Spîtama “Bîr”a me ye




"Ger mîtos an jî Bîreke hevbeş tune be em ê wek pelên daran piştî demekê zer bibin û ber bi bayê demê bikevin û winda bibin. Ji bo em winda nebin û hevdu winda nekin divê em Bîra xwe baş bikolin û binasin."

 Romana Rênas Jiyan “Spîtama”, piştî derçûbû li rastî elaqayek mezin hatibû û di demeke kin de çapa xwe ya duyemin jî kiribû. Rênas bi ramanên pêxemberê Kurd Zerduşt me di axa Medyayê de li keştiyekê siwar dike û serpêhatiyên Zerduşt bi me dide temaşekirin. Kesên ku dibin rêwiyên ve keştiyê xwe di nav sahneyên şerekî de dibînin ku şer şerê li dij tarîtiyê ye. Her wiha li cem vî şerî rêwî dadikevin “Bîra Kurdan” û kûrahiya ruhê kurdan jî ku Rênas helweste xwe ya bi vê kirinê wiha nîşan dide: “Bi vê romanê min xwest ku ferqa do û îro derxim holê û kurdê/a ku îro ji xwe û nirxên xwe fedî dike bê do çiqasî serbilind bû û bi vî awayî karibim derûniya bindestiyê destnîşan û xera bikim.” Medya ya ku demê civaka ku Spîtama tê de dijiya di bin zextê de bû û pirsgirêkeke wê ya azadiyê hebû. Îro jî di civaka me Kurdan de pirsgirêka azadiyê heye ku pêwist e em jî wek Sipîtama tevbigerin û ji serpêhatiyên wî sûd werbigrin. Me bi Rênas jiyan re der barê amadekirina Spîtama de, babetên wê de û armanca nivîsandina Rênas ya vê pirtûkê de hevpeyvînek çêkir.

"Di romanê de ji bo min karakterê herî dijwar ne Spîtama, ne jina wî Xwowî û ne pismamê wî Maîdyo bû, ev zor bûn lê mimkûn bûn. Di romanê de ji bo min karakterê herî dijwar û ne mimkûn Ahûra Mazda bû. Gelek xwendevanan ev karakter nedît û pê nehisiyan. Lê ev karakter di her derê romanê de hebû û karakterê herî li pêş bû; ji ber ku karakterê ku ramanê vedibêje Ahûra Mazda bi xwe ye."



Rênas Jiyan di wêjeya Kurdî de bi helbestên xwe, piyesên ji bo şanoyê û weşangeriya bi rêya Belkîyê bû xwedî nasnameyek. Lê di demên dawî de bi bi ramangeriya xwe jî derket pêş. Herî dawî jî, roman. Çima roman û çima Zerdeşt û Medya?
Roman, wek Hegel dibêje, “destanên neteweyî” ne; armanca min a ji romana “Spîtama”yê netewetî bû; “Spîtama” projeyeke neteweperwer e, tê de Zerdeşt û Medya û hwd hene. Zerdeşt û Medya “kok” in, kokên me ne. Spîtama “Bîr”a me ye. Min bi vê romanê xwest ku ez dakevim Bîra kurdan, ez dakevim kûrahiya “ruhê” kurdan. Heta ku mirov ji Bîrê ango ji “mîtolojî”yê fam neke ji xwe û ji jiyana xwe ya nûjen jî fam nake. Ji bo zîldayîn û şînhatineke baş, ji bo psîkolojî û nasnameyeke baş pêwîst e ku mirov ji “kok”ê dest pê bike. Zerdeşt û Medya “bawerî” bû, “serkeftin” bû; em berê çi bûn û niha em bûbûn çi? Em ji kîjan halî ketibûn kîjan halî? Bi vê romanê min xwest ku ferqa do û îro derxim holê û kurdê/a ku îro ji xwe û nirxên xwe fedî dike bê do çiqasî serbilind bû û bi vî awayî karibim derûniya bindestiyê destnîşan û xera bikim.
Armanca min a ji romana “Spîtama”yê dîrok, mîtos, bawerî, felsefe, azadî, neteweperwerî, ekolojî, şexsiyet û nasname bû. “Spîtama”yê derfet da min ku ez van hemû têgehan di vê romanê de vebêjim.
Min bi vê romanê hem nasnameya xwe ya hunerî û hem jî raman û felsefeya ku ez li ser dixebitîm vegot. Wek mînak, ez li ser têgeha “qeder”ê û tunebûna wê û ez li ser têgeha ontolojiyê û sedemên wê sekinîm; û min hewl da ku ez hebûna mirovî û jiyana wî bi awayekî ontîk vebêjim. “Spîtama” daketineke “jeneolojîk” e, “bûyîn” e, “prîmîtîvîzm” e; di vê romanê de hunereke jeneolojîk û prîmîtîv heye.

