistina Elmanan a bi navê Haus der Poesie (Mala Helbestê) de 6 helbestanên Kurd li paytexta Elmanyayê bi armanca avakirina pireke çandî ya di navbera helbestvanên Elman û Kurd de têne gel hev. Festîval bi sernivîsa ‘helbesta zimanê qedexekirî’ îsal cara 18’emîn di navbera 16 û 24’ê Hezîranê de tê lidarxistin. Helbestvanên Kurd yên ji bo van çalakiyên 7 rojan hatî vexwendin, ji çar parçeyên Kurdistanê ne û sisê ji wan jin sisê jî mêr in. Her wiha wek nûner ji Qefkasya û dîasporayê jî du helbestvanên vexwendî hene. Wek mehvan jî helbestvanên ji welatên cihê ji bo beşdarî çalakiyan bibin hatine ve