
Hunermendekî liv û ahenga bedena wî li êrîşên dewleta Tirk naşike Serhat Kural Em dixwazin komeke profesyonel ya xwe dispêre çand û hûnerê Kurdî bikemilînin. Bi vê yekê jî bi rêya dansê berhemên bi mijarên ji kelepora Kurdî bigihînin gelên cîhanê. Dans yek ji hunerên modern e ku a di nava civaka Kurd de li gel xebatên din ên hunerî kêm rastî elaqeyê tê. Her çendî ji bo çand û hunerê gelek festîval û xebatên cihêreng tên kirin jî kêmbûna elaqeyê, vê yekê hîn jî darîçav dike. Lê belê kesên bi vî hunerî re mijûl dibin jî hene. Wek Serhat Kural ê ku 18 salan di bin sîwana Navenda Çanda Mezopotamyê de bi dansa xwe bala gelek derûdoran dikişîne ser xwe. Bêguman Kural ne tenê danseke xwerû dike. Ew hêmayên Kurdî dixe nav motîfên dansa modern û bi kareografiyên tîhn-kurdî derdikeve pêşberî hunerhezan. Em carinan Kural li ser dikeke li bajarekî Ewrûpayê dibînin, carinan li Kurdistan û Tirkiyeyê ku her bi sek...