"Tu nivîskar ji dem û civaka ku tê de dijî ne dûr û bêrî ye. Civak û dem li ser nivîskêr pirr bandorker in û di hunera wî de diyarker in. A ku Victor Hugo dike “komarger” û ya ku Mayakovsky dike “şoreşger” dem û dînamîkên civaka wan in. Berhema ku li derveyî civaka xwe li meqamekî din bixe û bi xeyalên xwe yên “meliqî” re mijûl be, dem wê têk dibe. "

Dêhnê romaneke dîrokî li romanê dikeve,  ji bo paşxaneya dîrokî û ya karakterên xwe te lêkolîneke çawa kir, çiqasî tu pê daketî?
Ev proje-roman ji zû de di hişê min de bû. Min ji zû de xwe ji bo vê projeyê hazir dikir û alav kom dikirin. Qonaxa nivîsînê ji bo min ji qonaxa pêş-nivîsînê hêsantir bû, ji ber ku ez êdî ne destvala bûm. Min peyv û war û alav û têgeh û rêgeh ji berê de amade kiribûn û ew kiribûn gir.
Nivîsîna romaneke dîrokî dijwar e, tew îcar nivîsîna dîrokeke wek dîroka Spîtamayî ya ku hatiye tarîkirin pirrtir dijwar e. Min berê hemû çavkaniyên heyî xwendin û sentez kirin û muhakeme û şîrove kirin. Wek mînak, ji “Anabasîs”a Ksenefonî ku tê de bi hevokekê qala jina medî dikir qeyd kir û şîrove kir û beden û derûniya jina medî bi gewde kir. Min bi dehan car kîte bi kîte “Gata”yên Spîtama Zaratûştra li gorî dema wan bi kodên wê çaxê tehlîl kirin. Min Tewrat, Zebûr, Încîl, Quran û Avesta xwendin û muqayese kirin û hwd. Lê ji bilî van konsantrasyon, sebr, hîskirin û hezkirin jî hewce ne. Zeftkirina wî zemanî û hîskirina wan mirovan jî hewce ye û helbet bawerî jî.
Di romanên dîrokî de pênûsa mirovî nikare ewqasî rehet bilive. Wek mînak, ger tu bixwazî navekî li şexsekî romanê bikî, mirov dialiqe, ji ber ku ev nav nikare bibe “Elî” an jî “Dîlan” û her wekîdin; divê mirov navekî wî zemanî peyda bike yan na roman dibe ku giyan û kûrahiya xwe winda bike û di destê nivîskêr de biherime. Gelek tiştên bi vî rengî ji bo nivîsîna romaneke dîrokî dijwarî ne. Di nivîsîna vê romanê de rê pirr teng û tarî bûn, lê wek Hz. Îsa jî dibêje, divê mirov di navbera deriyên teng û fireh de tercîha deriyê teng bike, ji ber ku ew derî bi dûre mirovî digihîne başî û bextewariyê.
Di romanê de ji bo min karakterê herî dijwar ne Spîtama, ne jina wî Xwowî û ne pismamê wî Maîdyo bû, ev zor bûn lê mimkûn bûn. Di romanê de ji bo min karakterê herî dijwar û ne mimkûn Ahûra Mazda bû. Gelek xwendevanan ev karakter nedît û pê nehisiyan. Lê ev karakter di her derê romanê de hebû û karakterê herî li pêş bû; ji ber ku karakterê ku ramanê vedibêje Ahûra Mazda bi xwe ye. Ez gelekî fikirîm, gelo min roman bi kê bidaya vegotin wê baş bûya? Berê min Maîdyo hilbijart, bi dûre min ew guhert û vebêjê romanê kir Ahûra Mazda. Min bi taybetî ev teknîk-vebêjî ceriband; yek, madem min qala pêxemberekî dikir a baş ew bû ku Xwedayê wî, pêxemberê xwe vegota; û dudu, ma gelo nivîskar jî biqasî xwedê yekî afirîner bû yan na? Nivîskar û afirandin;  û Xwedê û afirandin. Ev meseleyeke mezin a hunerê bû, min xwest bi romana “Spîtama”yê ez dest vê meselê bidim. Karakterê ku herî pirr ez betilandim Ahûra Mazda bû.  

