
Awazeke xweşbîn a muzîkî li dijî nefretê Miço Kendeş Di vê qonaxa hesas de min gellek pirs ji xwe dipirsîn: ‘Gelo çima zimanê me li dibistanê qedexe ye? Çima tenê erkdarên Ereb serpereştiya me dikin? Çima û çima. Xwehejandin, dîlan û sema di giyanê Kurdan de tiştên resen in. Eger hûn bal û dêhna xwe bidin dengbêjên Kurd, pirraniya wan, dema distrên, çepilên xwe li ba dikin Ji Rojavayê Kurdistanê newayeke pişt li edebiyata devkî ya Kurdî Miço Kendeş, bi awaza xwe ya xweşbîn konê xwe hîn ji zarokatiya xwe ve li guherên muzîka kurdî vegirtiye. Kendeş li warê zaroktiya xwe Kobanî xwe li stara dapîra xwe girtiye û bi şevan guhdariya çîrok, serpêhatî û destanên Kurdan kiriye. Bi vê yekê re bi şewba muzîkjeniyê ketiye. Ew ne tenê xwe disipêre muzîka Kurmanciyê û qirika xurt a gotina wê, ew di heman demê de hostekarekî teknîkên gotina strana modern a qirika wê ye jî. Ew hem di nava civaka Kurd de dengê muzîkê xwe ye û hem jî li ser dikên hunerî li derveyî Kurdistanê ...