Kayıtlar

Resim
Li şûna ku em wergerînin em werdigerin! Li bakur, çi kesê ku Kurdî-Tirkî bizanibe, xwe li wergerandinê radikişîne. Qaydeyên gramatîk li hêlekê; di gelekan de, şikestineke mantiqa zimanî derdikeve holê. Û em bêhay dibêjin qey bera jî ew awa gotin di Kurdî de heye û mantiqa zimanekî dîtir di zimanê xwe de bi cî dikin û ev yek bi rêya wergerê li nav xelkê berbelav dibe. Werger; ji bo dan û sitandina di navbera du ziman, çand, têkiliyên neteweyan de rêya herî têsîrdar e. Ev rê di roja me de xwe digihîne her parçeyek erdê li ser dinê û dibe sedem ku gelên ji xwe re li serê rawestgeh danîne bibin xwedî zanîn, têgihiştin, biyanînasîn û hwd. Ji ber vê yekê miletên li gor qayîdeyên derbasbar pêşketî tên hesibandin xwe bi xurtî dispêrin wergera wêjeyî û hewl didin li kîjan quncika dinyayê berhemeke wêjeyî heye li zimanê xwe zêde bikin.  Bêguman ev hewldan ji bo wêjeya Kurdî jî tên kirin. Lê belê gelo ev yek di wêjeya Kurdî de gihaştiyê kîjan merhelê? Kesên wergerê ji bo Kurdî nexa...
Resim
Spîtama “Bîr”a me ye "Ger mîtos an jî Bîreke hevbeş tune be em ê wek pelên daran piştî demekê zer bibin û ber bi bayê demê bikevin û winda bibin. Ji bo em winda nebin û hevdu winda nekin divê em Bîra xwe baş bikolin û binasin."   R omana Rênas Jiyan “Spîtama”, piştî derçûbû li rastî elaqayek mezin hatibû û di demeke kin de çapa xwe ya duyemin jî kiribû. Rênas bi ramanên pêxemberê Kurd Zerduşt me di axa Medyayê de li keştiyekê siwar dike û serpêhatiyên Zerduşt bi me dide temaşekirin. Kesên ku dibin rêwiyên ve keştiyê xwe di nav sahneyên şerekî de dibînin ku şer şerê li dij tarîtiyê ye. Her wiha li cem vî şerî rêwî dadikevin “Bîra Kurdan” û kûrahiya ruhê kurdan jî ku Rênas helweste xwe ya bi vê kirinê wiha nîşan dide: “Bi vê romanê min xwest ku ferqa do û îro derxim holê û kurdê/a ku îro ji xwe û nirxên xwe fedî dike bê do çiqasî serbilind bû û bi vî awayî karibim derûniya bindestiyê destnîşan û xera bikim.” Medya ya ku demê civaka ku Spîtama tê de dijiya di bin zextê d...