"Roman, wek Hegel dibêje, “destanên neteweyî” ne; armanca min a ji romana “Spîtama”yê netewetî bû; “Spîtama” projeyeke neteweperwer e, tê de Zerdeşt û Medya û hwd hene. Zerdeşt û Medya “kok” in, kokên me ne. Spîtama “Bîr”a me ye. Min bi vê romanê xwest ku ez dakevim Bîra kurdan, ez dakevim kûrahiya “ruhê” kurdan. Heta ku mirov ji Bîrê ango ji “mîtolojî”yê fam neke ji xwe û ji jiyana xwe ya nûjen jî fam nake. Ji bo zîldayîn û şînhatineke baş, ji bo psîkolojî û nasnameyeke baş pêwîst e ku mirov ji “kok”ê dest pê bike. Zerdeşt û Medya “bawerî” bû, “serkeftin” bû; em berê çi bûn û niha em bûbûn çi?"


Ji bo romana Spîtama rexne hene, dibêjin, di şexsê Zerdeşt de nasnameya “em”  tê afirandin û “pakî” li Spîtama tê barkirin. Mirov gava rexneyên bi vî hawî dixwîne, dibêje, gelo wekî mijar bijartina “Spîtama” avakirina mîtosên modern e ji bo neteweyekê?
Spîtama “em” in û ji ber ku pêxemberek e mirovekî “pak” e wek hemû pêxemberan. Lê ji pêxemberên din cudatir Spîtama “fîlozofek”e jî ku bi dûre felsefeya grekî di bin bandora xwe de hiştiye; Herakleîtos û Ptyhagoras û heta cihekî Arîstoteles û gelekên din di bin bandora wî de felsefeyên xwe dirûvandine bi rêya “Magî”yan.  Spîtama Zerdeşt her tim ji hela çandên din ve hatibû “ricimandin” û hatibû “herimandin”; min xwest bi vê romanê, bi hêza bedewiya huner û wêjeyê vê antîpopagandayê betal bikim. Li Spîtamayî pirr “bêbextî” hatibû kirin, pirr “nankorî” hatibû kiribû, bi romana Spîtamayê min xwest ku ez van bêbextî û nankoriyan bisekinînim û mafê wî yê ku heq dike lê vegerînim. Lê min çiqasî ev yek pêk anî yan jî neanî teqdîr a xwendevanan e.
A ku neteweyekê dike netewe mîtos e. Ger mîtos an jî Bîreke hevbeş tune be em ê wek pelên daran piştî demekê zer bibin û ber bi bayê demê bikevin û winda bibin. Ji bo em winda nebin û hevdu winda nekin divê em Bîra xwe baş bikolin û binasin.

Di romanê de gava mirov li hin bûyer û têgehan dinêre, wekî dînên din û sazûmankarê wan tê bîra mirov, wekî mînak jiyana Spîtama û serpêhatiya wî, pirr dişibe peyxemberê Îslamê. Ev şibîna hev tiştekî tesadûfî ye yan ji bo civak û neteweyekê, kod û nasnameyên bi vî hawî lazim in?
Di Jacques Derrida de “gewde” û “pêvek” heye, di  Jean Baudrillad de “simulakr” û “resenî”  heye. Spîtama û bawerî û felsefeya wî gewde ne û yên piştî wî pêvek in. Spîtama û ol û felsefeya xwe “resenî” ye û yên din sîmulakr in. Lê îro ro pêvek bûye gewde û sîmulakr bûye resenî. Asketolojî (axîret-nasî), Pira Selatê (çînwat) û Frawaşî (melayîket) cara yekem di ol û felsefeya Spîtamayî de dest pê dibin. Spîtama berî îslamiyet û xirsitiyaniyê ye; ji ber wê ew naşibe wan, ev ol dişibin wî; lê ji ber ku em wî nas nakin hay ji me heye ku ew dişibe yên din. Lê divê em heqê tu pêxemberî nexwin û ji keda her pêxemberî re hurmetkar bin û hay jê hebin ku kesê rol û karê wan wekhev bin heta cihekî dibe ku bişibin hev. Ji me yan jî ne ji me hemû pêxember li gorî min mirovên baş û etîk in. Lê ji ber ku Spîtama û baweriya wî her tim hatiye reşkirin û veşartin û qedexekirin kes hay ji rastiyê nîn e. Spîtamayê ku nuxwiriyê felsefe û ola semawî ji hêla hêzên tarî ve wek yekî kirêt hatiye lansekirin, ev neheqî ye. Ji me yan jî ne ji me ev neheqî li kê bê kirin nayê qebûlkirn. Ev roman li hemberî vê neheqiyê hatiye nivîsîn û daye pey şopa “rastî” û “parrhezia”yê (rastgotin). Di baweriya Spîtamayî de dijberên rastiyan “drûj” in û ev drûj biqasî hût û dêwan xetere û xerab in. Neheqiyên ku lê bûne drûj in.
Spîtama rastî û esenî ye. Te dî carna hin peyv an jî stranên kurdî derbasî zimanekî serdest dibin û gava ku kurd van stran û kelîmeyan bi kar tînin serdest ji bêhişî henekên xwe bi kurdan dikin. Û hinek kurd jî ji ber ku bi koka meselê nizanin van stan û kelîmeyên xwe ji wan re dihêlin û heta ji destê wan tê van peyvan bi kar naynin. Ev çewtî ye. Heger ên me ji me hatibin stendin an jî nestendin ew ên me ne. Ew ango ên din lê xwedî derkevin an jî dernekevin jî em mecbûr in ku li “yên xwe” xwedî derkevin. Heger ên din ji ên me sûd wergirtibe divê ew kes û çandên din ji bo vê stendinê “malavatiyê” li me bikin, ne “malxerabî”yê. Di vir de divê ne kompleksa me û ne jî komleksa yên din hebe. Çand û xwedîtî ne karê henekan û kompleksan e. A rast û baş ev e, ne drûj e.





Wekî ku di romanê de qala şerê tarîtî û ronahiyê tê kirin ku yê her bidome. Şerê Kurdan jî li dijî tarîti û zilmê ma her wê bidome?
Ev mesele ji mesela me kurdan jî wirdetir, meseleyeke ontolojîk û felsefîk e. Dijber, her tim di nav şerrekî de ne û sedema hebûna me ya li dinyê ev e, ev diyalektîk e. Her tim di navbera başî û xerabiyê de, di navbera tarîtî û ronahiyê de xirûcirek heye.
Divê em ji bîr nekin ku her bihar zivistana wê û her zivistan bihara wê heye, ev zagoneke xwezayî ye. Tu dem wek xwe namîne, dem diguhere. Dem-sal nasekinin diguherin.
Lê “dawiya dawî” şerr diqede. Kişwer baş û ronî dibe.

Roman di demeke kurt de çapa xwe ya duyemîn kir.  Gelo ev serketina navê Rênas Jiyan e yan romana Spîtama ye?
Ger bandora navê min bûya divê pirtûka min “Ji Şevê Re” jî niha çapa xwe xelas kiribûya ku di 2008’an de weşiyabû. Li gorî min “Spîtama” pirr hat hezkirin. Ez jî pirr jê hez dikim: “Heta mirinê Spîtama! Heta mirinê!”

‘Civak û dem li ser nivîskêr pirr bandorker in’
Di romanê de azadiya miletekî gelekî derdikeve pêş. Nexasim şîretên Spîtamayî yên ji bo xweseriyê û bacnedanê beloq in; gelo ev peyameke tu dide civaka Kurdistanê ya roja me ya îro?
Tu nivîskar ji dem û civaka ku tê de dijî ne dûr û bêrî ye. Civak û dem li ser nivîskêr pirr bandorker in û di hunera wî de diyarker in. A ku Victor Hugo dike “komarger” û ya ku Mayakovsky dike “şoreşger” dem û dînamîkên civaka wan in. Berhema ku li derveyî civaka xwe li meqamekî din bixe û bi xeyalên xwe yên “meliqî” re mijûl be, dem wê têk dibe.
Di romanê de meseleya “bac”ê û “zext”ê di çavkaniyan de hatiye qeydkirin û rast e û herb ji ber vê zextê qewimiye. Wê demê civaka ku Spîtama tê de dijiya di bin zextê de bû û pirsgirêkeke wê ya azadiyê hebû. Îro jî di civak me kurdan de pirsgirêkeke azadiyê heye. Jixwe rewş ne wiha bûya û kişwer û zemîn ne ev bûya Spîtama dernediket û nedibû kesayeteke dîrokî. A ku Spîtama kiriye Spîtama jixwe ev rewş e. Helbet cewherekî mirovî û ruhekî wî/wê heye, lê ya ku vî cewherî û ruhî difesilîne û şîn û xwedî dike zeman û zemîn e. Wek Martin Heidegger dibêje, hebûn bi xêra “cî” û “dem”ê pêkan e. Wekîdin tunebûn e.  

Roman û helbestên nû di rê de ne
Romana nû ya Rênas Jiyan di rê de ye an evê ya dawiyê be?
Roman epîzm e û helbest lîrîzm... Niha ez li ser romaneke nû dixebitim û baş diçe. Ev roman wê ji “Spîtama”yê cudatir be hem bi mijar, hem bi karakter, hem bi çîrok û hem jî bi teknîka xwe… Lê berî vê romanê di demeke nêz de ez ê pirtûka xwe ya helbestan derxim. Ez dibêm qey min ev helbest baş dermale kirine. Piştî epîzmê, îcar hinekî jî lîrîzm. (Di dema ev hevpeyvîn hatî çêkirin de hîn pirtûka rênas jiyan yan helbestan 'Dîn û Şîn' der neçûbû.
 Ev hevpeyvîn ji aliyê hejîro ve di rojnameya Ozgur polîtîka de hatiye çêkirin û weşan.

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar